Mijarên rojnameyên erebî – 13 Adar

Rojnameyên erebî behsa eşkerekirina raporên istîxbaratî ya hewldana Enqereyê ya geşkirina berjewendiyên leşkerî li bakurê Afrîkayê bi rêya fînansekirina artêşa Tunisê ya firokeyên bêpîlot, şerkirina terorê tevî xetereyên derbasbûna Tirkiyê ya ji Tunisê re ya saziyên leşkerî û ewlehiyê kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hewldana dewleta Tirk a berfirehkirina berjewendiyên xwe li bakurê Afrîkayê bi rêya fînansekirina pêdiviya artêşa Tunisê ya firokeyên bêpîlot û êrişkirina Koalîsyona Navdewletî ya derbeyên li dijî komên girêdayî Îranê li Iraqê, kir.

EL-EREB: KIRÎNA TUNISÊ YA DRONÊN TIRKIYÊ FIKARAN ZÊDE DIKE

Der barê hewldana dewleta Tirk a berfirehkirina hêza xwe li bakurê Afrîkayê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Tunis plan dike ku hejmarek ji firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk bikire. Di heman demê de jî ew firoke li derdora Terablus û Idlibê tên rûxandin. Bi wê re jî pisporên leşkerî û siyasetmedaran matmayîna ji vê yekê re xuya kir û her wiha derbasbûna dewleta Tirk a li saziyên leşkerî û ewlehî yên Tunisê re hişyar kir."

Raporên istîxbaratî eşkere kir ku Tunis niha dan û standinan bi dewleta Tirk re dike ku hejmarek ji firokeyên bêpîlot ji bo geşkirina pêkanîna asîmanî der heqê şerkirina terorê de, bikire. Her wiha kovara Africa Intelligence bi bîr xist ku kargeha çêkirina asîmanî ya Tirkiyê ‘Tusaş Tai’ û şîrketa dewleta Tirk a taybet ‘Baykar Makine’ ya nêzî serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan kirîna firokeyên bêpîlot pêşkêşî Tunisê kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku desthilatên Tirkiyê hewl didin berjewendiyên xwe yên leşkerî li herêma bakurê Afrîkayê bi rêya fînansekirina pêdiviya artêşa Tunisê ya alavên leşkerî yên pêşketî ya şerkirina terorê û îmzekirina girêbestan pê re, berfireh bikin.

Ev agahî ji Wezareta Parastinê ya Tunisê nehatin zelalkirin, lê pisporê ewlehiyê yê Tunisê serbazê karbes Elî El-Zir Medînî got ev mijar li gorî girêbestên berê ku Tunisê bi dewleta Tirk re ji bo kirîna alavên leşkerî û ewlehî, heye.

EL-BEYAN: KOALÎSYONÊ DERBE LI MILÎSÊN GIRÊDAYÎ ÎRANÊ DAN

Têkildarî pêşketinên dawîn piştî hedefgirtina baregeha Amerîkayê li Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê bi bîr xist ku hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê di hedefgirtina nuqteyên girêdayî milîsên Îranê li Iraqê de berdewam e."

Li gorî kanalên Fox News û CNN’ê, balafirên leşkerî yên Amerîkayê gelek baregehên leşkerî yên ku milîsên bi piştevaniya Îranê bi kar tînin, hedef girtin. Hin şahidan ji ajansa NEWS a Almanyayê re daxuyand ku berbanga îro balafirên şer hêzên Heşd El-Şebî yên li parêzgeha Ceref El-Sexir a 45 km li bakurê rojavayê parêzgeha Babil e, hedef girtin. Şahidan diyar kir ku dengên bombebaranê dijwar dihat û li parêzgeha Babil deng bi hêz bû.

Li gorî şahidan herêmên hatine hedefgirtin, herêmên hêzên Hizbullah, hêzên Elî El-Ekber, Ulewiyê 46 û 47 yên Heşd El-Şebî bûn.

Dengên teqînan metirsî xist nava şêniyan, mal tev hejîn û her wiha dengê balafiran her tim li asîmanê parêzgehê dihat.

Ev êriş piştî hedefgirtina baregeha El-Tacî ya nêzî Bexdayê ku di encamê de 3 endamên hêzên koalîsyonê hatin kuştin, pêk hat.”

ŞERQ EL-EWSAT: HIKUMETA YEMENÊ YA REWA BEŞDARIYA LI HUDEYDA TALOQ KIR KU NÎQAŞA LI STOCKHOLMÊ BINIRXÎNE

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha behsa rewşa Yemenê kir: "Hikumeta Yemenê xebata tîma hikumetê ya di komîteya hevkariya jinûvebelavbûnê ya piştevaniya peymana nû de taloq kir, her wiha berpirsyarî hilda ser milîsên Hûsî."

Serokwezîr Dr.Muîn Abdulmelek got şerê Hûsiyan ê gur ê dawî gefan li peymana Stockholmê û li rewşên destpêkê dixwe.

Der barê hevdîtina balyozê Amerîka yê li Yemenê Christopher Henzel bi wezîrê karên derve yê hikumeta Yemenê ya rewa Mihemed El-Hedremî re duh li Riyadê de, El-Hedremî diyar kir ku ev gav dihêle hkumet nîqaşa rastîn a peymana Stocholmê tevî binpêkirin û kiryarên milîsên Hûsî binirxîne."

Wezareta Karên Derve ya Yemenê diyar kir ku taloqkirina xebata tîma hikumetê ya di komîteya hevkariya jinûvbelavkirinê de, di encama berdewama binpêkirina peymana Hudeyda de, agirbest û şerê ji hêla milîsên Hûsî ve pêk hat.”

(fr)


Mijarên Din