Mijarên rojnameyên erebî - 10 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa êrişên DAIŞ’ê li dijî hêzên hikumeta Sûriyê, aloziya Iraqê û destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa êrişên DAIŞ’ê li dijî hêzên hikumeta Sûriyê, aloziya Iraqê û destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: ÊRIŞA RÊXISTINA DAIŞ’Ê LI DIJÎ HÊZÊN REJÎMÊ LI BEJAHIYA SÛRIYÊ

Der barê vê yekê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh 18 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê di êrişa DAIŞ’ê de hatin kuştin. Her wiha SOHR’ê ragihand ku li derdora bejahiya bajarê Sexnê yê bejahiyên rojhilatê Humsê di encama êrişa rêxistina DAIŞ’ê li dijî nuqteyên hêzên rejîm û komên alîgirên wê de şerekî dijwar rû da."

Li gorî SHOR’ê bi êrişan re balafirên şer ên Rûsyayê derbeyên asîmanî pêk anîn û di encamê de 11 çekdarên DAIŞ’ê yên tundraw hatin kuştin.

Rêxistina DAIŞ’ê beriya niha pirî caran serweriya Sexnê kir û hêzên rejîmê di 2017’an de vegerand. Her wiha SOHR’ê diyar kir ku êrişa rêxistina DAIŞ’ê ya herî dijwar e ji Kanûnê ve,  her wiha tevî têkbirina wê ji herêmên di bin serweriya rojhilatê Sûriyê ji Adara borî ve hê jî çeteyên DAIŞ’ê li bejhahiyên Sûriyê belav dibe û nuqteyên rejîmê ji cihên petrol û gazê li parêzgeha Humsê hedef girtin.

Li aliyekî din jî Moskov û Şamê bersiva rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî da ku cara yekemîn e Şamê bi bikaranîna çekên qedexekirî di êrişên li naverasta welat di 2017’an de tawanbar dike, her wiha rapor bi plangeriyê bi nav kir.

EL-BEYAN: MISTEFA KAZIMÎ HEWLDANA SÊYEMÎN A AVAKIRINA HIKUMETA NÛ YA IRAQÊ YE

Der barê Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Iraqê Berhem Salih duh ragihand ku serokê îstîxbaratê Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumeteke nû erkdar kiriye, her wiha ev hewldana sêyemîn e ku Adil Abdulmedî biguherin û welat ji pêvajoya aloziya siyasî ku krîza aboriyê kûrtir kiriye, derxist."

Berhema Salih di destûra komarî ya 9’ê Nîsanê de got der barê lêborîna erkdar Ednan El-Zurfî de Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin.

El-Zurfî di daxuyaniya lêborînê de ragihandibû ku sedemên wê hundirîn û derveyî ne û piştrast kir ku ji hilbijartinên pêş re amade ye.

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê der barê binketina El-Zurfî ya erkdariyê de mixabiniya xwe anî ziman û destwerdana Îranê ya bênavber di kar û barên navxweyî yên Iraqê de şermezar kir û erkdariya Kazimî ya avakirina hikumeteke nû pêşwaz kir.

Cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên Rojhilata Navîn David Schenker ji rojnamgeran re daxuyand ku Kazimî di pêywirên xwe yên berê de sepand ku kesayetekî neteweyî û berpirsiyar e û hêvî kir ku di demeke lez de hikumetê ava bike.

Navê Kazimî (53) di nava kaxizên lêvegera olî ya li Necefê de mîna fermandarê muhtemel a piştî têkbirina rêxistina DAIŞ’ê li Iraqê dihat nîqaşkirin. Lê belê pir hêmanên wê demê ev fermandarî pêk neanîn, bi taybet hin aliyên şîe bi ‘peyayê DYA’yê’ li Iraqê bi nav kir.

