Mijarên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên Erebî

Rûsya di gera Astana ya 13’an de Tirkiye neçar kir ku ku peymana Soçiyê ya girêdayî herêma “ewle” pêk bîne. Ji aliyekî din ve serîrakirina kesayetê herî girîng di AKP`ê de dibe ku qada siyasî ya Tirkiyê veguherîne qûmên bi tevger heta ku serokê welêt bi xwe re bifetsîne.

Rojnameyên Erebî û cîhanî yên vê hefteyê behsa gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gera 13’an a Astanayê, desteka Qeterê ji terorê re û tevlîheviya ku di nav AKP`ê de çêbûye tevî gelek mijarên din, kirin.

Şerq El-Ewsat: Enqere ji Washingtonê re tekez dike ku girêdayî avakirina herêma “ewle" ne

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Tirkiyê ji Amarîkayê re got ku ew dewleta herî guncaw e û xwedî hêz e ku dikare herêma “ewle” li bakurê Sûriyê kontrol bike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wezîrê parastinê Hulusî Akar ji hempîşeyê xwe yê Emerîkayê Mark Esper re bi rêya telefonê gotiye eger lihevhatin çênebe dê Tirkiye neçar bibe ku bi tena xwe herêma “ewle” li Sûriyê ava bike.”

Di heman mijarê de rojnameyê bi sernavê "Lîderên Kurd pêşniyara Tirkiyê ya herêma “ewle” napejirînin” li ser zimanê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl nivîsî. Rojnameyê got: "Tirkiye bi gefan hewl dide daxwazên xwe yên herêma “ewle” bi kûrahiya 32 km pêk bîne. Ev jî nayê qebûlkirin. Ev sînor dê tiştekî ji herêmên rêveberiyê nehêle. Xelîl got “Em dipejirînin ku herêmeke bi kûrahiya 5 km bê avakirin. Ev herêm bi kêmanî dê me ji gefên Tirkiyê biparêze, pirgirêka Tirkiyê ne parastina sînor e. Ji ber ku em tu caran ji bo Tirkiyê nebûne cihê metirsiyê, lê ev hincet in ji bo ku herêmê dagir bike”.”

Rojnameyê li ser zimanê koordînatorê tevgera çaksazî ya Kurd û endamê desteya serokatiyê yan Encumena Nîştimanî ya Kurd Fêsel Yûsiv wiha nivîsî: “Me xwestiye Kurd bêne parastin û em nebûne aliyek di mijara hevdîtinên bi Emerîkayê yên derbarê herêma “ewle” de. Em dixwazin herêm di bin çavdêriya navdewletî de b”."

El-Erab: Rûsiyayê ji bo pêkanîna lihevkirina Soçîyê Tirkiyê tengav dike

Derbarê tora 13‘an a danûstandinên Astanayê de ku roja Înê bi dawî bû rojnameya El-Erab got "Piştî 3 mehên gûrbûna şer,  li parêzgeha Idlibê û derdora wê ya bakurê rojavayê Sûriyê bi rawestandina bombebaranê bi destpêkirina agirbesta ku Şamê ragihandiye û Moskova pê kêfxweş bûye, aramî serwer bû.

Beriya vê jî Rûsya peymanên herêmên “bêçek” ên li gelek herêmên ku berê di bin serweriya komên çekdar de bûn çêkirin. Lê di dawiyê de ev herêm vedigerîn bin serweriya hikumeta Sûriyê de. Ne dûre ku ev sînaryo dîsa dubare bibe. Lê vê carê ti cihek ku çete biçinê tune ye. Gelo Tirkiyê dê wan bibe Rojhilatê Firatê da ku li hember yekîneyên Kurdî şer bikin? Yan jî wan veguhezîne dewletên ku nakokî lê hene, mîna Lîbyayê.”

El-Beyan: Tirkiye sûriyan derdixe

Rojnameya El-Beyan derbarê polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser koçber û penaberên Sûrî yên li Tirkiyê de wiha nivîsî: “Tirkiyê li dijî sûriyên koçber hemleya derxistina ji Tirkiyê dest pê kiriye. Ev yek bû cihê nerazîbûna bi milyonan welatiyên Sûriyê ku ji ber şer koçber bûne û xwe li Tirkiyê girtine. Hemleya derkirinê ne tenê li dijî sûriyan e. Hemû kesên ku belgeyên mayîna li Tirkiyê bi wan re tune be, tên derkirin. Bi sedan Sûrî hatin derxistin û birêkirina herêmên şer ên bakurê Sûriyê bêyî ku rewşa wan a mirovî û zagonî berçav bê girtin.”

