Mijarên rojnameyên erbî - 17 Adar

Rojnameyên Erebî yên îro der barê lihehvatina Rûsiyê û Tirkiyê ya li ser Idlibê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraqê û destwerdana Tirkiyê ya herêmên ereban jî di rojevê de bûn.

EL-WANT: "AL-NUSRA" VEKIRINA RÊYA LAZIQIYÊ HELEB ASTENG DIKE.. LIHEVHATINA MOSKOW LIBER XWE DIDE

Der barê mijarê rojnameya El-Watan nivîsî "Di roja 11`an de, bêdegî li herêma dawî ya "bê çek" Idlib`ê dewam dike, piştî lihevhatina Moskow ya di navbera Rûsiyê û Tirkiyê de. Terorîstên girêdayî rejîma Tirkiyê û bi taybet rêxistina "Cebhet Al-Nusra" sûdê ji bê lihevhatinê digirin û xwe komî ser hev dikin û çekan zêde dikin û lihevhatinê asteng dikin, nahêlin ku dewriyeyên hevbeş yên Rûsiyê û Tirkiyê li ser rêya M4`ê pêk bên, her wiha li ser rê êrîşên terorê pêk tînin, ya dawiyê jî teqandina pireke li ser vê rêyê bû".

El-Şerq El-Ewsat: Rûsiyê behsa dewamkirina operasyonên Idlibê yê li dijî "terorîstan" dike

Der barê heman mijarê rojnameyê nivîsî "Rûsiyê hişyarî da ku dibe rewşa li Idlibê dîsa veguhera rewşa pevçûnan, ji kiryarên komên terorîst. Wezareta karên derve ya Rûsiyayê got ku komên çekdar "lihevhatin ji xwe komkirina ser hev bikar anîne, çekên xwe zêde kirine û li dijî hêzên hikûmetê dest bi çalakiyan kirine".

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku komên li dijî lihevhatina Rûsiyê û Tirkiyê ne, dixwazin rewş dîse biteqe, her wiha diyar kir ku "li Idlibê komên çekdar ên mezin mîna "Heyet Tehrîr El-Şam" û "Huras El-Dîn" xwe komî ser hev dikin û kiriyar û orpagandaya terorê ya Al-Qayidê dikin".

Her wiha wezaretê di daxuyaniya xwe de behsa hebûna endamên DAIŞ1`ê di nava refên van koman de kir "Di nava Cîhadîstên li Idlibê de hijmareke mezin a endamên DAIŞ`ê hene, ewên ku beriya niha ji herêmên din ên Sûriyê hatine derkirin".

El-Ereb: Welatên Rojav mîkanîzmaya derketina ji aloziya Sûriyê datînin

Rojnmeyê nivîsî "Çar paytextên mezin, Waşington, Parîs, London û Berlîn`ê ji rejîma Sûriyê û hevalbendên wê Rûsiyê û Îranê xwestin ku komkujiyên li Sûriyê rawestîne.

Bi beneya salvegera nehem ya şoreşa Sûriyê, çar dewletên endamên NATO`yê gotin ku gelê Sûriyê beriya 9 salan daketine kolanan û doza mafên xwe yên rewa kirin, lê rejîma Asad bi tundiyê, işkenceyê û girtinan bersiv da.

Çar paytextan piştgiriya serkeftinên hevpeymana navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk ên li dijî DAIŞ`ê kirin, her wiha diyar kirin ku metirsiya DAIŞ`ê hîna dewam dike û ewên heldanên hevbeş ên tunekirina DAIŞ`ê dewam bikin, her wiha gotin "em bi biryardarî şerê terorê dikin, emê li eniyên şer ên pêş bin.

Welatan di daxuyaniyê de ji rejîma Asad xwestin ku kuştina hovane rawestîne, tevlî hemû aliyên biryara Konseya Ewlehiyê ya hijmar 2254 bibe, şer rawestîne, makzagonê biguherîne, girtiyan berde û hilbijartinên azad pêk bîne, her wiha xwest ku hilbijartinên azad di bin çavdêriya Netewyên Yekbûyî bêne pêkanîn ku hemû welatiyên Sûriyê, koçber û penaber jî di nav de, beşdar bibin.

EL-ŞERQ EL-EWSET: IRAQ KETE PÊŞBIRKA MUHLETAN.. Û BÊ HIKÛMET DIMÎNE

Der barê rewşa Iraq`ê rojnameyê nivîsî "Duh muhleteke din a hilbijartina namzetekî bo avakirina Iraqê bidawî bû, nakokiyên di navbera pêkhateyên mala Şîiyan, bû sedem ku nikarîn ji 30 namzetan yekî hilbijêrin.

Serokê bloka "El-Sened" ya perlemana Iraqê Ehmed El-Esedî du ragihand ku wan der barê navê namzetê serokwezîriyê lihev kirine, her wiha got ku navê ku herî li pêş bû Neîm El-Suhêl e, serokê dîwana srokatiya komarê ye, lê derfetên wî dîse kêm bûn.

Serokê bloka "Sairûn" Nebîl El-Terfî, ku nêzî lîderê şepêla El-Sedir e, bi daxuyaniyekê got ku pêwîste serokê komarê Berhem Salih "Erkên xwe yên zagonî pêk bîne".

EL-EREB: TIRKIYÊ REWŞA ÎRANÊ BIKAR TÎNE Û DESTHILATA XWE LI IRAQÊ ZÊDE DIKE

Rojnameyê nivîsî "Tirkiyê dixwaze weke aktorekî sereke têkeve meydana Iraqê, ew di wê baweriyê de ye ku dê rola Îranê kêm bibe bi sedema rewşa hundirîn, lewma derfeta wê heye ku têkeve Îraqê.

Tirkiyê a di bin desthilata serokê Partiya Adalet û Geşkirinê Recep Tayyip Erdogan, di siyaseta xwe ya derve de, rêbazeke nû mîna ya îranê bikar tîne, ew jî ewe ku destwerdana dewletên herêmê dike, bi taybet hin dewletên qels yên mîna Sûriyê, Qatar, Lîbya û Sûdanê, her wiha berê xwe dide Yemenê û li Iraqê jî desthilata xwe ya siyasî , leşkerî û aborî kûr dike.

Mîna Tahranê, Anqerê jî wekîlên xwe yên herêmî li Iraqê bikar tîne, hin aliyên siyasî dişîne aliyê xwe.

Tirkiyê li Iraqê pala xwe dide hin kesayet û lîderên siyasî yên sinnî, ku desthilata Şîiyan tengav in. her wiha pala xwe dide alîgirên Ixwanan ên mîna endam û lîdrên Partiya Islamî, dîse pala xwe dide lîderên Tirkman ên nêzî Tirkiyê ne".

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN LI LÎABYAYÊ LI ŞÛNA TRABLUS LI CIHEKÎ DIN DIGERIN

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê nivîsî "Çeteyên Tirkiyê yên li Lîbyayê êdî ji xwe re li hin gund û bajarên nêzî sînorên Tûnisê digere, da ku karibin ji dorpêça artêşa Lîbyayê birevin û xwe amade bikin ji êrîşî baregehên artêşa netewî bikin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên ku Tirkiyê ji Sûriyê anîne û hin serbazên Tirk ji bajrên Misrata û Sirmanê û hin herêmê din derketin û li deverên nû digerin ku baregehên lê ava bikin.

(kn)


Mijarên Din