Mijarên rojnameyên erebî – 15 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li gundewarên Idlib û Laziqiyê, rewşa Lîbya û aloziya Iraqê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ DEWRIYEYA RÛSYA-TIRKIYÊ BOMBEBARANA DIJWAR

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan şerê li Idlibê. Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ku 3 leşkerên Rûsyayê di encama teqîna mayîneke bi dewriyekeke Rûsya – Tirkiyê ve li ser rêya Heleb-Laziqiyê birîndar bûn, Rûsyayê bi dijwarî gundewarên Laziqiye û Idlibê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku dewriye ji aliyê çekdaran ve kete kemînê. Mayinek ku li ser rê danîbûn, teqiya û di encama wê de 3 leşker bi sivikî birîndar bûn.

Li gorî daneyan ku wezaretê pêşkêş kirin, hejmareke leşkerên Tirk jî di teqînê de birîndar bûne. Çavkaniyên Rûsyayê hejmara birîndarên leşkerên Tirk û rêjeya xetereya birîndariyê eşkere nekir. Lê tişta ku bala mirov dikişîne ku navenda lihevanînê destnîşan kir ku dewriyeyên hevbeş li ser wê xetê hatin rawestandin û herêm hate dorpêçkirin da ku alavên ji ber teqînê xira bûne, derxin.

Piştî teqînê, balafirên şer ên Rûsyayç herêmên Tîlal Kebane yên Cebel El-Ekrad ên bakurê Laziqiyê bombebaran kirin û hêzên rejîma Sûriyê heman herêm û herêmên başûrê Idlibê kirin hedef.”

EL-EREB: ÎNADA TIRKIYE RÊ LI PÊŞIYA DESTWERDANA LEŞKERÎ YA MISIRÊ LI LÎBIYAYÊ VEDIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Înada Tikiyê û zêdebûna xwestekên wê ku Sirte û petrolê bixe bin serweriya xwe û paşguhkirina bangên herêmî û navneteweyî ji bo agirbestê, hişt ku parlamentoya Lîbyayê destwerdana leşkerî ji Misirê bixwaze da ku sînor ji xwestekên wê re dayne.”

EL-BEYAN: TIRKIYE Û ÎRAN... JI ŞER BER BI NÊZÎKBÛNA LI IRAQÊ VE

Der barê nêzîkbûna Îran -Tirkiyê li Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di gelek dozên li herêmê de helwestên Tirkiye û Îranê diyar dibin. Lê doza Kurdan dozek e ku zêdetirîn lihevkirin tê de heye. Artêşa Îranê nuqteyên xwe yên leşkerî bi kûrahiya 10 km di hundirê xaka herêmê de di nava herêma Qendîl a parêzgeha Silêmaniyê de ava dike."

Artêşa Tirk derbasî nava xaka herêmê bûye, çend baregehên xwe ava kirine û ji wan gihaştiye 20 km’yan. Hin ji wan jî li herêmên din hene ku 40 km dûrî sînor in, bi taybet li herêma sêgoşeya sînorê di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê de.”

EL-EREB: HÊZÊN KU DESTEKÊ JI ÎRANÊ DIGIRIN HEWL DIDIN KAZIMÎ LI KOLAN Û PARLAMENTOYÊ BIXIN

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hêzên siyasî û gel ên iraqî yên muxalifên serokwezîr Mistefa Kazimî hemleyekê amade dikin da ku li kolan û parlamentoyê zextê li hikumetê bikin da ku wê bixin. Tê gotin alozî di havînê de dê gurtir bibe.”

)bx)


Mijarên Din