Mijarên rojnameyên erebî - 14 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Sûriyê, rageşiya di navbera Iraq û dewleta Tirk de û nakokiya Fransa û dewleta Tirk de nivîsandin.

EL-BEYAN: PIŞTÎ KARESATA LI BEYRÛTÊ BENDERA LAZÎQIYÊ DERDIKEVE PÊŞ

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî rewşa li Sûriyê bal kişand ser gelek mijaran. Jê îhtîmal heye ku bendera Lazîqiyê li şûna bendera Beyrûtê were bikaranîn. Di vî warî de El-Beyan wiha nivîsî: “Di dema ku axaftin girêdayî bendera îhtiyatê li şûna bendera Lubnanê têne kirin, axaftinên girêdayî ji nû ve vekirina bendera Lazîqiye zêde dibin. Di heman demê de ji bo hikumeta Sûriyê ya ku rastî dorpêçê û cezayên aborî hatiye, ev yek wek çareseriyekê ye.”

El-Beyan di nivîsa xwe de ragihand ku çavkaniyekî agahdar li Şamê got, hikumeta Sûriyê li gel derfeta hebûna navbeynkariya Rûsyayê li cem dewletên rojavayî ku dorpêçê li ser Sûriyê sivik bike, plan dike xeta trênê ya di navbera Lazîqiye û Şamê de çalak bike ji bo ku zemînê ji bendera Lazîqiye re peyda bike da ku dest bi tevgerên bazirganiyê were kirin.

Bendera Lazîqiyê xwedî cihekî bazirganî yê stratjîk  e. Wek pira veguhastinê di navbera parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê de ye, ji ber wê li ser asta welatên Ereban gelekî girîng e. Ew xebatên bi lez bi lêçûnên erzan pêşkêş dike. Wek deriyê ku Sûriyê digihîne dewletên derve ye da ku berhemên xwe bifiroşe derve û madeyên pêwîst ji derve bîne.

EL-EREB: POZBILINDIYA DEWLETA TIRK DI ÇARESERKIRINA DOZA LEŞKERÊN IRAQÊ DE

Rojnameya El-Ereb di vî warî de wiha nivîsî: “Çavkaniyên Iraqê bersiva dewleta Tirk li ser nerazîbûna Iraqê ji bûyera qetilkirina leşkerên Iraqê di bomberbarana artêşa Tirk de roja sêşemê, wek `pozbilindî` wesifand û got ev siyaseta serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan li herêmê û pozbilindiya wî ji dewletên mîna Iraq, Sûriye, Lîbya û gelek dewletên din re rave dike.

Vê dozê li ser asta navdewletî deng veda, Fransayê banga zelalkirina detayên êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk kir ku di encamê de du fermandar û leşkerek ji hêzên Iraqê li bakurê Iraqê hatin kuştin.

Çavkaniyan got Bexda li gel derfetên kêm ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û piştî helwesta Fransayê êdî dikare êrişên dewleta Tirk li dijî Iraqê bixe rojeva navdewletî.

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Mistefa Kazimî dikare vê asta dijminahiya ku her ku diçe di navbera Parîs û Enqereyê de girêdayî rewşa li Lîbyayê û rojhilatê Deryayê Spî bilind dibe, bi kar bîne.

Di demekekê de ku  Bexda hîna li bendê ye ku Enqere lêborînê ji ber bûyera qetilkirina fermandar û leşkerên artêşa Iraqê, hikumeta Erdogan berpirsyariya bûyerê xiste stûyê aliyê Iraqê.

ŞERQ EL-EWSAT: TRUMP PIŞTGIRIYA DESTPÊKIRINA TÊKILIYÊN ÎMARATÊ Û ÎSRAÎLÊ DIKE

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh DYA`yê nexşerêyek diyar kir û tê de destpêkirina têkiliyên di navbera Îmarata Erebî û Îsraîlê dike armanc, di heman demê de Îmaratê jî erêkirina Îsraîlê ji plana ferzkirina serweriya wê li ser xaka Filistînê ya li Dîfa El-Xerbiyê red kir û di dawiyê hevpeyman ji bo kar û xebata ji beriya çend salan ve Îsraîl ji bo pêşî li cîhanê erebî veke serkeftî bû. Her wiha dema hilbijartinên serokatiyê nêzîk bûye ku jî meha Mijdarê ye û hevpeyman ji bo serok Donald Trump serkeftineke siyasî çêdike."  

Trump ragihand ku ev gava dîrokî ewlehî û aramiya li herêmê mîsoger dike û ev gav dihêle têkiliyên Îsraîlê bi dewletên cîhana erebî re baş bibin. Serok eşkere kir ku ew ê hevpeymana di navbera wezîrên Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û mîr Ebû Zebî Şêx Bin Zayîd de dê di nava çend hefteyên bê de li Koşka Spî li dar bikeve.

Ev hevpeyman ji Îranê re derbe ye, gelek pere ji bo komên Îranê diçe, lê ji dema Amerîkayê ji hevpeymana nukleerî vekişiyaye rewşa Îranê dijwar e û dema di hilbijartinan de bi ser bikeve ew ê di nava 30 rojan de hevpeymekê bi Îranê re mohr bike.

EL-EREB:FRANSAYÊ DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE XWE DILIVÎNE Û HEWL DIDE PÊŞÎ LI KIRYARÊN TIRKIYÊ LI DERYAYA SPÎ BIGIRE

Têkildarî aloziya di navbera Fransa û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Têkildarî serokkomarê Tirkiye rûbirûbûna bi Fransayê re gelek dozen stratejîk veguherandin şerekî bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re û ew tawanbar kirin ku piştî şerê Fransayê yê li hemberî ku Tirkiye li Deyaya Spî serweriya xwe ferz bike, dest bi şêwaza nirxandinan kiriye.

Çavdêr dibînin ku  ev nameya Fransayê ji bo Tirkiyê eşkere ye û berdewama nameya ji bo Lîbyayê xîtabî Tirkiye kiribû, her wiha îşaret pê dike ku Macron di behsa Tirkiyê ji Lubnanê û şerê bi Îranê re tê digihêje.

Di gel ku her du balafirên şer xuya dibin jimareyek sînordar e ku mîsyona leşkerî li dijî Tirkiyeyê pêk bînin, ev yek nîşana lezgînîya tevgera li herêmê heta hatina balafirên din dike.

Çavkaniyan leşkerî yên Yewnanistanê diyar kir ku firqateynek û du balafir duh gihaştin Kirêt û bi hêzên Yewnanistanê re dest bi perwerdeyan kir.

(şx-eh)


Mijarên Din