Mijarên rojnameyên erebî – 16 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro der barê nakokiyên di navbera Amerîka û dewletên Ewropayê de li ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha der barê geşedanên li Iraq û Lubnanê de nivîsîn.

 El-Beyan: DAIŞ`iyên Sûriyê nakokiyên Ewropa û Amerîkatyê diteqînin

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Bi sedema çarenûsa DAIŞ`iyên biyanî yên li Sûriyê girtî ne, nakokiyên mezin di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Ewropayê de derketin, ev tişt di dema civîna wezîrên karên derve yên welatên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de derketin ku Washington xwest hevparên xwe ên di derbarê helwestên guherîn yên serokê DYA’yê Donald Trump bi fikar in, razî bike"

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di dema vekirina civîna li Washingtonê bi hempîşeyên xwe yên dewletên hevpeymana li dijî DAIŞ`ê re, got "Pêwîst e endamên hevpeymanê bi hezaran şervanên terorîst yên biyanî ku niha girtî ne, vegerîne û wan li gorî rewanên mezin ku kirine, darizîne.”

Koordînatorê têkoşîna li dijî terorê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nathan Sales hişyarî da ku rewş dibe ji nişka ve bê guhertin, her wiha got: "Em dibêjin pêwîst e terorîst bo welatên wan  bên vegerandin, hîna demê wê heye.”

Di nava beşdarên civînê de nakokî hebû, daxwazên Amerîkayê  yên vegerandina tundrewên biyanî ji aliyê dewletên mîna Fransayê ve nayê pejirandin.

Wezîrê parastinê yê Fransayê Jean Yves Le Drian xwest ku şervanên DAIŞ`ê yên girtî her tim li wir bimînin, her wiha Fransa dixwaze ku cîhadîstên Fransê li nêzî cihê ku li wir tewan kirine bêne darizandin, di vê derbarê de bi Bexdayê re di nava têkiliyan de ye.

Şerq El-Awsat: Artêşa Rûsyayê bi lez dixwaze bikeve baregehên Amerîkayê yên li rojhilatê Firatê

Der barê pêşbaziya belavbûna li bakur û rojhilatê Sûriyê rojnameyê nivîsî: "Artêşa Rûsyayê bilez hêzên xwe birin baregeheke ku hêzên Amerîkayê li gunewarên Eyin El-Ereb (Kobanê) ya bakur rojhiatê Sûriyê vala kiribûn, da ku rê nede Amerîkayê binezaziya baregehê hilweşîne weke çawa li hin baregehên din kir. Di vê navberê de di babera hêzên Sûriy Demokratîk ên Kurd-Ereb û komên girêdayî Tirkiyê li rojhilatê Firatê pevçûn derket.

Televîzyona Rûsyayê ‘Krasnaya Zivzada’ roja înê dîmenên kêlîka yekemîn ku yekîneyên polîsên leşkerî yê Rûsyayê li baregehê peya bûn, ku li Rqayê ye û beriya demekê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû vala kirin.

Hêzên Rûsyayê bi vî awayî niha li 5 baregehên Amerîkayê belav bûne, ew jî her du baregehên Ewn Datad

Û Isêla yê Minbicê û du he du baregehên Miştenûr û Sirîn`ê yên Eyn El-Ereb (Kobanê), her wiha baregeha balefirgeha Eyn Îsa li bakurê Reqayê.

El-Ereb: Tirkiye, Îran û Îsraîêldixwazin nexşeya belavbûna hêzan li Rojhilata Navîn biguherînin

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Der barê belavbûna nû ya hêzan li rojhilata navîn, hevdîtina Abu Dabî ya stratejîk a şeşemîn, diyar kir ku sê hêzên sereke ji derveyî cîhana Ereban derketine, ev hêz jî Îran, Tirkiyê û Israîl in, ku der barê serweriya herêmê û serkêşiya wê di nava pêşbirkê de ne.

Îran ku weke hêzeke herêmê derketiye pêş û pêşde diçe û rikberiya sîstema navdewletî dike, lê gelek aloziyên herêmê û derve hene ku nahêlin van daxwazên xwe yên herêmî pêk bîne.

Li aliyê din Îsraîl bi awayekî çalak dikeve nava lîstika nû ya rojhilata navîn. Her wiha xuya dike ku Tirkiyê dê gelek pelikên xwe winda bike di vê lîstina pêşbaziya herêmî de.

Pispor dibêjin ku bijarteyên Erdogan ku dixwaze nimûneya Islama Tirkî bide pêş, pir qels bûne û ji aliyê civaka navdewletî ve nayên bawerkirin, her wiha hin deng di nava NATO`yê de bilind dibin ji hevkariya bi Tirkiyê re bi guman in, piştî kirîna Sistema mûşekên S400 yên Rûsyayê. Derdorên Ewropî, Erdogan û rejîma tewanbar dikin ku dixwaze Islama siyasî yê hevkarê komîn cîhadîst mîna DAIŞ û El-Qaîde, bide pêş.”

El-Imarat El-Yaum: Di îna xweragiriyê de, di pevçûnên di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de 2 xwepêşandêr li navenda Bexdayê hatin kuştin

Der barê xwepêşandanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Di encama pevçûnên di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê yê li qada Elxilanî ya navenda paytext Bexdayê, dkes hatin kuştin bi denan jî birîndar bûn. Himareke mezin xwepêşandêr di "Îna xweragiriyê" de kom bûn. Her wiha lêvegerên Şî`î jî piştgiriya xwe bo xwepêşandanan nîşan dan û diyar kirin ku ewê guherîneke girîng di rewşa giştî de pêk bîne.”

Şerq El-Awsat: Girêdana serokên berê bi El-Herîrî ve li pêşiya El-Safadî bûye asteng

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Piştî lihevhatina ne fermî derbarê ku wezîrê berê Mihemed El-Safadî serokatiya hikûmeta Libnanê bike, serokê berê yên hikûmetê Fuad Alsenyûr, Necîb Mîqatî û Temam Selam, ew nepjirandin û xwestin ku serokê istifakirî Saas El-Herîrî bê erkdarkirin, dê vê navberê de aliyên ku lihevhatin kirin gotin ku tu lihevhatin çê nebûye.”


Mijarên Din