Mijarên rojnameyên erebî - 14 Tîrmeh

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa li Idlibê, nakokiya Tirkiye û Ewropayê û mudaxeleya dewleta Tirk di Lîbyayê de kir.

ŞERQ EL-EWSAT: NÎŞANEYÊN ŞEREKÎ LEŞKERÎ LI IDLIBÊ

Rojnameyên erebî îro der barê rewşa Sûriyê de gelek mijar nirxandin, jê jî rewşa li Idlibê. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel ragihandina Moskovê ya binketina êrişên li dijî baregeha Himêmîm li parêzgeha Lazîqiye û agahiyên têkildarî hewldanên dewleta Tirk ji bo ku komên opozîsyonê li dijî êrişeke muhtemel ji hêla hêzên rejîmê ve bike yek, duh nîşaneyên şerekî li Idlibê xuya bûn.”

Rojnameyê wiha domand: “Li gorî çavkaniyên ji opozîsyona Sûriyê, piştî lawaziye di nava koman de di şerê dawî de bi rejîma Sûriyê re derketiye, dewleta Tirk hewl dide komên opozîsyona Sûriyê li Idlibê komî ser hev bike, di perwerdeyan re derbas bike û hejmareke rastîn ku dikare şer bike, amade bike. Çavkaniyan got dewleta Tirk endamên Heyet Tehrîr El-Şam li ser zêdetirî komekê belav dike da ku xuya bike ku ew bi lihevkirina bi Rûsyayê re girêdayî Idlibê dilsoz e û karibe komên radîkal ên biçûk kontrol bike.

Kremlînê duh ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re der barê Idlibê û berdewamkirina koordîneyê de ji bo pêşxistina çareseriya siyasî li Sûriyê axivî. Rûsyayê hişyarî têkildarî tevgerên komên radîkal ên li Idlibê da û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku êrişeke nû bi balafirên dron li dijî baregeha Himêmîm hate şikandin.”

EL-EREB: KAXIZA PENABERAN A ŞANTAJÊ YA DEWLETA TIRK EWROPAYÊ MIJÛL DIKE

Têkildarî nakokiya Tirkiye-Ewropayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Yekitiya Ewropayê diyar kir ku ew ji reftariya dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî û binpêkirina mafên mirovan li vî welatî bi fikar e. Lê ji ber bikaranîna Enqereyê ya kaxiza penaberan, nahêle yekitî tu tedbîran bigire.”

UKAZ: DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ AGIRBESTA LI LÎBYAYÊ DI NAVA XWE DE BI NAKOK E

Di vî warî de rojnameya Ukaz nivisî: “Rejîma dewleta Tirk niyetên xwe di gurkirina şerê li Lîbyayê de eşkere kirin. Wezîrê wê yê derve Mevlut Çavuşoglu roja duşemê ragihand ku welatê wî her agirbestekê red dike, ji ber ku li dijî berjewendiya hikumeta Wîfaq e. Ev yek jî nîşaneya nakokiyê di helwestên dewleta Tirk de diyar dike, bi taybet piştî helwestên dewleta Tirk ên fermî yên berî yên piştgiriya agirbestê.

Çavuşoglu got Wîfaq li ser vekişîna artêşa Lîbyayê bi fermandariya Xelîfe Heftar ji Sirte û Cefrayê ve beriya gihaştina agirbestê bi israr e. Her wiha bi bîr xist ku metirsiyên hikumeta Wîfaqê hene, divê ev metirsî di ber çavan re werin derbaskirin.”

(şx)


Mijarên Din