Mijarên rojnameyên erebî – 13 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê, geşedanên li Lubnanê û êrişên Tirkiyê de li Iraqê nivîsîn.

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ DAKETINA TANSIYONA EL-ESAD LI ŞAMÊ ARÎŞE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Piştî ku medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku serok Beşar El-Esad duh ji ber ku tansiyona wî kêm bûye axaftina xwe ya li pêşiya endamên parlemanê rawestand, li Şamê gengeşî çêbû, hate gotin ku saziyên ewlehiyê ketin nava seferberiyê.

Televîzyona fermî ragihand ku El-Esad dema li parlemanê diaxivî çend deqeyan tansiyona wî kêm bû, paşê bi awayekî asayî axaftina dewam kir. Ajansa SANA ya fermî got "Axaftina birêz serok Beşar El-Esad pêşiya parlemanê, ji tansyona serok kêm bû, hate qutkirin, paşê dîsa bi asayî axaftina xwe dewam kir."

Çalakvanên dijber diyar kir ku Esad li ser kursiyê rûnişt, careke din hewl da rabe axaftina xwe dewam  bike, lê pêşî xwê da û nêzî çaryekekê ji hola parlemanê derket, piştî ku vegeriya El-Esad diyar kir ku wî demeke dirêj xwarin nexwariye, lewma tansiyona wî kêm bûye.

Medyaya fermî kêm caran behsa tenduristiya El-Esad dike ku temenê wî 55 sal e, serokê dewletê ye ku ber bi hilweşîna aborî ve diçe, her wiha ev deh sal e di nava şer de ye ku bi sed hezaran kes hatin kuştin û bi milyonan jî koçber bûn.

Di axaftina xwe ya tomarkirî de El-Esad cezayên Amerîkayê rexne kirin û got: "Cezayên Amerîkayê yên bi navê Qeyser, dikeve rêza hewldanên berê yên fetisandina gelê Sûriyê û hilweşandina jiyana gel."

EL-EREB: PEYWIRDEKIRINA HERÎRÎ JI BO AVAKIRINA HIKUMETÊ GIRÊDAYÎ ERÊKIRINA AMERÎKA-SIÛDIYÊ YE

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Di saetên dawiyê de, hevdîtinên ji bo avakirina hikumeteke nû li Lubnanê zêde bûn, li şûna hikumeta Hesan Diyab ku roja duşema derbasbûyî îstifa kir, di encama fişarên welatiyên Lubnanê yên bihêrs de, piştî ku roja 4 mehê li Beyrûtê teqîneke mezin pêk hat û zêdetirî 171 kesan hatin kuştin û 6 hezar kes jî birîndar bûn, her wiha gelek avahî hilweşiyan."

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ KARWANEKÎ TERORÎSTAN LI NÊZÎ SERTEYÊ HILWEŞAND

Rojnameyê nivîsî: "Artêşa Lîbyayê êrişeke mezin li dijî milîsên Wîfaqê ku di nava wan de çeteyên Erdogan hene, pêk anî. Hêzên asmanî li herêma newala bi rojavayê Serteyê karwanên leşkerî topbaran kirin ku wan koman dixwest bikevin herêma xeta sor.”

ŞERQ EL-EWSAT: BERTEKÊN IRAQÊ Û YÊN EREBAN LI HEMBER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Bombebarana Tirkiyê pêr li bakurê Iraqê pêk hat û di encamê de du serbaz û ajokarê wan hatin kuştin, rastî bertekên tund yên Iraqê û helwestên welatên Ereban hat, welatên Ereban ji Konseya Ewlehiyê xwest ku êrêşên Tirkiyê li dijî Iraqê rawestîne.”


Mijarên Din