Mijarên rojnameyên erebî – 15 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa nakokiyên li ser kuştina Qasim Suleymanî, destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê û xwepêşandanên li Lubnanê kir.

ŞERQ EL-EWSET: RAYEDAREKÎ ÎSRAÎLÊ GEFÊN HEMLEYEKE TUND LI DIJÎ PASDARÊN ÎRANÊ YÊN LI SÛRIYÊ XWARIN

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî nakokiya Îsraîl û Îranê ya li ser xaka Sûriyê ye.

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Rayedarî ewlehiyê yê payebilind ê Îsraîlê ragihand ku rewş û mercên ku piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî pêk hatine, asoyên nû afirandin ku divê van şans û derfet bigirin da ku hemleyeke êrişkirina tund li dijî pasdarên Îranê yên li Sûriyê pêk bînin.

Rayedarê Îsraîlê ji nûçegihanên leşkerî yên Îsraîlê re sêşemê wiha daxuyand: "Niha dixwaze bi temamî Pasdarên Îranê û endamên wê yên li ser xaka Sûriyê têk bibin da ku hemleya Îranê ya li dijî hebûna Îsraîlê lawaz bibe."

Ji daxuyaniyên rayedarê Îsraîlê hat eşkerekirin ku pêkanînên pergala ewlehî ya Îsraîlê diyar dike ku kuştina Suleymanî dê bi xwe re guhartinên baştir der barê pêkanîna Îranê ya bandor û hêza wê ya li Rojhilata Navîn, bîne ku şansê li pêş Îsraîlê veke.

Analîzavê leşkerî Ron Bin Yishai di malpera Yediot Aharonot de destnîşan kir ku ev teorî xwe dispêre pêkanînên Îsraîlê ku rejîma Îranê di vê demê de di nuqteya keviya dîrokî de ye. Ji ber cezayên aborî yên Amerîkayê ji sedî 9 ji berhema Îranê di sala borî de kêm kir û tevliheviya aborî hê jî berdewam e."

Ron Bin Yishai wiha lê zêde kir: "Rejîma Îranê 3 derbeyên ji madî, moral û pêwendiyên girîng xwarin, ew jî kuştina Suleymanî, rûxandina balafira rêwiyan a Ukrayna bi çewtî û hewldana derewdaninê ya veşartina vê binkeftinê ne."

EL-BEYAN: HEFTER SENARYOYA ASTANAYÊ TÊK BIR

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Piştî redkirina îmzekirina li ser reşnivîsa peymanê ya ku aliyên Rûsya û Tirkiyê amade kiriye, fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter vegerî Binxaziyê ku li pey xwe jî bêhêvîtiyeke mezin ji kesên hêviya bidawîkirina projeya rizgarkirinê dikin re, hişt."

Rojnameyê ev tişt lê zêde kir: "Projeya agirbestê bi hedefa rewabûna destwerdana dewleta Tirk li Lîbayê ji ber ku garantorê desthilata hikumeta El-Wîfaq li Terablusê ye, pêk hat."

Bi wê peymanê re, dê nakokiyên li ser muzakereyên lihevkirinên di navbera Erdogan û El-Sîrac de di Mijdara borî de li ser herêma aborî ya deryayî û hevkariya ewlehî û leşkerî hatine îmzekirin, rewa bibe.

EL-EREB: LI TUNISÊ YEKITIYA KAR Û XEBATÊ LI DIJÎ ERDOGAN Û HEVALBENDÊN WÎ XWEPÊŞANDANAN LI DAR DIXIN

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Sekretêrê Giştî yê Yekitiya Kar û Xebatê ya Tunisê di 9`emîn salvegera şoreşê de hişyarî der heqê binpêkirina serweriya welêt de, da. Ev yek bersiva serdana Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan beriya çend hefteyan ji Tunisê re bû.

Sekretêrê Giştî yê  Rêxistina Sendîqeya bi hêz li Tunisê Noredîn El-Tebobî li pêşiya girsiyeke xebatkaran, ji navenda yekîtiyê ve wiha got:"Erdogan an jî kesekî derveyî wî, serweriya li welat jê re xeta sor e, na ji bilî Tunisê. Tunis ji Erdogan û ji tevahî aliyan mezintir e."

ŞERQ EL-EWSET: HÊZÊN GIRÊDAYÎ ÎSTIXBARATÊN SÛDANÊ SERÎ HILDA Û QOŞ HAT TAWANBARKIRIN

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsand: "Li paytexta Sûdanê Xertûmê duh yekîneyên hêzên ewlehiyê yên girêdayî desteya operasyonên leşkerî serî hilda. Ev yek nûnertiya hêza ku li dijî sîstema ewlehî û îstixbaratê piştî rejîma îstîfakirî ye."

Serdozgeriya giştî ragihand ku gerînendeyê sîstema ewlehî û îstîxbaratê yê berê Selah Qoş “gumanbarekî revok” e û banga xweradestkirinê da û her wiha 4 giliyên sûc jî li ser wî hene.

(fr-bx


Mijarên Din