Mijarên rojnameyên erebî – 16 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, peymana dewleta Tirk bi hikumeta El-Sirac re û aloziya Lubnan û Iraqê kir.

EL-BEYAN: MOSKOV CAREKE DIN METIRSIYA XWE LI SER HEBÛNA TERORÎSTÊN LI IDLIBÊ EŞKERE KIR

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir ku jê jî rewşa li Idlibê ye.

Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Duh serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) metirsiya xwe li ser hebûna terorîstên li parêzgeha Idlibê anî ziman û îşaret pê kir ku ev li ser artêşa Sûriyê û leşkerên Rûsyayê gef in."

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov li gel televîzyonê wiha daxuyand: "Rûsya hê jî bi sedema hebûna terorîstên li parêzgeha Idlibê bi fikar e û texmîna rizgarkirinê ji wan kir."

Dmitry Peskov wiha lê zêde kir: "Em metirsiya xwe der barê mayîna xetereyên terorîstên li Idlibê de venaşêrin. Heta niha jî me terorîst ji opozîsyona çekdar cuda nekirine. Terorîst çalakiyên xwe didomînin û xetereyê li ser artêşa Sûriyê û leşkerên me çêdikin."

ÎMARAT EL-YEÛM: ŞÊWIRÊN AVAKIRINA HIKUMETA IRAQÊ YA NÛ DERBASÎ SAETÊN BITEŞWÎQ DIBIN

Der barê Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha da zanîn: "Bloka siyasî ya Iraqê dan û standinên kêliyên dawîn pêk tînin ku bernamzetê nû yê avakirina hikumeta demkî bi nav bikin. Ew jî piştî îstîfakirina hikumeta berê bi serokatiya Adil Abdulmedî ya destpêka vê mehê pêk hat. Ev şêwir di demekê de ku li Iraqê û tevahî parêzgehên wê xwepêşandanên ku tu carî di dîroka Iraqê de pêk nehatine yên bi daxwazên guhartina xebata siyasî û rewakirina qanûna nû ya hilbijartinên avakirina hikumeta nû, pêk tên.”

EL-EREB: LÎBYA ANKU DIYARIYA ÎSLAMIYAN JI TIRKIYÊ RE, LI HEMBERÎ MAYÎNA WAN LI SER DESTHILATÊ YE

Der heqê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bendên peymana Lîbya-Tirkiyê hatin eşkerekirin ku dewleta Tirk dê serweriya xwe li ser derfetên Lîbya û hegemonyayê li ser biryara wê ya desthilatê, nexasim jî der barê mecala deryayî de, bike."

Çavdêran peymana ku bendên wê di torên çapemeniya herêmî de hatine belavkirin bi "Çeka li kaxiza spî" bi nav kir ku dewleta Tirk li ser rêbaza leşkerî li Lîbyayê bi awayekî mutleq azad e. Ew jî li hember parastina hikumeta îslamiyan ku ew dibînin ku ji aliyê siyasî ve nexasim li ser gera ku serokê parlamentoyê Eqîle Salih pêk tîne ku dewletan îqna dike îtîrafa bi hikumeta El-Wîfaq vekişîne, bi dawî bûye."

ŞERQ EL-EWSET: ÎRO HERÎRÎ SEROKÊ HIKUMETÊ ERKDAR DIKE Û MITIRSIYÊN JI ASTENGIYÊN SAZKIRINA WÊ HENE

Girêdayî mijara Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha diyar kir: "Îro şêwirên dozgeriyê li ser serokê nû yê hikumeta Lubnanê bi erkdarkirina serokê hikumetê ya budçekirina xebatên Saed Herîrî bi sazkirina hikumeta nû bi piranî dengên parlamenterên di parlamentoyê de, pêk tîne. Da ku erka baweriya navdewletî vegere û bi xwepêşandên gel re ku ji 17 Cotmeha borî de li dar in, li hev were û baweriya dewletên Ereb û civaka navneteweyî pêk bîne. Ji ber ku merheleya beriya xwepêşandanan ji ya piştî wê cudatir e.”

(fr)


Mijarên Din