Mijarên rojnameyên erebî – 19 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwepêşandanên li Lubnan û Îranê kir.

El-Ereb: Tirkiye li hember rewşa redkirina zêde ya li herêmên "dost" ya Bakurê Sûriyê ye

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa Sûriyê bi gelek mijaran kir û di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha da zanîn: "Hêzên dewleta Tirk û milîsên Sûriyê yên girêdayî wê li hember rewşa redkirina zêde li Bakurê Sûriyê ne. Ev redkirin jî derbasî herêmên dîtir ku berê "dost" bûn, wek bajarên Bab û Ezazê li bejahiya Helebê, bû.

Çavdêr dibînin ku berteka sivîlên Sûriyê li bakur xwezayî û pêşbînî ye. Ji lew re çi qas Enqere hewl bide hincetan ji kiryarên xwe re derxe û rûyekî mirovî lê bike, rewşa dimîne, dagirkerî ye. Ji ber xwepêşandan li hember Enqereyê zêde dibin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duşemê got welatê wî dabeşkirina petrola Sûriyê red dike ku bi sedema bezdayîna "mirovan" ku îşaretê bi DYA’yê der barê dabeşkirinê de dike.

Daxuyaniya Erdogan li gorî şopdaran dikeve bin çewtiyeke mezin. Ji ber ku dewleta Tirk ji aliyekî ve sedema yekemîn a talankirina petrola Sûriyê bi alîkariya bi rêxistina DAIŞ’ê re ye. Ew jî di dema serweriya DAIŞ’ê li piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû.

Erdogan di piranî daxuyaniyên xwe de îşaret pê kir ku hebûna welatê wî li Sûriyê têkbirina xetereya Kurd û alîkariya Sûriyan e. Lê belê ev daxuyanî jî, di ser şêniyekî hêsan re ku hebûna Tirkiyê hêmanekî tevlihevî ye û ne yê aramiyê ye, ne derbasdar e.

Rewşa tevliheviyê ku li herêmên di bin serweriya yekser a dewleta Tirk de mîna Bab, Ezaz û Efrînê bû sedema hêrsa gel. Rojekê jî bêyî teqînê ku qurbaniyên sivîl çênebin jî derbas nabe.

Dewleta Tirk li herêmên serwer hewl dide bi rêya komên girêdayî wê tirkkirina herêmê pêk bîne, saziyên dewleta Tirk çavdêriyê li beşa xizmetguzariyê dikin. Her wiha jî minhacên xwendinê bi spartina zimanî tirkî ku bingehîn e, guhartine.

Li gorî çavdêran, bi derbasbûna demê re û bi encama kiryarên hêzên dewleta Tirk de ku xakê wek ya girêdayî xwe dihesibînin, nerazîbûn û bertek derdikevin. Her wiha jî rewşa krîz, jiyanî û xizmetguzarî li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de, belav e. Çavdêr têxmîn dikin ku dê serhildan li hember hebûna dewleta Tirk li tevahî herêmên di bin serweriya wê de li dar bikeve ku tenê pirsgirêk dem e.

Îmarat El-Yeûm: Opozîsyona Îranê piştrast kir ku xwepêşandan li 107 bajaran belav bûye

Der barê rewşa Îranê de rojnemeya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Koma (Mûcahidên Xulq) a opozîsyona Îranê got ku xwepêşandan berfireh bûye û li zêdetirî 107 bajaran belav bûye, her wiha Îranê jî duh diyar kir ku piştî çend rojan ji xwepêşandanan hîna rastî tevliheviyan tê, tevî ku rewş bê deng bûye. Ew yek ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê ye. Dezgehên çapemeniyê yên fermî gotin ku Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî daye xwepêşandêran ku eger tevliheviyan ranewestînin dê tedbîrên pêwîst bigirin."

Şerq El-Ewset: Herîrî bi "hikumeta teknokrat" ve girêdayî ye û ne bi serokatiya wê

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnemeya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Hewldanên serokê nû ji hikumeta Lubnanê re bûye çargoşeya nakokiyê li ser şêweya hikumetê, di demeke ku îsrara serokê hikumetê ya xebatên li ser kar û barên Seed Herîrî dike ku hikumeta Teknokrat ava bike û ne pêwîste ku serokartiya wê be. Li hember jî Dualiya Şîî û Teya El-Wetenî israr dike ku hikumeta Teknosiyasî bê avakirin.

El-Ereb: Kurd vekişandina ji parlamentoya Tirkiyê lêkolîn dikin

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnemeya El-Ereb wiha got: "Partiyeke muxalîf li Tirkiyê vekişandina parlamenterên xwe ji parlamentoyê lêkolîn dike ku ji ber zextên tê re derbas dibe. Her wiha wek rêyek ji bo şermezarkirina biryara hikumetê ji derxistina 24 serokên şarederiyan di 3 mehên dawî de nîşan bidin."

Cîgirê partiya HDP`ê Saruhan Oluç got ku dê roja çarşemê cîgirên parlamentoyê, serokên şaredariyan û berpirsên herêmî ji endamên partiyê li Enqereyê kom bibin, da ku rewşê binirxînin û biryareke bersivdayînê bidin.

Oluç wiha got: "Em ê têkoşîna xwe li hemû qadan li dijî biryara derxistina serokên şaredariyan berdewam bikin. Yek ji pirsên ku em ê bersiva wê bidin der barê vekişandina parlamenteran ji parlamentoyê ye."

(fr-jo)


Mijarên Din