Mijarên rojnameyên erebî- 12 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê liv û tevgera Rûaiyê û Tirkiyê ya Sûriyê de nivîsîn, her wiha mijara bertekên li dijî serdan Erdogan a Waşingtonê, geşedan û xwepêşandanên li Iraq û Libnanê jî di rojevê de bûn.

Şeriq El-Ewset: Rûsiya baregeha sêyemîn li Sûriyê ava dike

Rojnameya  Al-Şarq Al-Awsat der barê planên Rûsiyayê yên demdirêj li Sûriyê nivîsî "Çapemeniya Rûsiyayê diyar kir ku Şam û Moskovayê  mijara "kirêkirina balefirgeha Qamilşlo û avakirina baregeheke asmanî ya Rûsî" dinirxînin.

Rojnameya Nîzavîsîmaya Gazete ya Rûsiyayê duh behsa hin lihevhatinên berê yên di navbera Rûsiyê û hikûmeta Sûriyê de kir ku Rûsyayê baregeha Himêmîm`ê û baergeha Tartûsê ji bo 49 salan kirê kiriye.

Çavkaniyan diyar kirin ku dibe Rûsya navenda belavkirina mûşekan ava bike li dijî "êrîşên Amarîka".

 El-Beyan: Girtiyên DAIŞ`ê pelika şantaj`ê ya Tirkiyê ye li dijî Europa`yê

Der barê mijara girtiyên DAIŞ`ê yên li Tirkiiyê û gefên Tirkiyê li dijî welatên Europayê rojnameyê nivîsî "Bikaranîna pelika endamên rêxsitna DAIŞ`ê ya terorîst êdî li Sûeiyê û dewletên herêmê bûye lîstika vekirî, ji ber ku ev rêxistin bûye alavek her kes li gorî berjwendiyên xwe bikar tîne, lewm mijara DAIŞ`ê ji şûna mijareke girêdayî ewlehiya navdewletî bûye mijara bazarê.

Tikiyê jî pelika DAIŞ`ê bikar tîne û gefan li Europayê dixwe, bi taybet endamên ku li Tirkiyê gitîne û ji gelek welatên Europayê ne. pir caran rayedarên Tirkiyê niyeta ku van kesan rêke dewletên wan aniye ziman. Piştî 9`ê cotmehê jî dosyaya DAIŞ`ê weke tirsekê derkete pêş, çi li sûriyê çi li ser asta navdewleî.

Êrişa dijminane ya Tirkiyê gelek dosyayên li Sûriyê tevlîhev kirin, yek ji wan jî dosyaya DAIŞ`ê ye, bi taybet piştî ku wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand ku dê DAIŞ`yên Europî li welatê xwe nehêle û dê wan rêke welatên wan.

Tirkiyê duh ragihand ku wê dest bi vegerandina DAIŞ`yan kiriye, xuyaye ku ev pelik ji bo berjewendiyên dewletan tê bikaranîn. Gelo dê ta kengî pelika rêxistinê ji hemû hêzan re berdest be, û çarenûsa endamên DAIŞ`ê li Sûriyê dê çi be?

El-Ereb: Nexşeya demokgrafiya bakurê Sûriyê bûye qurbaniya pêlîstina Osmanî

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî "Dîroka imperatoriya Osmaniya tije çîrokên koçberkirinê û bicîkirina penaberan e, bi taybet li Sûriyê ku her tim bûye qada pêlîstina demografî ya Osmaniyan.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ilhama herêma ewle û bicîkirina penberan ji vê dîrokê digire, tevî ku penaberên Erdogan behsa wan dike bi xwe Sûrî ne, lê dîmena siyastên koçberkirinê ya ku wî pêşniyar kiriye, yekser dîroka Osmaniyan û kiryarên koçkirinê û guherîna demografî li herêmê tîne bîra mirovan".  

