Mijarên rojnameyên erebî – 1 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê, aloziya Iraqê û berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) kir.

UKAZ: TIRKIYE AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ ZÊDE DIKE, AMERÎKA PIŞTEVANÊN EL-ESED SIZA DIKE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî Idlib e. Di vî warî de rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Tevî bangên navneteweyî yên agirbestê, lê hê jî amadekariyên leşkerî li bakurê Sûriyê ji tevahî aliyan ve berdewam e, artêşa Tirk karwanên leşkerî li Idlibê zêde dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî, karwanekî leşkerî ji 10 alavan berê xwe da herêma bêçek, di heman demê de milîsên Îran û artêşa Sûriyê amadekariyan leşkerî li derdora Cebel El-Zawiyê zêde kirin.”

Rojnameya Ukaz diyar kir ku çavdêr texmîn dikin ku dê di nêz de şerek li wê herêmê rû bide, her wiha rayedarê dosyaya Sûriyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Joel Byrne piştrast kir ku pêkanîna qanûna Qeyser a ku cezayên tund li dijî rejîma El-Esed û piştevanên wê ferz dike, dê di çend hefteyên bê de pêk bê.

EL-EREB: ŞANDEYA ÎRANÊ ÇÛ BEXDAYÊ DA KU NAKOKIYA PARTIYÊN ŞÎE LI DIJÎ EL-ZURFÎ Û BERDÊLÊN WÎ JI HEV BIKE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Tevgera siyasî li Iraqê bi lez diçe ku dosyaya avakirina hikumeta nû ya ku dirêj kiriye, bi dawî bike."

Tîma nêzî serokwezîrê erkdarkirî Ednan El-Zurfî got hin tevgerên siyasî ji bo pêkanîna pêşketina dan û standinên avakirina hikumeta nû dixebitin, lê belê hin agahî hatin belavkirin ku diyar dike ku nakokî di hundirê tevgera siyasî ya şîe ya nêzî Îranê de heye ku yek ji wan bi mijara avakirina hikumetê razî ye û ya dîtir jî tîne ziman ku divê hin navên nû ji bo serokatiya hikumeta pêş werin pêşniyarkirin.

Ji naverasta nîqaşên siyasî agahiyên gihaştina şandeya Îranê tên nîqaşkirin ku tê de serbazên payebilind ên Pasdarên Îranê hene ku duh gihîştin balafirgeha Bexdayê. Çavkaniyên ku ev agahî veguhastine, girêdana gihîştina şandeya Îranê bi dan û standinên avakirina hikumetê ve girê neda. Lê belê çavdêr texmîn dikin ku Pasdarên Îranê dibe ku rewş ji dûr ve şopandibin û biryar dabe ku dest tê werdin beriya mijar zêdetir girêktir dibe.

Li aliyekî din jî çavkaniyên nêzî serokwezîrê erkdarkirî tîne ziman ku El-Zurfî rûniştineke serkeftî bi nûnerên ji itîlafa dewleta qanûnê ya bi serkêşiya Nûrî El-Malikî organîze kir, ev jî tê wateya ku derbasbûneke mezin li dîwarê şîe ya dijber çêkir.

Kesên nêzî El-Zurfî agahiyên der barê pêkanîna El-Zurfî ya peymanê bi rêveberê payebilind ê Rêxistina Bedir Mihemed El-Xeban re îmze kir ku berê wezîrê hundirîn bû, her wiha hin çavkaniyan anî ziman ku El-Xeban û hin cîgirên ji Bedir dibe ku helwestên xwe yên dijberî El-Zurfî biguherînin.

 

ŞERQ EL-EWSET: HEJMARA MIRIYAN JI BER KORONAVÎRUSÊ LI AMERÎKAYÊ ZÊDE DIBE

Der barê belavbûna Koronavîrusê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "DYA`yê gaveke mezin di hejmara miriyên ji ber Koronavîrusê de qeyd kir. Duh gelê Amerîkayê li ser nûçeya mirinê zêdetirî 3 hezar kes, hişyar bû. Ev hejmareke mezin e ku ji hejmara qurbaniyên êrişên 11`ê Îlonê zêdetir e."

Zanîngeha  Johns Hopkins a amerîkî duh mirina 3 hezar û 415 kesan li DYA`yê qeyd kir. Bi vê yekê DYA`yê, Çînê (3 hezar û 309 kes) di hejmara miriyan de derbas kir. Heta niha hejmara mezin a miriyan li Îtalyayê (12 hezar û 428 kes), ya duyemîn Spanya (8 hezar û 269 kes) paşê DYA tê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê duh ragihand ku herêma Asya û Pasîfîkê dûrî hejmara nexweşên li tevahî cîhanê ne ku bûye 800 hezar kes û hejmara miriyan 38 hezar e.

(fr-bx)


Mijarên Din