Mijarên rojnameyên erebî – 10 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê, aloziya Lubnanê û arîşeya di navbera Ewropa û Tirkiyê de nivîsîn.

ŞERQ EL-EWSAT: MSD’Ê DER BARÊ TEVLIHEVIYA LI ROJHILATÊ FIRATÊ 3 ALÎ TAWANBAR KIRIN

Rojnameyê der barê tevliheviya li herêmên bakur û rojhilatê Firatê de nivîsî: "Meclisa Sûriya Demokratîk, der barê êrişên li dijî rûspiyên eşîrên Ereban li herêma Dêrazorê de sê alî tawanber kirin. Serokê Meclisê Riyad Derar ‘Meclisa Eşîran û Êlên Sûriyê’ ku Tirkiye piştgiriya wê dike, her wiha rejîma Sûriyê û şaneyên rêxistina DAIŞ`ê tawanber kirin ku van êrişan pêk tînin da ku li herêmê şer û pevçûnên navxweyî gur bikin.

Der barê heman mijarê de rûspî û serokên eşîran li parêzgeha Reqayê duh piştî civînekê daxuayaniyek belav kir û diyar kir ku ew bi awayê siyaseta rejîma Sûriyê û hêzên Îranê napejirînin, her wiha diyar kirin ku ew piştgiriya eşîra Igêdat dikin û Hêzên Sûriya Demokratîk xwestin ku der barê kuştina yek ji lîderên eşîra Igêdat de lêkolînê vekin, her wiha piştgiriya xwe ji bo QSD`ê jî diyar kirin.

Duh fermandarên hevpeymana navdewletî û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk li gundê Elmohesen yê bajarokê Hecîn, bi serokên eşîrên Ereban yên rojhilatê Firatê re civiyan da ku aloziya li herêmê kêm bikin û kesên tawanber radestî dadgehê bikin.

Îna derbasbûyî jî serokên eşîran û rûspiyên bajarên Zibyan û Şihêl li Heql El-Umer bi berpirsên leşkerî yên Amerîkayê re civiyan, wan ji rûspiyan ji Amerîkiyan xwestin ku lêpirsîn dewam bikin da ku êrişkarên ku serokên eşîran kuştine, eşkere bibin.”

EL-EREB: CIVAKA NAVDEWLETÎ LUBNAN NEÇAR KIR KU LÊPIRSÎNA NAVDEWLETÎ DER BARÊ TEQÎNA BEYRÛTÊ DE BIPEJIRÎNE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Kongreya navdewletî ku duh hate lidarxistin, Lubnan neçar kir ku avakirina komîteyeke navdewletî ji bo lêpirsîna teqîna mezin a ku 4`ê Tebaxê li Beyrûtê pêk hat, bipejirîne."

Di encamnameya kongreyê de hate gotin ku "Li ser daxwaza Lubnanê, pêdivî heye ku lêpirsîneke bêalî, pêbawer û serbixwe der barê teqîna 4`ê Tebaxê de bê kirin, derfetên wê jî hene.”

EL-BEYAN: EWROPA TEVGERA TIRIYÊ LI DERYAYA SPÎ BI CEZAYAN DORPÊÇ DIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Li dijî destwerdana Tirkiyê ya li Deryaya Spî, Yekitiya Ewropayê hin cezayên nû li dijî Tirkiyê amade dike, da ku bi dewletîn endam re binirxîne, di vê navberê de Tirkiye amadekariyan dike ku îro û sibê li herêma di navbera giravên Rodos û Kastîlorîzo yên Yûnanistanê de rahênanên leşkerî pêk bîne."


Mijarên Din