Mijarên rojnameyên erebî – 14 Adar

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, nakokiya Rûsya û Tirkiyê, rewşa Lîbya û destwerdana Tirkiyê û belavbûna vîrûsa Koronayê, kir.

EL-EREB: ENQERE LI ÇAREKIRINEKE DAÎM BI MOSKOVÊ RE DIGERE KU JI BATAQ IDLIBÊ RIZGAR BIBE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî rewşa Idlibê û rojnameya El-Ereb li ser nivîsî: "Çavdêran diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk a çarekirina daîm bi Rûsyayê re bi rêya dan û standinên heta duh li ber xwe da, bi hedefa lêgerîna mekanîzmaya derketina ji bataqa Idlibê ye. Lê belê piştî hêzên dewleta Tirk bi awayekî mezin tevî azarên Enqere bi sedema penaberên li ser xaka wê, hat xeniqadin."

Girêdana dewleta Tirk bi helwesta xwe ya der barê dîtina çareyeke daîm a agirbesta ku bi Rûsya re destpêka vê mehê îmze kiriye, wekî peymanên berê pir li ber xwe nade.

Enqere metisîdar e ku rihneyên li ser peymanê yê ku hêviya rêxistinê di nava refên wê de çêdike, ji dest bide.

Hedefa eşkere ji peymana agirbestê, pêkanîna aramiya li bajêr û nehiştina şerê di navbera rejîma Sûriyê û Heyet Tehrîr El-Şam a bi piştevaniya dewleta Tirkiyê ku li ser Idlibê serwer de ye, lê belê pirsgirêk li gorî tirkan ji wê mezintir e.

Tê texmînkirin ku peymana agirbestê metirsiyên dewleta Tirk ên sereke der barê pêla koçberiyê û zêde leşkerên Tirk neyên kuştin çare bike. Lê belê destkeftiyên dawîn ku hêzên hikumeta Sûriyê pêk anîne geş dike û nuqteyên dewleta Tirk di çemberê de dihêle.

EL-BEYAN: TIRKIYÊ KEDÊN ÇAREKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ ASTENG DIKE

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji paytexta Tunisê piştrast kir ku hin nîşaneyên çarekirina aloziya Lîbyayê hene ku têk diçin, her wiha gelek paytextên rojava û herêmî xebata piştevaniya û pêşketinê dikin. Lê belê li beramber astengiyên dewleta Tirk a îxwanî ne. Li gorî biryara ku serokên dewlet û hikumetên Yekitiya Afrîkayê 2018’an daye, koma pêwendî ya girêdayî Yekitiya Afrîkayê biryar girt ku kongreyeke nîştimanî ya lihevanînê di navbera aliyên Lîbyayê de di Tîrmeha bê de li Addis Ababa ya Etiyopayê li dar bixe."

Her wiha komê destwerdanên derve li Lîbyayê, binpêkirina qedexeya çekan, hebûn û şandina çekdarên biyanî li xaka Lîbyayê şermezar kir.

ŞERQ EL-EWSET: EWROPA KANIYA KORONAYÊ YE Û TRUMP REWŞA AWERTEBÛNÊ RAGIHAND

Der heqê belavbûna vîrûsa Korona de rojanemya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh rêxistina tenduristiyê ya cîhanê piştrast kir ku êdî Ewropa bûye kaniya krîza Korona ya cîhanî, her wiha hişyar kir ku ew nizain kengî bizanin vîrûsa Korona bigihîje lûtkeyê li ser asta cîhanê. Li aliyekî din jî gerînendiyê giştî yê Rêxistina Tidros Adhanum Gebriusus got Ewropa niha kantiya krîza Covîd-19 a cîhanî ye û destnîşan kir hejmara ku rojane tê tomarkirin zêdetirî hejmara ku li Çînê di dema lûtkeya belavbûna vê nexweşiyê de ye."

(fr)


Mijarên Din