Nick Ashdown pisporê siyasî yê kovara Foreign Policy dibêje ku ev hewldanên Erdogan mîna kiryarên "Sorgun" `ê ku di dema Osmaniyan de pêk dihatin e ye.

Ev kiryar weke şêweyeke guhertina demografî ji bo armancên siyasî pêk dihatin, van kiryaran bandorên ku nayên jêbirin li gelek herêman hiştin, yek ji wan jî bakurê Sûriyê bû.

El-Beyan: Endamên  Kongresê fişarê li Trump dikin ku vexwendina Erdogan paşde bikşîne

Rojmaneyê  der barê fişar û bertekên li dijî serdana Erdogan ya Waşingrotnê nivîsîn "Alyot Angle serokê komîteya karên dever ya meclisa nûneran ya kongresa Amerîkayê serkêşiya hemleya berketên li dijî serdana Erdogan dike, hemleya ku piryaniya endamên Partiya Deomkrat û yên Partiya Komarî  jî di nav de ne, fişrê li serokê Amerîkayê Donald Trump dikin da ku vexwendina ji bo serdana Erdogan ya Waşingtonê paşde bikşîne".

Ajansa Bloomberg `ê diyar kir ku endamên vê hemleyê nameyek ji Trump re rêkirine û xwestina ku vexwendina Erdogan paşe bikşîne, di nameyê wiha hatiye nivîsîn "Di 9`ê cotmehê de Erdogan biryar da êrişî bakurê Sûriyê bike, vê tiştê bandorên mezin  li ewlehiya netewî ya Amerîkayê kir, di encama biryarê de cudabûnên kûr di nava endamên NATO`yê de çê bûn û li ser erdê jî aloziyeke mirovî pêk hat". Her wiha hate gotin "LI gorî rewşa heyî em dibînin ku niha dem ne guncaw e ji bo ku Erdogan serdana Amerîkayê bike".

Şeriq El-Ewset: Al- Sistanî ji bo çareseriyê projeyeke navdewletî erê dike.. siyasetmedaran jî hişyar dike.

Der barê geşedanên Iraq`ê rojnameyê nivîsî "Lîderê Şî`î yê bilind li Iraq`ê Elî Al-Stitanî projeye ku şandêra NY`yê Jeanine Plasschaert duh li Ncef`ê jêre pêşkêş kiribû, erê kir. Li gorî Plasschaert Al-Sistanî der barê ku çîna siyasî dê bersiva xwepêşandêran bide, bi guman e.

Her wiha Plasschaert got ku Al-Sistanî çîna siyasî hişyar kiriye û wiha gotiye "Eger desthilata kargêr û ya zagonsaz û ya dadmendî nikare yan naxwaze van reforman pêk bîne, pêwîste ji bo dîtina rêyeke din bête fikirandin".

El-Ereb: Nesrella û Berî.. paşedekişandina taktîkî da ku li rêyeke nû bigerin

Der barê geşedan û xwepêşandanên Libnanê rojnameyê nivîsî "Serhildana Libnaniyan serokê perlemanê Nebîh Berî neçar kiri ku xwe paşde bikşîne, ku wî dixwest bi lez civîneke perlemanê lidar xîne û mijara zagona afû`yê botûbêj bike, lê wî di kêliya dawî de bi hênceta rewşa ewlehiyê xwe paşde kişand.

Berî xwe ji biryara vekirina deriyê perlemanê paşde kişand, ji xwe xwepêşandêr dibêjin ku perleman ne rewa ye, di vê navberê de sekreterê gitşî yên Hizbullah`ê Hesen Nesrella di axaftina xwe ya roja duşemê behsa pirsgirêka avakirina hikûmeta ku xwepêşandêr dixwazin, nekir.

Nesrella got ku hevdîtinên siyasî yên der barê avakirina hikûmeta nû dewm dikin û ew naxaze vê mijarê eşkere vebêje û ew dixwaze "deriyan vekirî bihêle".

(kn)


Mijarên Din