Mijarên rojnameyên erebî – 18 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê nakokiyên Tirkiye û Ewropayê yên têkildarî mijara koçberan de nivîsîn, her wiha rewşa Iraqê û belavbûna vîrusa Koronayê jî di rojevê de bûn.

EL-EREB: EWROPA PÊLIKA DAWÎN A KOÇBERAN JI DESTÊN TIRKIYÊ DERDIXE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Roja sêşemê, Yewnanistanê rêya lihevhatina di navbera Ewropa û Tirkiyê de, ya der barê koçber û penaberan de, birî. Li aliyekî din jî Partiya Keskan a Almanyayê fişarên li ser şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel zêde kirin da ku nehêle Erdogan vê dosyayê bi kar bîne.

Di heman demê de ku di navbera serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û serokê Fransayê Emmanuel Macron de bi vêye videoyê hevdîtina çaralî pêk dihat, Yewnanistanê ragihand ku ew ê kampên koçberan li tevahiya welêt ta du hefteyan bigire, ji bo ku vîrusa Koronayê belav nebe.

ŞERQ EL-EWSAT: IRAQ; EL-ZIRFÎ JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ HATE ERKDARKIRIN

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duh Ednan El-Zirfî ji bo avakirina hikûmetê erkdar kir ku ew bi xwe lîderekî ‘Hevbendiya El-Nesir’ e ya bi serokatiya serokwezîrê berê Heyder El-Ebadî, her wiha parêzerê berê yê Necefê ye.

Piştî erkdarkirinê bi demeke kurt, bertek derketin, ya pêşî ji ya bloka ‘El-Fetih’ bû, ya bi rêveberiya serokê rêxistina Bedir, Hadî El-Amirî ye. Wan ku got erkdarkirin kiryarekî şantajê ye, ev jî tê wateya ku El-Zirfî nikarî dilê El-Amirî rehet bike, bi taybet ku komên di nava Heşdî Şabî yên ku El-Amirî yek ji lîderên wan e, dibêjin ku El-Zirfî nêzî Amerîkayê ye anku dûrî Îranê ye.

Bloka El-Fetih bi daxuyaniyekê wiha diyar kir: "Em vê kiriyara derzagonî ya serokkomar napejirînin, wî kesek ji derveyî pîvanên makezagonê erkdar kiriye, li gorî makezagonê pêwîst e kesê herî bi temenmezin bê erkdarkirin. Salih li aliyekî makezagon binpê kiriye, li aliyê din jî lihevhatina di navbera hêzên siyasî de nedaye ber çavan" û her wiha blokê hişyarî da ku ew ê çi bê xwestin bikin da ku ev tişt neçe serî.

Berhem Salih jî hêviyên xwe anîn ziman ku hilbijartinên pêşwext bêne kirin û hêviyên Iraqiyan pêk bên, wî piştî erkdarkirina El-Zirfî daxuyaniyek da û got: "Hêvî dikim ku yê erkdar karibe hilbijartinên pêşwext pêk bîne, hêviyên Iraqiyan bi cih bîne, her wiha hêviyên xwepêşandêran pêk bîne, reformên pêwîst bike û serwerî û ewlehiya Iraqê biparêze."

EL-BEYAN: TIRKIYE BIRÎNDARÊN MILÎSÊN TRABLUSÊ DIXE BAZARÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Milîsên hikumeta El-Wîfaq ên birîndar û li nexweşxaneyên Tirkiyê têne dermankirin, hawar û qîrînên xwe bilind kirin, ji ber paşguhkirina wan, her wiha ji ber ku hikûmeta Fayiz El-Sîrac pereyên nexweşxaneyan nedane.

Tevî ku hikûmeta El-Sîrac girêdayî rejîma Erdogan e jî, lê ji ber ku wê zû deynên xwe nedan, rewşa birîndarên ku li nexweşxaneyên Tirkiyê têne dermankirin, pir xerab bûye, Tirkiyê jî xwest ku deyn bêne dayîn û ji bo rewşên birîndariyê yên nû, pereyên pêwîst beriya wextê xwe bêne dayîn.

Çavkaniyên agahdar diyar kir ku Tirkiyê hişyarî day dê birîndarên milîsan ji nexweşxaneyan derîne û bavêje kolanan, eger deynên xwe nedin, her wiha ew birîndarên din pêşwazî nake.

Birîndaran jî diyar kir ku rewşa wan xerab e, ew li cihên lê dimînin girtî ne, hikûmet rê nade wan ku vegerin welatê xwe ta ku deynên xwe nedin. Yekî birîndar videoyek belav kir, tê de dibêje "Ew mîna kuçika me hesêb dikin, xweziya em nehatiba vir û me li Misratayê xwe derman kiriban, li wir bi kêmayî kes heye guh bide me", yekî din jî got "Birîna min genî bû, ev sê roj e dixwazim derkevim, lê ew qebûl nakin, deynên xwe dixwazin."

ŞERQ EL-EWSAT: SIÛDIYÊ JI G20’AN XWEST KU LÛTKEYA KORONAYÊ LI DAR BIKEVE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Erebistana Siûdî xwest ku lîderên koma ‘Bîstan’ (G20) ku niha ew serokatiyê wê dike, ji pêşîgirtina vîrusa koronayê lutkeyeke lîderan lidarxîne, piştî ku nexweşî li cîhanê belav bû.

Siûdiyê ragihand ku ew dewletên G20’an re têkeve têkiliyê, da ku hefteya pêşiya me civîneke awarte bê lidarxistin ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Korona, her diyar kir ku alozî ya cîhanê tevahî ye û pêwîst e cîhan hemû tev bigere.

Her wiha da zanîn ku koma G20’an, dê bi alîkariya rêxistinên navdewletî bi hemû awayan bixebite da ku bandora vê nexweşiyê kêm bike, her wiha lîderên dewletên komê dê ji bo bandora nexweşiyê li ser aobriya cîhanê kêm bike, siyasetên pêwîst amade bike.

Duh pir dewletên Ereban bergiriyên xweparastinê zêde kirin da ku rê li pêşiya belavbûna vîrusê bigirin, hin dewletan nimêjên komî yên li mizgeftan rawestandin, her wiha deriyên dibistan, çayxane û xweringehan jî girtin.”


Mijarên Din