Mijarên ku vê hefteyê rojnameyên Erebî derxistin pêş

Di mijara dosyaya Sûrî de gelek liv û tevgerên navdewletî û herêmî hene. Di navbera Rûsya û Îranê de nakokiyên ji bo berfirehkirina hegemoniya xwe zêde bûne. Bi taybet piştî koordîneya di navbera Israîl û Rûsyayê de. Li herêmên bêçek jî asta nakokiyan bilind bûne. Ji aliyekî din ve bûyerên ku li Cezayir û Sûdanê rû didin didom in. Hevpeymana serdemê dê piştî Remezanê were ragihandin.

Rojnameyên Erebî vê hefteyê behsa liv û tevgera herêmî û navdewletî girêdayî dosyaya Sûriyê kirin. Tevî bûyerên ku li Cezayir, Sûdan û Iraqê rû didin.

Şerq El-Ewset: Pederson li Şamê ye; hemû mijar Ii ser maseyê ne

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser serdana nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pederson û got: “Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen duh careke din gera xwe ya ji bo xebatên siyasî di serdana xwe ya Şamê de dest pê kir. Di serdanê de, bi rayedarên Sûriyê re, danûstandinên hûrgilî kirin.”

Pederson  piştî hevdîtina bi Muellim re ji rojnamevanan re axivî û got: “Me danûstandinên hûrgilî û girîng kirin. Piştî nîvro em ê nîqaşên xwe dewam bikin. Mirov dikare bibêje ku me bal kişand ser hemû mijaran, hemû mijar niha li ser masê ne.”

El-Quds El-Erebî: Hevgirtineke Îsraîl-Rûsyayê ji bo bêbandorkirina Îranê li Sûriyê

Rojnameya El-Quds El-Erebî behsa hevkariya di navbera Rûsya û Îsraîlê de ji bo topbarana li ser Sûriyê kir û got: “Berbanga roja Yekşemê di encama êrîşên balafirên Îsraîlê li ser kargeheke moşekên ‘Zilzal 2’ ên Îranê li naverasta Sûriyê de, teqînên mezin çêbûn. Kesên ku destekê didin rejîma Sûriyê, ragihand ku êrîşa li ser baregehên Sûriyê li aliyê rojhilat ê bajarê Hemayê çêbûye. Hat diyarkirin ku Rûsya di êrîşa li dijî Îranê de bi Îsraîlê re hevkar e.”

El-Şerq El-Ewsat: Li Sûriyê şerê sar ê di navbera Rûsya û Îranê gur dibe

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat got: “Nakokî di navbera Rûsya û Îranê de li herêmên rêjîma Sûriyê zêde bûne. Ev nakokî gihiştin asta ku çavdêr bi şerê sar bi nav bikin. Ev şer ji bo berfirehkirina hegomonyê rû dide.”

Al-Weten: “Tirkiye dewriyeyên çavdêriyê dereng dihêle ta ku temenê herêma bêçek zêde bike... Moskov: Sebra me li hember terorîstên li Idlibê nema.”

Derbarê herêmên “bêçek” de rojnameya Al-Weten wiha nivîsand: "Çavkaniyên herêmî yên Idlibê diyar kirin ku artêşa Tirkiyê êdî dewriyeyên çavdêriya li derdora herêmên bêçek dereng dihêle. Armanca dereng hêlanê, ew e da derfet bide komên terorîst ku li herêmê tev bigerin û karibin di demên pêş de li hemberî artêşa Sûriyê hevsengiya leşkerî çêkin."

Şerq El-Ewset: Danûstandinên Rûsya-DYA’yê derbarê Sûriyê de bi encam bûn

Rojnameya Şerq El-Ewset qala koordîneya Rûsya û DYA’yê ya derbarê Sûriyê de kir û got: “Dîplomatên Rûs hin detayên danûstandinên veşartî ku şêwirmenda serokê DYA’yê Fiona Hill li Moskovê di du rojên derbasbûyî de kiribû, eşkere kirin. Di danûstandinan de, qala rewşa li Sûriyê û Venezuela yê hate kirin û wekî “danûstandinên biencam” bi nav kirin.”

Şerq El-Ewset: 6 hezar endamên DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê girtî ne

Têkildarî girtiyên çeteyên DAIŞ`ê yên li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girtî ne, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Piştî gelek dewletên rojavayî û di serî de Almanya, Brîtanya, Fransa û Danîmarkayê red kir ku welatiyên xwe yên di nava rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de û Ii gel QSD`ê girtî wergirin, DYA û dewletên koalîsyonê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş dikin da ku dadgeheke navneteweyî ya taybet ji bo darizandina van endamên DAIŞ’ê ava bikin.”

El-Ereb: El-Ebadî û El-Malikî ji bo şerekî hevpar xwe amade dikin da ku cihên xwe vegerînin

Li ser asta Iraqê rojnameya El-Ereb got: “Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder El-Ibadî berbijarkên xwe dinirxîne da ku ji nû ve vegere qada siyasî ya Iraqê û vegera desthilatdariyê misoger bike.

El-Beyan: Çûyîna her sê serokên Cezayirê yên ku navên wan bi tîpa B destpê dike

Rojnameya El-Beyan li ser mijara Cezayirê wiha nivîsî: "Serokê Meclisa zagonsaz a Cezayirê Elteyib Bilezîz istifa kir, ew yek ji sê kesên ku çalakgerên Cezayirê doza istifaya wan dikirin. Yên din jî serokê demkî Ebdilqadir Bin Salih û serokê hikûmetê Nûredîn Bedewî ne, ku Cezayirî wan wek (sê Bayan) didin nasîn. Ango sê kesên ku navên wan bi tîpa "Bayê" destpê dike.”

El-Şerq El-Ewsat: Washington; Piştî Remezanê plansaziya Aştiyê ya herêmê

Di mijara plana aştiyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat got: “Şêwirmendê Koşka Spî Jared Kouchner di hevdîtinekê de bi komek sefîran re, eşkere kir ku  plana aştiyê ya herêmê dê piştî avakirina hikumeta Israîlê ya nû yanî piştî Remezanê were ragihandin. Reutursê li ser zimanê çavkaniyek agahdar diyar ku Kouchner gotiye: "Ji me hemûyan tê xwestin ku ji bo pêkanîna aştiyê tazîmatan bidin."

El-Şerq El-Ewsat: Sûdan ber bi hikumetek sivîl bi serokatiya kesayetek serbixwe ve diçe

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Meclisa Leşkerî ya Demkî ya li Sûdanê duh bang li hêzên sivîl kir ku li ser kesayeta serbixwe erê bikin da ku serokatiya hikumeta sivîl bike. Ew yek jî piştî 3 rojan ji xistina serok Omer El-Beşîr û cigîrê wî Ewid Bin Ewf pêk hat.”

El-Heyat: Bernamzetê muxalefetê seroktiya şaredariya Stenbolê werdigire

Têkildarî karûbarên Tirkiyê rojnameya El-Heyat got: “Komîteya Bilind a hilbijartinan a Tirkiyê piştî ku ji nû ve dengên hilbijartinan jimartine ragihand ku  bernemzetê CHP`ê yê muxalif Ekrem Îmamoglu bi serokatiya şaredariya Stenbolê bi serketiye. Lê komîteyê hîna daxwaza ku AKP`ê ji bo ji nû ve hilbijartin li bajêr were dubarekirin dinêre. AKP`ê bi hiceta muxelefatan ev daxwaz pêşkêşî komîteyê kir.”

ANHA


Mijarên Din