Mijarên rojnameyên erebî – 11 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê armancên Tirkiyê yên desteserkirina petrola Sûriyê û planên wê yên Lîbyayê de, her wiha der barê mijara belavbûna vîrusa Koronayê de nivîsîn.

El-Ereb: Erdogan ji Pûtîn re; petrola Sûriyê ya me û we ye

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet xwestekên Tirkiyê yên bidestxistina petrola Sûriyê nivîsîn. Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got wî ji hempîşeyê xwe yê Rûsyayê re xwestiye ku ew bibin hevparên rêvebirina zeviyên petrolê li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê, li şûna ku bimîne di destê hêzên Kurdan de ku niha wan zebiyan bi rê ve bidin.

Çavdêr dibêjin ku ev daxuyanî rastiya rola Tirkiyê li Sûriyê eşkere dike ku dagirker e û hewl dide dest deyne ser petrol û gaza Sûriyê, her wiha gotinên berê yên Erdogan jî pûç bike, Erdogan berê gotibû hin aliyan xwestiye ku petrolê bi wan re parve bike lê wî nepejirandiye û got “xema me mirov in ne petrol e”.

Çavdêrên siyasî got serokê Tirkiyê hem armancên xwe yê dagirkeriyê eşekere kir, hem jî da xuyakirin ku ew pir hişsivik e, tê zanîn ku dagirker carê armancên xwe yên dagirkeriyê vedişêrin û behsa armanc û sloganên mirovî dikin. Her wiha çavdêran diyar kir ku Pûtîn dê hevkariyeke serokekî ku ramanên xwe ji her kesî re eşkere dike, neke, her wiha Rûsya dikare armancên xwe li Sûriyê bêyî Erdogan pêk bîne.”

El-Beyan: Erdogan amadekariyan dike ku pasaportên Tirkiyê bide çeteyên Lîbyayê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Çavkaniyên dîplomatîk ên agahdar ji El-Beyan re got serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan soz daye tundrawên Idlibê ku Terablusê ne, ku rewşê sererast bike û pasportên Tirkiyê bide wan.

Hin çavkaniyên din diyar kir ku rejîma Tirkiyê êdî hejmareke pir a terorîstan ji bakurê Sûriyê vediguhêze Terablusê, hikûmeta Almanyayê jî got şêweirmend Angela Merkel pêşwaziya fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfa Hefter kir da ku der barê rewşa Lîbyayê de gotûbêjan bikin.

Berdevkê hikûmeta Almanyayê got “şêwirmenda Almanyayê teqez kir ku ev nakokî bi leşkerî nayê çareserkirin û ji ber wê jî pêwîst e pêvajoya siyasî bi pêş bikeve.”

Dîsa çavkaniyên leşkerî ji El-Beyan re diyar kir ku plana Erdogan li Lîbyayê ew e ku hejmareke mezin a çeteyan bîne, ew hewl dide 16 hezar çeteyan ji Idlibê bibe Terablusê, her wiha soz daye wan ku nasnameyên Tirkiyê bide wan da ku di demên pêş de navê terorê ji ser xwe rakin, tevî ku ew kes tundraw in û ji bo tevahiya cîhanê jî cihê metirsiyê ne.

Erdogan naxwaze bi welatên Rojava re bikeve arîşeyê, lewma dibêje ku kesên li Lîbyayê şer dikin xwediyên pasaporta Tirkiyê ne û ne girêdayî komên çekdar in.

Çavkaniyên Sûriyê û Lîbyayê diyar kir ku rejîma Tirkiyê hejmareke zêde ya terorîstên girêdayî wê ji bakurê Sûriyê veguhastin Terablusê.

Şerq El-Ewsat: Çînê ragihand ku Korona di bin kontrolê de ye

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: “Serokê Çînê Şî Cînpîng duh ragihand ku li Wohanê vîrusa Koronayê  ya nû hatiye kontrolkirin, piştî ku cara yekemîn serdana bajarê ku tûşî nexweşiyê bûye, kir.

Li aliyekî aloziya nexweşiyê li Çînê kêm dibe û gelek bajar amadekeriyê dikin ku qedexeya liv û tevgerê rakin, li aliyê din vîrus li dehan dewletên cîhanê belav dibe, Îtalya niha bûye navenda belavbûna vîrusê piştî ku hejmara kesên tûşî nexweşiyê bûne, gihîştiye 10 hezaran, ji wan 600 kes mirin. Gelek dewletan pesnê bergiriya Îtalyayê dan ku ketiye tevahiya welat  xistiye karantînayê, rêxistina tenduristiyê ya cîhanê jî pesnê “fedakariya” Romayê da.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh ragihand ku Fransa di pêvajoya destpêkê ya belavbûna vîrusê de ye ku ta niha 30 kes li welêt mirine û 1700 jî tûşî nexweşiyê bûne.

Li welatên Ereban jî Lubnan û Fasê ragihand ku yekem nexweşên vîrusê mirin, paytexta Fasê Ribatê ragihand ku jineke 89 salî bi vîrusê mir, Beyrûtê jî ragihand ku nexweşekî 56 salî mir.


Mijarên Din