Mijarên rojnameyên erebî – 12 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê û lihevhatina Idlibê de nivîsîn, her wiha destwerdana Tirkiyê bo Yemenê û belavbûna vîrusa Koronayê jî di rojevê de bûn.

EL-BEYAN: ERDOGAN HEWL DIDE WINDAHIYÊN LIHEVHATINA IDLIBÊ VEŞÊRE

Rojnameyên erebî yên Îro der barê rewşa Sûriyê û agirbesta li Idlibê de nivîsîn. Rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Erdogan li xwe mikur hat ku di mijara lihevhatina Idlibê ya bi Rûsyayê re têk çûye, berovajî wê, wî pir winda kir, wî hişt ku Rûsya cara yekem bikeve rêya M4. Daxuyaniyên vala yên Erdogan nîşan didin ku Tirkiye ji encamên vê lihevhatinê ne razî ye.

Erdogan baş dizane ku ew nikare xwe ji lihevhatinê bikişîne, ji daxuyaniyên wî jî diyar e ku welatê wî dê tu destwerdana leşkerî neke, eger lihevhatin hate binpêkirin, tenê ew hewl dide qelsiya xwe ya li bakurê Sûriyê veşêre, wî pelikên xwe yên bazarê winda kirin û tenê leşkerên xwe yên li xalên çavdêriyê diparêze.

Erdogan li pêşberî parlamenterên partiya xwe got hin binpêkirinên biçûk ên agirbestê rû dane, her wiha erka sereke ya Tirkiyê ewlehiya 12 xalên çavdêriyê yên li herêmê ye.

Li aliyekî din wezîrê karên derve yê Tirkiyê  Mevlut Çavuşoglu hîn zêdetir pê de çû û got hevdîtinên di navbera rayedarên Rûsya û Tirkiyê de pir baş in. Wezîrê parastinê Hulusî Akar jî got: "Em niha awayên vekirina rêya M4`ê gotûbêj dikin".

EL-EREB: SERBAZÊN ÎSTIXBARATA TIRKIYÊ LI MAAREB Û ŞEBWAYÊ NE

Rojnameya El-Ereb li ser zimanê çavkaniyên siyasî ragihand ku rola Tirkiyê li Yemenê bilind bûye, piştî nêzîkatiyên di navbera Enqere û Tehranê de û kûrbûna nakokiyên Siûdiyê û Tirkiyê yên der barê mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî de.

Çavkaniyan diyar kir ku tişt eger hene, nîşan didin ku Enqere dixwaze li hember dewletên hevpeymanê, dosyaya Yemenê bi kar bîne, her wiha hewl dide ku Yemen jî roleke mîna ya Sûriyê û Lîbyayê bilîze, ew jî bi rêya piştgiriya komên îslama tundraw wekî Îxwan El-Muslimîn û rêxistina El-Qaîde.

Çavkaniyan diyar kir ku Tirkiye bi rêya hevpeymaneke veşartî bi Îran, Qeter û Omanê re ketiye Yemenê, wê têkiliyên xwe yên fireh bi rêxistina Îxwanên Yemenê re bi kar aniye. Jixwe Partiya El-Islah ya desthilatdar nûneriya rêxistina navdewletî ya Îxwanan li Yemenê dike.

Li gorî agahiyên ku El-Ereb bi dest xistine, Tirkiyê bi rêya ‘Rêxistina Alîkariya Mirovî (ÎHH)’  ya  Tirkiyê, bi dehan serbazên istixbaratê derbasî Yemenê kirine, hin ji wan gihîştine herêmên Maareb û Şebwayê, bi rêya deriyê sînorî yê parêzgehea El-Mehrayê, bi alîkariya wezîrê derve yê yemenê Ehmed El-Mîserî û parêzgerê El-Mehra yê berê Racih Bakrît.

Li aliyekî din hin rayedarên hikûmeta Rewa ya Yemenê, yên nêzî Qeterê ne, diyar kir ku dixwazin hevpeymaneke nû li Yemenê ava bikin ku li dijî hevpeymana erebî ya bi serokatiya Siûdiyê ye, her wiha behsa bihêzkirina hebûna Enqereyê kir di hin sektorên aboriyê de mîna benderan, balefirgehan û sektorên petrol û gazê.

Rojnamevan û lêkolînerê Yemenî Fexr El-Ezeb diyar kir ku rola Tirkiyê li Yemenê pir dişibe rola wê ya li Sûriyê û Lîbyayê, ew jî girêdayî berjewendiyên Tirkiyê ye û xeyalên vegerandina dewleta Osmaniyan e, ya ku gelek dewletên erebî, Yemen jî di nav de, dagir kiribûn.

ŞERQ EL-EWSAT: RÊXISTINA TENDURISTIYÊ; ‘KORONA’ NEXWEŞIYEKE CÎHANÎ YE

Der barê mijara belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: "Rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê" Tedros Adhanom Ghebreyesus duh ragihand ku vîrusa Korona ya nû (COVID-13) ya li gelek deverên cîhanê belav bûye, nexweşiyeke cîhanî (pandemî) ye, lê her wiha diyar kir ku hîna dikare "bê kontrolkirin".

Ta duh jî rêxistinê ev têgeh bi kar neanîbû, her wiha ta niha vîrusa Korona nebûbû pandemî.


Mijarên Din