Mijarên rojnameyên erebî – 16 Adar

Rojnameyên erebî vê sibehê behs kir ku çavdêr dibêjin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û Îranê hewl didin peymana Idlibê tevî texmînên nêzbûna hilweşîna wê, binpê bikin. Her wiha li aliyekî din jî rêxistina El-Qaîde hedef dike peymana Washington û Talîbanê fînanse bike û berbelavbûna Koronayê berdewam e.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, peymana Washington û Talîbanê û berbelavbûna vîrusa Koronayê kir.

EL-BEYAN: NÎŞANEYÊN BINKEFTINA PEYMANA RÛSYA-TIRKIYÊ LI IDLIBÊ

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir, jê jî rewşa Idlibê ye. Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nisîvî: "Hêzên Rûsya û Tirkiyê bi destpêkirina yekemîn dewriyeya hevbeş li ser rêya Laziqiyê-Heleb bi bin ket. Her wiha dewriye ji bajarokê Seraqib ê rojhilatê Idlibê dest pê kir û gihîşt bajarokê Nêreb û piştre vegerî û bi dawî bû. Lê belê dihat texmînkirin ku dewriye rêya xwe heta deverên dîtir ên li ser rêya M4 dewam bikira. Lê xwepêşandanên şêniyan û gefên komên çekdar nehişt berdewam bibe."

Her wiha hin komên çekdar, sivîl û leşkeran xwepêşandan li dar xist û nehişt ku peymana Rûsya û Tirkiyê der barê agirbesta li Idlibê de temam bibe.

Li aliyekî din jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku demeke din ji pêkanîna bergiriyên taybet ên çarçovekirina rêxistinên terorî û garantiya ewlehiya dewriyeyên hevbeş da Enqereyê.

Li gorî çavkaniyên meydanî yên Idlibê, koman bi mebest rêya navneteweyî qut kir û karê dewleriyeyan asteng kir. Di heman demê de jî Îran amadekariyên leşkerî zêde dike ku peymanê hilweşîne.

Li ser zimanê çavkaniyên ji Idlibê El-Beyan wiha da zanîn: "Komên çekdar hewl didin peymana Rûsya û Tirkiyê der barê agirbesta li Idlibê de asteng bikin û ev hewldan ne ji derveyî îradeya Tirkiyê ne."

EL-EREB: RÊXISTINA EL-QAÎDE HEWL DIDE PEYMANA TALÎBAN Û WASHINGTONÊ FÎNANSE BIKE

Der barê peymana Washington û Talîbanê de nivîskarê misirî Hîşam El-Necar gotarek di rojnameya El-Ereb de belav kir û wiha nivîsî: "Daxuyaniya rêxistina El-Qaîde ya navendî ya bi serkêşiya Eymen El-Zewahirî ku 12’ê Adarê bi servanê "Ina Fetehna leke fetha mubînen" girîngtirîn çalakiyên şepêlên cîhadî ne. Her wiha fermandariya Talîbanê li ser serkeftina mezin pîroz kir û diyar kir ku peymana aştiyê bi Washingtonê re serkeftineke dîrokî ya rêxistina El-Qaîde ye."

ŞERQ EL-EWSET: VÎRUSA KORONAYÊ BERBELAV BÛYE… REWŞÊN AWERTE ZÊDETIR DIBIN

Der barê berbelavbûna vîrusa Koronayê de rojnameya Şerq El-Ewset nivîsand ku vîrusa Koronayê li cîhanê berbelav bûye, di heman demê de hin dewletan sînorên welatê xwe girtin û odeyên tenduristiyê li tevahiya bajaran ferz kirin, li gel vê yekê hin dewletên din jî rewşa awerte û qedexeya çûn û hatinê ragihand.

Duh bi rêya telefonê mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman û serokwezîrê Brîtanyayê  Boris Johnson, kar û xebata dewletên"G-20`an" ên ku Erebistana Siûdiyê bi rê ve dibe der barê têkoşîna li dijî belavbûna vîrusa Koronayê de gotûbêj kirin.

Dewletên Kendavê bergiriyên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa’Covid-19 girtin û saziyên Erebistana Siûdî jî biryara girtina navendên aliyên hikumetê heta 16 rojan da, lê qadên tenduristiyê, ewlekariyê, leşkerî, navendên ewlekariya elektronîk û sîstema perwerdeyê ya ji dûr ve ya şaxê perwerdeyê nayên sekinandin.

Piştî çend saetan ji girtina Erebistana Siûdiyê ji baxçe, perav û kombûnên bazirganiyê, qedexeya xwarin û vexwarina li xwaringehan, ev biryar hatin dayîn. Li Erebistana Siûdî dermanxane, dezgehên gihandina xwarinê û zimhêran nayên girtin.

Iraqê jî li Bexda û Necefê ji 17 heta 24 Adarê qedexeya derketina derve ragihand, Mexribê (Fas) rêwîtiyê balafiran sekinand û Tunisê jî rêwîtiya darayî sekinand.

Li Ewropayê hejamra kesên ji ber vîrusa Koronayê dimirin bi berdewamî zêde dibe, her wiha li Îtalyayê jî hejmara wan gihaşt 368 kesan, li Fransayê 120 û li Spanyayê jî 288. Di vê derbarê de dewletên Ewropa bergiriyên cuda girtin û li Îtalya û Spanyayê jî odeyên tenduristiyê hatin vekirin û hemû welatî tê re derbas dibin anku nêzî 100 milyon kes derbas dibe, di heman demê de Fransa holên sînema û dikanên zêde pêwîstî bi wan tune ye, girtin û çûn û hatina erebeyên veguhastinê kêm kir.

(fr-eh)


Mijarên Din