Mijarên rojnameyên erebî – 19 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşdanên li Idliba Sûriyê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraqê û mijara belavbûna Koronavîrusê jî di rojevê de bûn

EL-BEYAN: KONVOYA LEŞKERÊN TIRK LI IDLIBÊ Û DI NAVA OPOZÎSYONÊ DE ŞERÊN HEV TUNEKIRINÊ

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku konvoyeke din a leşkerên Tirk ketiye axa Sûriyê, di demekê de ku pevçûnên li gundewarên Idlib û Helebê rawestiyane, piştî lihevhatina Rûsya û Tirkiyê, li aliyekî din jî hêzên artêşa Sûriyê destkeftiyên xwe yên li gundewarên Laziqiyê bi hêz dikin.

Nêzî 40 erebeyên leşkerî yên Tirkiyê di deriyê sînor ê Keferlûsîn re derbasî parêzgeha Idlibê bûn, hêzên Tirkiyê jî li gundên Firîka û Merczihûr û Ziyadiyê yên Idlibê gera çavdêriyê pêk anî. Di vê navberê de konvoyên Tirkiyê derbasî axa Sûriyê dibin, ji dema agirbestê ta niha hejmara erebeyên Tirkiyê yên derbasî Sûriyê bûne, gihîştiye hezar û 150’an, her wiha bi sedan leşker hatine derbaskirin.

Li aliyekî din çavkaniyên agahdar diyar kir ku artêşa Sûriyê hêzên xwe li gundewarên Laziqiyê zêde kirin û amadekariyên liveke leşkerî dike, her wiha li bajarokê Seraqib ê rojhilatê Idlibê jî ji bo pêşîgirtina êrîşa komên çekdar, hêzên xwe zêde kirine. Metirsî heye ku agirbest têk biçe û li derdora rêya navdewletî dîsa şer rû bide.

Çavdêr dibêjin ku amadekariyên leşkerî yên Sûriyê, bi armanca vegerandina gundewarên Laziqiyê yên nêzî sînorê Tirkiyê, têne kirin, her wiha diyar kir ku eniyên herî sist eniyên Kibênê ya çiyayê Laziqiyê ne, piştî ku Cebhet El-Nusra ji gundewarên Idlibê vedikişe, Rûsya jî dixwaze hêzên artêşa Sûriyê gundewarên Laziqiyê vegerîne, ji ber ku ew nêzî Baregeha Himêmîmê ya Rûsyayê ye.

Çalakvanan diyar kir ku artêşa Sûriyê hêzeke mezin bi qasî hezar leşker, 20 tank û 17 top, birine bajarê Kefer Nibil û bajarokê Hizarîn ên başûrê Idlibê.

Her wiha li bakurê Sûriyê kiriyarên hevtunekirinê di nava çeteyên Tirkiyê de dewam dikin. Hate zanîn ku çekdarên nediyar fermandarê koma bi navê Lîwan El-Ebas a girêdayî Ehrar El-Şam yê bi navê Alaa El-Umer Ebû Ehmed kuşt, piştî ku nêzî bajarê Cisir El-Şixûr ê rojavayê Idlibê mayinek bi erebeya wî de teqandin.”

ŞERQ EL-EWSAT: XWEPÊŞANDÊRÊN IRAQÊ EL-ZIRFÎ NAPEJIRÎNIN

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Piraniya pêkhateyên protestoyên li Iraqê diyar kir ku ew erkdarkirina Ednan El-Zirfî ya ji bo avakirina hikûmeta Iraqê, napejirînin, xuya dike dê çarebûsa El-Zirfî jî mîna ya yê beriya wî Mihemed Tefîq Elawî be, ew ê ku nekarî erkdariya xwe pêk bîne û dawiya meha derbasbûyê lêborîn xwest û xwe paşde kişand.

Çalakvan dibêjin ku erkdarkirina El-Zirfî ne li gorî daxwazên xwepêşandêran e ku ew di serî de dixwazin. Ku serokwezîrê nû tu erkdariyên berê di desteyê rêveber û zagonsaz de ne kiribe, her wiha ji bilî nasnameya Iraqê tu nasnameyên wî yên din tune be.

Her wiha xwepêşandêrên Qada Tehrîr a Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi awayê demkî xwepêşandanan rawestînin ta ku vîrusa Korona bê kontrolkirin, her wiha ji bo dezenfektekirina qadê û konên xwepêşandêran dest bi kampanyayê kir.

ÎMARAT EL-YEWM: 8 HEZAR KES LI CÎHANÊ BI KORONAYÊ MIRIN, LI EWROPAYÊ ZÛ BELAV DIBE

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: "Bi sedema vîrusa COVID-19 a nû li cîhanê 8 hezar kes mirin, 194 hezar kes jî bi vîrusê ketin, li gorî daneyên AFP’ê piraniya mirinan li Ewropayê rû dan, li wir nêzî 3 hezar û 422 kez mirin, lewma Ewropa parzemîna ku vîrus herî bi lez lê belav dibe.

Wezarete Tenduristiyê ya Brîtanyayê diyar kir ku hejmara kesên bi vîrusê ketine gihîştiye 2 hezar û 626 kesan, her wiha hejmara miriyan jî gihiştiye 71 kesan. Hollanda jî diyar kir ku 2051 kes pê ketine, 58 jî mirine, li Spanyayê 13 hezar û 716 kes pê ketine û 558 mirine, li Îranê Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara miriyan gihîşte hezar û 135 kesan, her wiha 36 hezar û 117 kes jî pê ketine.


Mijarên Din