Mijarên rojanemeyên Erebî yên di vê hefteyê de derketin pêş

Aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû dibe, Washington dikarî Ewropa îqna bike ku hêzên zêde bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di çarçoveya tedbîrên navdewletî yên ji bo tinekirina xewnên Tirkiyê de NY û QSD‘ê peyman îmze kirin. Li Sûdanê jî pêvajoya aloziyê bi dawî dibe û lihevkirineke dîrokî pêk tê.

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de bal kişandin li ser tevgerên herêmî û navdewletî yên der barê Sûriyê de, prosesa siyasî ya li Sûdanê, rewşa Tirkiyê, aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de û gelek mijarên din.

El-Ereb: Washington di îqnakirina ewropiyan ku barê Bakurê Sûriyê rake de biser ket

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsî "Mijara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û anîna hêzên din ên ji dewletên şirîkên Koalîsyona Navdewletî li şûna wan dîsa dikeve rojevê, nemaze piştî tinekirina Rêxistina Dewleta Îslamî. Di demên dawî de nûnerê Amerîka yê taybet li Sûriyê James Jeffrey ragihand ku hejmareke ji dewletên endamên koalîsyonê di nava hefteyan de dê hêzên xwe yên bejayî bişînin Sûriyê  da ku li şûna hêzên Amerîkî yên werin vekişandin bi cih bibin."

Şeriq El-Ewset:  Derbeyên Îsraîlê li Sûriyê,  Rûsya tengav dike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Ji ber derbeyên Îsraîlê yên berfireh û xurt  li ser Sûriyê, piştî çend rojan ji civîna serokên Konseya Ewlehiya ya Navdewletî  yên Rûsya, Amerîka û Îsraîlê li Qudisê,  aliyê Rûsî tengav kir. Pisporekî ji Şeriq El-Ewset re got; Moskowê destûr daye Îsraîlê ku derbeyên xwe li Sûriyê dewam bike.

Rojnameyê bi berdewamî got: “Duh Kremlin îşaretên ne rihetiyê û zaravekî nexweş bikar anî û bang kir ku ev yek bi hevdîtinên dawî yên Rûsya û Amerîkayê de neyê girêdan. Her wiha Wezareta Derve teqezî li ser rêzgirtin qanûnên navdewletî kir û bi vê yekê jî derbeyên Îsraîlê bi awayekî yekser rexne kir.

El-Ereb: Li hemberî tecawizên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê tedbîrên nû yên navdewletî

Rojnameya El-Ereb: "Neteweyên Yekbûyî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re peymaneke derbarê qedexekirina zarokên jêrî 18 salî îmze kir. Tirkiyê ev gav bi pêşketineke xeter bi nav kir, ji ber ku rawabûneke navdeweletî didê vê hêzê ya di sala 2014‘an ji bo tinekirina Rêxistina Dewleta Îslamî hate avakirin. "

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mihdî duh biryarnameyek derxist ku divê hemû rengê çekdarbûnê ji derveyî dewletê û  saziyên leşkerî yên fermî yên girêdayî artêşê, bidawî bibin.”

Yemen

Rojnameya Al-Arab nivîsî "Şandêrê navdewletî bo Yemenê Martin Griffith gera xwe ya li herêmê bi dawî kir. Xuya bû ku Grigith dixwaze gelek aliyan beşdarî hewldanên çareseriya aşîtiyane bike.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, ojnameya Şeriq El-Ewset jî got: “Wekaleta  Navneteweyî ya Enerjiya  Atomik ragihand ku yekemîn binpêkirina ji hevpeymana nûkleerî ji aliyê Îranê ve, piştî ku Tehranê duh ragihand ku depokirina Uranium li gorî hevpeymanê, asta wê derbas kiriye, pêk 

Al-Şarq Al-Awasat: Lihevhatina li Sûdanê di nava Ereban û cîhanê bi erênî tê pêşwazîkirin

Rojnameyê wiha nivîsî: "Duh Sûdan kete pêvajoyeke nû, Meclisa leşkerî û hêzên veguherînê lihev hatin ku desthilatiyê bikin. Dê ev lihevhatin aloziya li kolanan kêm bike û rê li pêşiya salên şer bigire.

Gelek dewletên cîhanê û yên Ereb ev lihevhatin bi erênî pêşwazî kirin mîna Emarîka, Brîtaniya, Fransa û Netewyên Yekbûyî, Siûdî, Imarat, Bahrên û Misir.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Dijberiya li hember siyasetên serokê Tirkiyê Erdogan ji nava derdorên siyasî û ragihandinê û derdorên civakî yên ku ji vê siyasetê zirar dîtine, xwe berdide nava rayedarên kevn û çalak ên partiya AKP`ê, êdî ev rayedar ji bo xelasiya Tirkiyê ji derveyî partiyê digerin, ango dixwazin partiyeke nû ava bikin, yan jî fişarên siyasî dikin”


Mijarên Din