Mijarên rojnameyên erebî - 16 Çile

Rojnameyên erebî yên îro der barê hebûna Îranê li Sûriyê, têkçûna aboriya Sûriyê, xwepêşandanên Lubnanê û destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê de nivîsîn.

EL-EREB: PÊVAJOYA PIŞTÎ SULEYMANÎ EW E KU HEBÛNA ÎRANÊ LI SÛRIYÊ BI DAWÎ BIBE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Şeva sêşemê êrîşên li dijî baregeh û navendên leşkerî ku hêzên Îranê û milîsên alîgirên wê li Sûriyê lê dimînin, berdewam kirin. Di heman demê de arîşeya di navbera Amerîka û Îranê de jî ya piştî kuştina Qasim Suleymanî kûr dibe.

Êrîşên asmanî, ku tê gumankirin ên Îsraîlê bûn, li dijî balafirgeha Tîforê ya leşkerî pêk hatin, yek ji êrîşên herî dijwar bûn û li dijî depoyên çek û cebilxaneyê pêk hatibûn.

Di heman dema vê êrîşê de, balafirên nenas baregehên hêzên hikûmeta Sûriyê li rojhilatê welêt bombebaran kirin. Di vê navberê de metirsiyên ku Sûriye bibe qada pevçûnên di navbera Washington û alîgirên wê li aliyekî û Îran û baskên wê li aliyê din, mezintir dibin. Bi taybet tê gotin ku piştî kuştina Suleymanî, çekdarên Îranê û alîgirên wê li rojhilat belav bûne, bi taybet li parêzgeha Dêrazorê ya li nêzî sînorê Iraqê.

Êrîşa li dijî balefirgeha Tîrforê di demeke wiha de pêk hatiye ku li herêmê arîşe kûr bûne, piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî.

Suleymanî wek endezyarê projeya Îranê ya li Sûriyê bû. Li gorî daneyên Îsaraîlê dê kuştina wî bandoreke mezin li pêkanîna projeya Îranê bike û derfet bide Îsraîlê ku hewldanên tunekirina desthilatdariya Îranê li herêmê zêde bike.

ŞERQ EL-AWSAT: JI BER ALOZIYA ABORÎ YA SÛRIYÊ CARA YEKEMÎN LI SIWÊDAYÊ XWEPÊŞANDAN

Der barê krîza aborî ya Sûriyê û têkçûna nirxê lîreyê Sûriyê de rojnameyê wiha nivîsî: “Bi dehan welatî li pêşiya avahiya parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê welêt kom bûn û beşdarî xwepêşandana li dijî têkçûna rewşa aborî bûn, ku van rojan buhayê dolarekî Amerîkayê gihîştiye 1100 lîreyên Sûriyê.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA roja çarşemê diyar kir ku hin kes li pêşiya avahiya parêzgehê kom bûn û dirûşmên “Em dixwazin bijîn” bilind kirin.

Emced Al-Şûfî ku tev li xwepêşandanê bûbû, got: “Rewş êdî nayê îdarekirin, mûçeya ku didin karmendan têra lêçûna 10 rojan nake, em ê çi bikin, em ê çawa malbatên xwe xwedî bikin?”

Al-Şûfî ji ajansa Almanyayê re axivî û wiha dewam kir: “Divê ev çalakî li hemû parêzgehan belav bibe, em dixwazin kesên gendeliyê dikin bêne cezakirin, vana di salên şer de bi milyaran pere kom kirin, hinan ji wan pereyên xwe derxistin derveyî Sûriyê, gel jî li jêr asta xizaniyê dijî.”

EL-BEYAN: LUBNAN… PÊŞBAZIYA LI KOLANAN Û HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKÛMETÊ

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameyê nivîsî: “Piştî xwepêşandanên “roja hêrsê” xuya bû ku aliyên siyasî ketin nava fikaran, lewma hewldan û dan û standinên der barê avakirina hikûmetê de zêde bûn, tê gotin ku hinekî jî erênî bûn, hin agahî belav bûn ku dê rojên bê de hikûmeteke nû biryaran bide.”

EL-EREB: ERDOGAN BI RÊYA ÇETEYÊN SÛRIYÊ HEBÛNA TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ DIÇESPÎNE

Der barê destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê de  rojnameyê nivîsî: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide ku hebûna Tirkiyê li Lîbyayê biçespîne, vê hewldanê bi rêya çeteyên Sûriyê dike ku der barê van çeteyan de jî gumanên tundrawiyê hene û endamên komên cîhadîst in, ev yek dikare li li herêmên di bin desthilatdariya hikûmeta Wîfaqê de tevliheviyan çêke.

Çapemeniya herêmê û ya rojavayî dawiya meha Kanûnê ya derbasbûyî ragihand ku çeteyên Sûriyê ji bo ku li aliyê milîsên hikûmeta Wifaqê şer bikin, gihîştine Lîbyayê, serokê hikûmetê Fayiz Al-Sîrac ev tişt derewand.

Serokê Tirkiyê li şûna birêkirina artêşa Tirkiyê, giranî dide çeteyên Sûriyê, ji ber ew dizane ku artêşa Lîbyayê dikare di her kêliyekê de rewşê biguherîne, bi taybet piştî ku bi qasî çend kîlometreyan nêzê Trablusê bûye ku navenda hikûmetê ye.

Çavdêr dibêjin ku armanca Erdgona ne ew e ku herêma desthilatdariya hikûmeta Wîfaqê zêde bike, ji ber ku ev tişt dibe ku windahiyên mezin bi xwe re bîne, lê armanca wî ew e rewşa heyî biparêze, çareyeke siyasî ferz bike da ku hevalbendên wî yên îslamî li ser desthilatê bimînin.


Mijarên Din