Beriya nêzî mehekê komeke iraqî ya nêzî Îranê Kazimî bi destwerdana kuştina Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Desteya Heşd El-Şebî Ebû Mihdî El-Muhendis ku Washingtonê li Bexdayê pêk aniye, tawanbar kiribû.

Rayedarekî payebilind ji AFP’ê re ragihand ku binavkirina Kazimî destkeftiyek ji Iraqê re ye, bi taybet di vê pêvajoya aborî ya dijwar de, her wiha ji bo garantiya nûkirina awartebûna Bexdayê ji sizayên Amerîkayê ya ferzkirî li dijî Îranê ye.

EL-EREB: AJANSA ANADOLU LI LÎBYAYÊ AGAHIYAN BEREVAJÎ DIKE

Têkildarî destwerdana dewleta Tirk ji Lîbyayê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Ajansa Anatolyayê bi weşandina raporekê, isbata vegera ji rêya xwe ya berê kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk parastina Mesrata û Terablusê dike, bi vê yekê zimanê raporê û gotinên wê berevajî kirin, ji ber artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi pêş de çû û piştî Ewropayê çek ser hikumeta Wîfaqê qut kirin, lîstokên Tirkiyê li Lîbayayê hatin lawazkirin û Tirkie kete panîkê.

Raporê îdia kir ku "berxwedan" kesên navên ‘Tirkên Misratayê’ li wan hatiye kirin, tev li sekinandina şerê artêşa Lîbyayê yê li dijî Terablusê bûye. Artêşa Lîbyayê bi serkêşiya muşîr xelîfe Hefter tev digere û bi armanca rizgarkirina Terablusê ji milîsên tundraw ên hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê êriş kirine.

Dewleta Tirk îdia dike ku dema artêşa nîştimanî beriya salekê bi armanca serwerkirina Terablusê êriş kir, milîsên tundraw ku navê tugayên Misratayê yên li başûrê Terablusê li wan hatiye kirin, bi milîsên tundraw ên din re bûne yek û bi navê operasyona "Burkan El-Xedeb" êriş kirin. Operasyona Burkan El-Xedeb, hikumeta Wîfaqê li dijî pêşdeçûnên operasyona Tofan El-Keramê dabû destpêkirin ku artêşê beriya salê bi armanca rizgarkirina Terablusê ji milîsan û bidestxistina paytexta Camia ji hemû lîbyayîyan re dabû destpêkirin.

Ajansa Anadoluyê diyar kir ku milîsên di bin sîwana operasyona Burkan El-Xedeb de li dijî artêşa nîştimanî stratejî bi pêş xistin, her wiha Tirkiyê-Lîbyayê (Alkraglhê) ku li bajarê Misrata bi cih bûne, dest bi têkoşînê kir û bajarê Garyan serwer kir. Bajarê Misrata 200 km dikeve rojhilatê Terablusê û bajarê Garyan jî 100 km dikeve başûrê Trablusê, li gel vê yekê rêya çûna paytextê ye û navenda operasyonan e.

Li vir diyar dibe ku dewleta Tirk tawanên li dijî xwe piştrast dike, ji van tawanan jî desteka ji milîsan, parçekirina Lîbyayê û dirêjkirina şer.

Tirkiyê dîroka êlên Lîbyayê dikole û radigihîne ku Misrata ya ku lîbyayî tê de dijîn ku bi eslê xwe Tirk e, sedema sereke ya astengkirina pêşdeçûna artêşa nîştimanî ber bi paytexta Terablusê ye û Tirkiye baş girîngiya êlan dizane.

Nivîskarê misirî yê di kar û barê dewleta Tirk de serwext e Mihmed Taîmê destnîşan kir ku hevalbendên Enqereyê vegera saziyên dewleta Lîbyayê xerab kir û îşareta destpêkirina şerekî leşkerî yê Tirkiyê dike, ev jî bi heman îdiaya Qubrisê ye, her wiha parastina kêmneteweyên bi eslê xwe Tirk in, dike.

(fr-eh)


Mijarên Din