Mijarên rojnameyên erebî – 10 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa nameyên Amerîkayê ji Rûsyayê re yên girêdayî Sûriyê, amadekariyên leşkerî yên artêşa Misirê li hemberî dewleta Tirk li Lîbyayê û rewşa Yemenê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA GEFA ZÊDEKIRINA LÊÇÛNA ÇIRAVA SÛRIYÊ LI RÛSYAYÊ DIXWE

Rojnameya Şerq El-Ewsat di vî warî de wiha nivîsî: "Nameya ku rayedarên amerîkî bi awayekî eşkere û veşartî ku ji aliyê Rûsyayê ve veguhastine, ew e ku yan bi hev re kar bikin da ku bigihêjin lihevkirinekê ku guhertina reftariya rejîma Sûriyê dabîn bike yan jî dê lêçûna çirava Sûriyê zêdetir bike.

Di destpêka 2018`an de şandeyê amerîkî yê Sûriyê James Jeffrey û cîgirê wî Joel Robren rêzepêşniyarên girêdayî dosyaya Sûriyê ji Donald Trump re pêşkêş kirin. Ew pêşniyar hatin erêkirin. Pêşniyar ji van şertan pêk hatin:

1- Rawestandina piştgiriya terorê.

2- Qutkirina têkiliyan bi Îran û milîsên wê re.

3- Dev ji çek û bernameya kîmyewî berde da ku bi rêbazekê lêpirsîna wê bikin.

5- Divê hikumeta Sûriyê rewşa heyî biguherîne ku bi şêwazekê koçber û penaber bi dilxwazî vegerin. Anku biryara navdewletî ya bi hejmareya 2254’an pêk bê.

6- Lêpirsînkirina sûcdarên şer.

Ev her şeş şert êdî bûn beşeke cewherî ji navaroka Qanûna Qeyser a ku di dawiya sala borî de ji hêla Kongreya Amerîkayê ve hatibû erêkirin û Trump îmze kiribû û di Hezîranê de hate ferzkirin.”

EL-EREB: MISIR LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ AMADEKARIYÊN ARTÊŞA XWE ZÊDE DIKE

Rojnameya El-Ereb girêdayî amadekariyên artêşa Misirê li hemberî dewleta Tirk li Lîbyayê wiha nivîsî: "Artêşa Misirê tetbîqatên leşkerî mezin li herêma rojava li nêzî sînorên Lîbyayê bi navê `Hesim 2020` anku têkbirin, pêk anîn. Tê de cureyên cuda yên çekên pêşketî bi kar anîn. Xuya ye ku Misir amadekariyên mudaxeleyeke nêz li Lîbyayê dike."

Ev gava Misirê texmînên girêdayî pejirandina Misirê berbijêrka leşkerî di dan û standina xwe de bi aloziya Lîbyayê re xurt dike. Piştî ku mudaxele û gefên dewleta Tirk gihaştin asteke tund ku dijwar e dewleteke cîranê Lîbyayê mîna Misirê wê qebûl bike.”

EL-BEYAN: KOALÎSYONÊ DU KEŞTIYÊN BOMBEBARKIRÎ YÊN HÛSIYAN RÛXANDIN

Rojnameya El-Beyan behsa rûxandina koalîsyonê ya du keştiyên Hûsiyan kir û wiha nivîsî: “Hêzên Koalîsyonê piştgiriya xwe ji hikumeta rewa re li Yemenê destnîşan kir û diyar kir ku hêzên hevpar ên koalîsyonê duh berbanga sibehê du armancên leşkerî yên girêdayî Hûsiyan ên terorîst û alîgirên Îranê li başûr keştîgeha El-Salîf ku li ser xetên deryavanî, bazirganiya cîhanî û ewlehiya herêmî û navdewletî tehdîdek bûn, rûxandin."

(şx)


Mijarên Din