Mijarên rojnameyên erebî – 17 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, bi taybet arîşeya Rûsya û Tirkiyê li Idlibê, her wiha mijara veguhastina terorîstan bo Lîbyayê û rewşa Lubnanê de nivîsî.

ŞERQ EL-EWSAT: MOSKOV BERIYA HEVDÎTINÊN BI ENQEREYÊ RE XETÊN TEMASÊ YÊN LI IDLIBÊ DESTNÎŞAN DIKE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Sûriyê de nivîsîn, bi taybet geşedanên li Idlibê û hevdîtinên ku tê payîn îro di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêk bên.

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Beriya hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên der barê rewşa Idlibê de, Moskov xetên temasê yên nû destnîşan kirin û li seranserî rêya navdewletî ya Heleb-Şamê (M5) hêzên xwe belav kirin. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku korîdorên nû yên "mirovî" vekirine, ev jî tê wateya ku artêşa Sûriyê dê operasyona xwe li herêmê dewam bike. Moskov rojên dawiyê dengê xwe li hember Tirkiyê bilind dike, guh nade gefên Tirkiyê ku dibêje ew ê operasyoneke berfireh pêk bîne. Xuya ye dê Rûsya di van hevdîtinên girtî de, mekanîzmaya xwe ya pêkanîna lihevhatinên Soçiyê biçespîne. Di daxuyaniyên fermandarên leşkerî yên Rûsyayê de ev tişt xuya kir, dema ku dibêjin "Serkeftinên artêşa Sûriyê derfet çêkir ku xalên lihevhatinê pêk bên, ji ber ku Tirkiyê nikarî pêk bîne.”

Navenda Himêmîm a Rûsyayê (navenda lihevhatinê li Sûriyê), ragihand ku wan korîdorên nû vekirine da ku sivîl karibin ji herêmên Idlibê vekişin. Navendê ji fermandarên komên çekdar xwest "Dest bi lihevhatinên aştiyane bikin li herêmên di bin desthilatdariya wan de.”

Li gorî Moskovê kontrolkirina rêya navneteweyî yek ji hîmên bingehîn ên lihevhatina Soçiyê ye, ew bi vê yekê xetên temasê yên nû destnîşan dike ku pêwîst e her du alî li ser wan li hev bikin. Moskov her wiha guh nade gefên Tirkiyê ku diwaze artêşa Sûriyê vegere baregehên xwe yên berî pêşketinên hefteyên dawiyê.

Çavkaniyeke dîplomatîk a Rûsyayê diyar kir ku "Moskov dê bi Enqereyê re nexşeyeke nû ya xalên çavdêriyê yên Tirkiyê binirxîne ku nehêle pevçûn di navbera artêşa Tirk û ya Sûriyê de çêbin.”

EL-BEYAN: VEGUHASTINA TERORÎSTAN PLANEKE TIRKIYÊ YA LI DIJÎ ARAMIYA HERÊMÊ YE

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çima Tirkiye dixwaze terorîstan veguhêze Lîbyayê? Armancên wê çi ne? Ev du pirsên mezin in, lê eger mirov planên Tirkiyê yên li herêmê zanibe dê bersiva van pirsan jî bibîne. Artêşa Lîbyayê piştrast dike ku gelek terorîstan ku ji aliyê dadgehên welatên xwe yan dadgehên navneteweyî ve têne xwestin, gihîştine Terablusê.

Çavdêr dibêjin ku ev terorîstên ku bo Terablusê hatine veguhastin, endamên rêxistina Cebhet Tehrîr El-Şam in ku girêdayî El-Qaîdeyê ne. Tirkiye dixwaze wan ji sînorên xwe dûr bixe.

Çavdêrê siyasî yê ji Lîbyayê Mehmûd Al-Misratî ji El-Beyan re got: "Ku mirov li navê van terorîstan dinêre, dibîne ku hebûna wan dê pir xeternak be ji bo Lîbyayê. Ew çekdarên ji dewletên xwe dikişînin ba xwe û dixwazin komên çekdar ava bikin, li dijî artêşa Lîbyayê şer bikin û parçeyek axa Lîbyayê dagir bikin û ji wir derbasî welatên xwe bibin, mîna Tûnis û Misirê. " Her wiha diyar kir ku pêwîst e dewletên cîran hay ji van planên Tirkiyê yên têkbirina aramî û ewlehiya wan hebin.

EL-EREB: LUBNAN DI NAVA NAKOKIYÊN DI NAVBERA ÎRAN Û AMERÎKAYÊ DE YE

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Rawestgeha duyemîn a gera serokê meclisa şêwirmendiyê ya Îranê Alî Larîcanî, paytexta Lubnanê Beyrût bû, piştî ku beriya wê çûbû paytexta Sûriyê Şamê. Di vê navberê de pirsa derdikeve pêş ew e; gelo ev serdan li ser vexwendineke fermî pêk hatiye, eger wiha be kî ew vexwendin kiriye û çima dewleta Lubnanê behsa serdanê nekir, li şûna wê Balyozxaneya Îranê ragihand?

Hin derdor dibêjin ku ne dûr e Hizbullah ev vexwendin bi rê kiribe, bi taybet ku di heman rojê de Hizbullah çilrojiya "şehîdên berxwedanê" bi bîr anî, jixwe mebesta wan ji "şehîdên berxwedanê" jî lîderê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî û serokê milîsên Heşdî Şabî Ebû Mehdî El-Muhendis bû ku di êrişeke asmanî ya Amerîkayê de hatibûn kuştin.”


Mijarên Din