Şerq El-Ewsat: Civîna Viyanayê nekarî arîşeya nukleerê ya Îranê kêm bike

Rojnameyê derbarê mijarê de got: “Civîna ku duh aliyên hevpeymana nukleer a Îranê li Viyanayê li dar xist, ji bo kêmkirina arîşeyê negihîşt ti encamanan. Berpirsê bilind ê hevdîtinan li Îranê Ebas Iraqcî got hevdîtin baş bûn, lê diyar kir ku eger Ewupa hevpeymanê neparêze, welatî wî dê xwe ji hevpeymanê vekêşe.”

El-Beyan: Hêzên guherînê; komkujiya El-Ebyed ji hêla Îxwanan ve hatiye kirin

Derbarê rewşa Sûdanê rojnameya El- Beyan wiha nivîsand: "Li gorî komîteya bijîşkan a navendî, 4 jê xwendekar, 5 xwepêşandêr li Sûdanê bi guleyan hatin kuştin. Hinek jî birîndar bûn. Sûdanî îro li benda hevdîtinên avakirina hikumeta demkî ne. Lê hêzên tevgera azadî û veguherînê, rêxistina Îxwanan tawanbar kir ku dixwaze hewldanên siyasî têk bibe, rewşê aloz bike û ji bo wê jî komkujiyan pêk tîne.

Yek ji serokên hevbendiya ‘Nidaa El-Sûdan’, Mihemed Seyd Ehmed diyar kir ku rejîma berê ya têkçûyî van kiryaran dike û alîgirên wê sivîlan dikujin. Seyd Ehmed da zanîn ku komkujiya Alebyedê dê diyalogê ranewestîne û civîna sibe dê di dema xwe de bê lidarxistin.”

Cezayîr

Derbarê geşedanên li Cezayîrê  rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Gelek hêzan ji bo beşdarî insiyatîfa diyaloga siyasî bibin, bertek nîşan dan. Ev tişt dê komîteya serokê parlemana berê tengav bike. Bi taybet ku endamên komîteyê bi xwe ne li hev in û ji aliyê desthilatdariyê ve jî nayê bawerkirin.

Ji nava kesên ku nepejirandin beşdariya  însiyatîfa siyasî bibin, têkoşer û kesayeta dîrokî û endama berê ya parlemanê Zehra Zerîf Beytat jî heye. Însiyatîfa siyasî hewl dide li welêt rêya diyalogê veke, aloziyê derbas bike û di demeke nêzîk de hilbijartinên serokatiyê pêk bîne.”

El-Beyan: Somal lêpirsînek fermî ji bo piştgiriya Qeterê ji terorê re vekir

El – Beyan di derbarê karûbarên Solamê wiha nivîsî: “Parlamena Somalê lêpirsînek fermî vekir û soz da ku encamên wê ragihîne raya giştî. Girêdayî gotegotên ku li ser axaftina karsazê Qeterê Xelîfa Kayid El-Mihendî û sefîrê Qeterê li Maqadîşoyê Hesen Bin Hemze Haşim bi rêya telefonê,  belav bûye û rojnameya Newyork Times ya Emerîkî belav kiriye. Di wê axaftinê de El-Mihendî dibêje çekdarên teqîn li keştîgeha Bosaso ya Somalê pêk anîne, ji bo xurtkirina berjewendiyên Qeterê bûn.”

El-Erab: Keştiya Erdogan li ser qûma siyaseta Tirkiyê diheje

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî "Îro aboriya Tirkiyê aloz bûye, Emerîka jî çavên xwe li cezayên li dijî Tirkiyê digerîne. Her wiha arîşeyên sînorên başûr ên di navbera Tirkiyê, Îraq û Sûriyê de bûye sedema pirsgirêkan bi Rûsya, Sûriyê, Îranê û Emerîkayê re. Niha jî pirgirêkeke din a Erdogan derketiye. Hin kesayetên bi navûdeng ji AKP’ê êdî xwe ji keştiya serok davêjin".

Partiya AKP`ê li xwe mukir nayê ku têk çûye û dê ta dawiyê şer bike. Di vê têkoşînê de dê bandorê li aboriya Tirkiyê û têkiliyên bi hevparên xwe re bike. Li gorî pisporên navenda Stratfor`ê ya lêkolînên ewlehiyê yên stratjîk "tevî hemû hîlan û xapandinan jî, lê rêvebirina Tirkiyê ji bo serok Receb Tayib Erdogan êdî bûye erkekî giran."

(bm)


Mijarên Din