Mijarên rojnameyên erebî – 11 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê fişarên navdewletî yên li ser dewleta Tirk ên girêdayî êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsîn, her wiha rewşa Iraqê û Tunisê jî di rojeva rojnameyan de bû.

El-Beyan: Cîhan li dijî êrîşê ye… welatan bang li balyozên Tirkiyê kir

Der barê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rojnameyê wiha nivîsî: "Çend dewletên cîhanê der barê êrîşa dijminane ya Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikarên xwe anîn ziman. Tê payîn ku çend dewlet bang li balyonzê Enqereyê bikin, Konseya Ewlehiyê jî ji bo nirxandina êrîşê civînek li dar xist. Moskov jî hewl dide navbênkariyê di navbera Enqere û Şamê de bike.

Serokê Misrê Abdilfetah El-Sîsî bi qralê Urdunê Abullah El-Sanî re li Qahîreyê rewşa Sûriyê nirxand, her du aliyan der barê girîngiya çareseriyeke berfireh a aloziya Sûriyê de li hev kir.

Urdunê doza rawestandina êrîşa dijminane ya Tirkiyê kir, wezîrê karên derve yê Urdunê Aymen El-Safadî li ser Twitterê wiha nivîsî: "Em li dijî binpêkirina serweriya Sûriyê ne, em her êrîşeke dijminane li dijî yekitiya wê şermezar dikin.”

Abulaah El-Sanî bi serokê Iraqê Berhem Salih re bi rêya telefonê der barê geşedanên li Sûriyê de axivî û diyar kir ku "Li dijî binpêkirina serwerî û yekpariya Sûriyê ne.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li Tirkiyê kir ku "di demeke nêz de" êrîşê rawestîne û ew der barê "Metirsiya ku bibe alîkar da ku DAIŞ xîlafeta xwe dîsa ava bike" hişyar kir. Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê diyar kir ku Wezareta Karên Derve piştî êrîşa Tirkiyê bang li balyozê Tirkiyê kiriye.

Îtalyayê jî bang li balyozê Tirkiyê yê li Romayê kir

Çînê jî doza rêzgirtina serweriya Sûriyê kir. Serokê Yekitiya Ewropayê  Jean-Claude Juncker xwest ku operasyon bê rawestandin, her wiha ji Enqereyê re got Yekitiya Ewropayê dê ji bo avakirina "herêma ewle" pereyan nede. Her wiha gelek rêxistinan jî bang kir ku roja şemiyê li dijî êrêşa Tirkiyê li Parîsê çalakiyan li dar bixin.”

El-Ereb: Erdogan bi pelika koçberan û DAIŞ`ê bazarê bi Ewropayê re dike ku ji bo Kurdan bi hêrs e

Rojnameyê nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja pêncşemê gef xwarin ku dê deriyên Ewropayê li pêşiya milyonan koçberan veke, her wiha dê DAIŞ`iyên ewropî vegerîne welatê wan, ev tişt li gorî çavdêran bazareke li hember rexneyên Ewropayê yên der barê êrîşa ku hêzên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Erdogan di axaftinekê de li Enqereyê got "Ey Yekitiya Ewropayê, ji bîr nekin, ez dîsa dibêjim, eger hûn operasyona me wek êrîş bi nav bikin, em ê deriyan vekin û 3.6 milyon koçberan ji we re bi rê bikin.”

Deweletên ewropî operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi tundî şermezar kir.

Serokkomarê Tirkiyê bê navber di her boneyê de pelika koçberan raberî Ewropayê dike û hevpeymana ku bi Ewropayê re îmze kiriye û buhayên ku Tirkiyê baramberî koçberan distîne jî paşguh dike.

Di mijara girtiyên DAIŞ`ê de jî Erdogan li ser têlan dilîze, wî tirsa ku piştî daxuyaniyên berdevkê wî Ibrahîm Kalin çêbûbû, kêm kir. Kalin gotibû pêwîst e dewletên ewropî DAIŞ`iyên xwe vegerînin.

Nivîskar Simon Tisdall got êrîşa Tirkiyê wek meseleya dibêje "Tişta me hêvî dikir, bi xwe pêk hat" ji ber ku Erdogan ketiye qumarbaziyeke mezin û vebijêrkên wî pir kêm in.

Tisdall der barê vebijêrkan de ji rojnameya The Guardian re nivîsî û hin pirs araste kirin: Ev êrîş dê ta kengî dewam bikin? Dijmin kî ye? Dê ta çi qasî karibe dewam bike û buhayên wê yên mezin bide? 

Lê Richard Spencer di gotareke li rojnameya The Times de nivîsî û diyar kir ku operasyon dê Tirkiyê bixe nava pevçûneke bêdawî.”

Şerq El-Awsat: Ji bo rawestandina xwepêşandanan li Iraqê hin guherînên hikumetê

Rojnameyê nivîsî: "Iraqê duh di hikumetê de hin guherîn pêk anîn, ji bo perwerdeyê û tenduristiyê du wezîrên nû hatin erkdarkirin. Hewl tê dayîn ku ev guhertin û pêkanîna hin reforman karibin xwepêşdnan û arîşeyan rawestîne.

Abdilmehdî pêr 3 rojên şînê ragihandibû, wî got wî fermana bikaranîna çekan nedaye, her wiha ragihand ku dê hin guherînan pêk bîne, dê hin berpirsyaran ceza bike, derfetên kar peyda bike û ji bo malbatên xizan jî mûçeyan bide.

El-Beyan: El-Qurawî û Saîd li benda îro ne.. sibê jî bêdengiya hilbijartinan heye

Rojnameyê wiha nivîsî: "Tunis dê sibê bikeve bêdengiya hilbijartinan ku roja yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê dest pê dike. Dê mêzîna yek ji du namzetan giran bibe; Qyes Saîd yê serbixwe yan namzetê Partiya Dilê Tunisê Nebîl El-Qurawî. Îro li ser televîzyona navxweyî dê di navbera her du namzetan de gotûbêj bê kirin.


Mijarên Din