Mijarên rojnameyên erebî – 10 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê serdana Hefter a Sûriyê û hevkariya dewletên erebî li Tirkiyê, her wiha geşedanên li Yemen û Efganistanê de nivîsîn.

ŞERQ EL-EWSAT: ERDOGAN LI IDLIBÊ BI PÊŞ DE DIÇE, HEFTER JÎ LI ŞAMÊ DIGERE

Der barê serdana Hefter bo Şamê de rojnameyê wiha nivîsî: "Fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi awayekî veşartî serdana Şamê kir, ev jî dê rê veke ku têkiliyên dîplomatîk di navbera hikûmeta demkî ya Bengazî û hikûmeta Sûriyê de veke. Jixwe beriya wê serokê îstixbarata Misrê Ebas Kamil hefteya derbasbûyî serdana buroya rêveberê ewlehiya neteweyî ya Sûriyê Elî Memlûk kiribû.

Armanca eşkere ya vê liva veşartî ku rêya Şamê vekin, lê armanca veşartî ew e ku li dijî Tirkiyê hewldaneke hevbeş çêbe. Qahîreyê buroya Meclisa Sûriya Demokratîk vekir û pê re diyaloga siyasî kir, her wiha bû navbênkar di navbera Şam û Kurdan de, ev hemû ji bo rikeberiya Enqereyê ne.

Diyar e her ku Tirkiye li ser axa Sûriyê bi pêş de diçe, hin dewletên Ereban ber bi Sûriyê ve diçin li dijî Enqereyê, êdî fikarên Ereban der barê rola Tirkiyê de ji fikarên der barê rola Îranê de zêdetir bûne. Beriya çend rojan Meclisa Wezîrên a Ereban hebûna Tirkiyê li dewletên Ereban şermezar kir û xwest Tirkiye ji hemû dewletên Ereban derkeve. Enqereyê ev tişt nepejirand û got ku ew "rêzê dide yekpariya axa dewletên erebî û yekitiya wan a siyasî". Her wiha got gelên Ereb rêzê didin van hewldanên Tirkiyê.

EL-EREB: DESTÊN TIRKIYÊ DI ALOZIYA SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA HIKÛMETA YEMENÊ DE HEYE

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Derdorên siyasî yên Yemenê diyar kir ku yek ji sedemên arîşeya siyasî û leşkerî ya hikûmeta Yemenê, mezinbûna rola Tirkiyê di dosyaya Yemenê de ye û bandora neyînî ya Enqereyê li ser baskê Tirkiyê yê cemaeta Îxwan El-Muslimîn a Yemenê ye.

Çavkaniyan diyar kir ku baskê nêzî Tirkiyê arîşeyan pêk tîne û tevliheviyê di nava bloka li dijî Hûsiyan de pêk tîne.

Rojnameya El-Ereb beriya niha di hin raporan de diyar kiribû ku liva Tirkiyê li Yemenê zêde dibe û sîxurên îstixbarata Tirkiyê derbasî Yemenê dibin, bi navê rêxistinên alîkariyê yên mirovî û bi rêya hin saziyên medyayê yên li Stenbolê weşanê dikin, li dijî hêzên Hevpeymana Erebî propagandayê dikin."

EL-BEYAN: ARTÊŞA YEMENÊ HERÊMÊN EL-COF Û MAARAB RIZGAR KIRIN

Dîsa der barê geşedanên li Yemenê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Artêşa nîştimanî ya Yemenê bi alîkariya Hevpeymana Erebî, herêmên El-Tîma û El-Şaaf ên parêzgeha El-Cof rizgar kirin û bi dehan endamên milîsên Hûsiyan hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî ji El-Beyan re diyar kir ku artêşa Yemenê bi piştgiriya balafiran, êrîşek li dijî milîsên li herêma ku li ser sînorê Siûdiyê ye, pêk anî û piraniya herêman vegerandin, her wiha beşek ji herêma El-Mehaşme bi qasî 30 km vegerandin.

Li gorî çavkaniyan artêşa Yemenê hin deverên newala El-Mehaşme û çiyayaên Silêla vegerandin, her wiha diyar kirin ku zêdetirî 120 milîs hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn, bi dehan jî dîl hatin girtin.

ŞERQ EL-EWSAT: ARTÊŞA AMERÎKAYÊ JI EFGANISTANÊ VEDIKIŞE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Amerîkayê îro (duşemê) ragihand ku dest bi vekişandina hêzên xwe ji Efganistanê kiriye, li gorî peymana aştiyê ya Amerîkayê bi tevgera Talîban re pêk aniye, ku li gorî peymanê dê Amerîka di nava 135 rojan de, hejmara leşkerên xwe li vî welatî ta 8 hezar û 600’an kesan kêm bike.

Di heman mijarê de çavkaniyên fermî roja duşemê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku serokê Efganistanê Eşref Ganî dê vê hefteyê biryarê bide ku hezar girtiyên tevgera Talîban ji zindanê berde, ev biryar dê rê veke ku di navbera hikûmeta Efganistan û Talîbanê de diyalog dest pê bike.”


Mijarên Din