Mijarên rojnameyên erebî – 11 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa binekitina Meclisa Ewlehiyê di dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovî de ji Sûriyê re, destwerdana Tirkiyê li Iraqê û aloziya Lubnanê kir.

ŞERQ EL-EWSET: RÛSYA ALÎKARIYA GELÊ SÛRIYÊ BI ERÊKIRINA ŞERTÊN XWE VE GIRÊ DIDE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir ji wan veto ya Rûsî – Çîn li ser derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re ye. Di vê der barê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Şeva din Rûsya – Çîn cara duyemîn di hefteyê de li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navnetewî ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyên sînorên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên din derbasî Sûriyê bikin, veto bikar anî."

Li gorî çavdêran ku ev yek diyar dike ku Rûsya çarenûsa alîkariya gelê Sûriyê bi şertên xwe ve girê dide. Tenê bi yek deriyê sînor li şûna du deriyan. Her wiha ji sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres hat xwestin kuraporeke mehane der barê cezayên aborî yên rewşa mirovî li Sûriyê de, pêşkêş bike.

Piştî bidawîbûna dengdanê li ser biryara almanî – belcîkî dibe ku Rûsya dengdaneke nû der barê reşnivîsa ku derxistiye bixwaze yan jî bi Amerîka û dewletên Ewropa re têkildarî projeya qanûna erênî, ji bo dirêjkirina biryarê ku duh bidawî bû têkeve diyalogan.

Rûsya û Çîn roja sêşemê li dijî projeya biryarê  ku bi erêkirina NY`yê saleke din dirêj bike, veto  bikar anî ku her du deriyên sînor Bab El-Selam ê ber bi Helebê ve û Bab El-Hewa yê ber bi Idlibê ve, vekirî bin.

Ev tedbîrên ji NY`yê re hatine diyarkirin derfet dide ku erêkirina Şamê ji bo veguhestina alîkariyên mirovî ji herêmên ku ne di bin serweriya wê de ne, bigire.

EL-EREB: ENQERE BI MEBESTA DOZA TIRKUMENÊN LI IRAQÊ AMADEKARIYA DESTWERDANA LI KERKÛKÊ DIKE Têkildarî destwerdana Tirkiyê ji Iraqê re rojanameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di demên dawîn de siyasetmedarên Tirkumen ên li Iraqê daxwaz kir ku li welat hîn zêdetir rola siyasetmedaran derkeve holê, heke ne ji destwerdana Enqerayê ji van daxwazan bûya ew ê diyardeyeke wiha  li welatekî ku sîstema siyasta wê parkirina partîtiyê, mezhebî û entînîkî dike, normal bûya. Ev yek jî gumanên hebûna planên Tirkiyê zêde dike û ji ber muhteml e Tirkiyê van kêmnetewan wekî çekekê bi kar bîne û ji bo berjewendiyên xwe yên dîrokî û petrolê destwerdana Iraqê bike."   

El-BEYAN: LUBNANÊ; REWŞ JI BIN KONTROLÊ DERDIKEVE 

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Beyan nivîsand ku Komsera NY`yê ya Parastina Mafên Mirovan  Michel Bachelet hişyarî li ser derketina rewşa Lubnanê ji bin kontrolê li ser krîza aboriyê, da.  Di heman demê de di daxuyaniya Bahelet de hate diyarkirin ku hin lubnanî ji ber aloziyê bi xeteriya mirinê re rû li rû ne û divê yekser çare were dîtin.

(bx-eh) 


Mijarên Din