Mijarên rojnameyên erebî – 20 Adar

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa binketina agirbesta Idlib, amadekariyên leşkerî ji bo şer, avakirina hikumeta nû ya Iraqê ya bi hedefa derbkirina hewldanên Îranê bilindbûna kuştina çeteyên Erdogan li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, aloziya Iraqê, zirarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSET: ARTÊŞA TIRKIYÊ HÊZÊN XWE LI IDLIBÊ PIŞTÎ GEFÊN REJÎMÊ XURT DIKE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran behsa rewşa Sûriyê bi taybet Idlibê kir, di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Artêşa Tirk amadekariyên leşkerî li Idlibê piştî daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên vekirina rêya Heleb-Laziqiyê bi rêbazên leşkerî û tewanbarên astengkirina pêkanîna peymana bi Moskovê re, xur kirin."

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) got 3 karwanên leşkerî yên dewleta Tirk bi rêya dergeha Kefer Losîn a bejahiya bakur Idlibê re derbas bûn û ya dawî jî ji nêzî 50 alavên leşkerî pêk hat. Bi wê re jî alavên leşkerî yên Tirkiyê ji dema agirbestê ji 6’ê Adarê heta niha gihaştin 1200 alav û bi hezaran leşker.

Beriya du rojan Şam da zanîn ku dê rêya M4 bi rêya leşkerî bi piştevaniya Rûsya veke, ji ber rêxistinên terorî peymana di navbera Moskov û Tirkiyê ya 5’ê Adarê pêk neanîn.

Çavkaniyên ji Şamê got artêşa Sûriyê hêzên xwe li bejahiyên Laziqiyê di çarçoveya amadekariya leşkerî xurt kirin, her wiha li bejarokê Seraqib ê bejahiya rojhilatê Idlibê di demeke ku komên çekdar gefan der barê têkbirina peymana Rûsya û Tirkiyê dixwin û vegera pevçûnên li derdora rêyên M4 û M5, xurt kirin.

Çavdêr dibînin ku artêşa Sûriyê hewl dide bejahiyên Laziqiyê yên nêzî sînorê Tirkiyê vegerîne, her wiha bal kişand ser ku dê şer piştî vekişîna Cebhet El-Nusra ji bejahiyên Idlibê pir sivik bibe, her wiha Rûsya piştevaniya artêşa Sûriyê ya vegerandina bejahiyên Laziqiyê bi sedema nêzbûn û bandora êrişên dronan li dijî baregeha Himêmîmê, dike.

Girêdayî mijarê, mayîn bi karwana dewleta Tirk li bajarokê Mehbel dema derbasbûna wê duh li ser rêya M4 de teqiya, di encamê de agahiyên kuştin û birîndariyan di navbera leşkerên Tirk de hene. Beriya teqînê pevçûn çêbû û karwana Tirkiyê hat hedefgirtin û heta niha kesên êriş kirine ne diyar in.

Artêşa Tirkiyê amadekariyên leşkerî li bajarokê Mehbel piştî teqînê zêde kirin, her wiha helîkopter jî li asîmanên herêmê digerî.

EL-EREB: ERKDARIYA EL-ZURFÎ DERBEYÊ LI KAR Û XEBATA ÎRANÊ YA YEKITIYA PARTIYÊN ŞÎAYÊ DIXWE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokwezîrê ji bo Iraqê hatiye erkdarkirin Ednan El-Zurfî diyar kir ku erêkirina gelan li ser nemzetiya wî şertekî bingehîn ê derbasbûna kabîneya wî ji testa parlamantoya ku berî wê Mihemd Tewfîq Îlêwî bi bin ketiye re ye, ji ber vê yekê li gorî kesên nêzî wî ew xwe dûr dixîne û ber bi şikandina îradeyan ve dibe, ji be re ev yek muhteml e bibe û bertekan derxîne holê."

Lê serweriyên partiyên olî yên bi ser Îranê ve muhteml e der barê rewşa Koronayê bandorê Ii qada tenduristî û darayî bike de vekişîn, her wiha nirxên petrolê dakeve û hêrsa gelan bilind bibe.

Hilbijartina El-Zurfî derbeyê li kar û xebata jinûve yekitiya pêkhateya Şîa dike anku ya ku fermdandarê Pasdarên Şoreşger ên Îranê Qasim Suleymanî beriya ku DAY`yê wî bikuje, serkêşiya wê dikir.

kar û xebata Suleymanî dema ku Tehranê fam kir ku ew ê li piraniya kolanên Şîe yên Iraqê giraniya xwe wenda bike, dest pê kir. Tehranê ji ber kesên hakim armancên xwe pêk neanîn, her wiha destpêka meha Cotmehê daket qadan û hindek mabû ku rejîma siyasî hilweşîne.

Çavkaniyên siyasî ragihand ku Îranê piştî kuştina Suleymanî hîn jî partiyên hevalbend teşwîqî nêzîkatiyê dikin û partiya Şîe pêwîstiyê Îranê ya jinûve xwe birêxistinkirinê dema bû şahidê ku Mihmed Tewfîq Îlêwî ji ber redkirina hêzên siyasî, sinî û Kurdan tê hilweşandin, heye .

Çavkaniyan diyar kir ku El-Zurfî, aliyên Şîe yên din û El-Hekîm hewl didin asta berdewama Îranê ya der barê kar û barên siyasî yên Iraqê piştî krîza vîrusa Koronayê, diyar bikin.

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN…ŞERÊ LI LÎBYAYÊ BERDEWAM E

Têkildarî rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hîn jî dewleta Tirk hewldana veşartina windahiyên leşkerên û çeteyên xwe yên li Lîbyayê dike, di heman demê de duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan kifş kir ku hejmara kuştiyên çeteyên Tirkiyê yên li Lîbyayê gihaştiye 129 çeteyan. 

Her wiha Navendê ragihand ku çete di encama şerê li eniyên Taxa Selah El-Dîn a başûrê Terablusê, eniya Remla a nêzî balafirgeha Terablusê, eniya Meşrû El-Hedebê û şerê li Misrata û herêmên din ên li Lîbyayê de hatine kuştin.

Li milekî din çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayê ji rojnameya El-Beyan re parve kir ku hejmara rastîn ên çeteyên Tirkiyê zêdetirî wiha ne û hejmara hatiye eşkerkirin ji hundirê Sûriyê derketiye, di heman demê de çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine Terablusê ne ji Sûriyê ne.

Çavkanî diyar kir ku hin serjimarî hene ku hejmara çeteyan zêdetirî 270 çeteyî ye di nav wan de 80 cenaze li eniyên şer ên li başûr û rojhilatê Misrata hatine dîtin.

Odeya çapemeniya şer a Hêzên Çekdar piştrast kir ku di encama bikaranîna artêşê de ji tankan re û topbarana çend nuqteyên li Eyn Zarê yê başûrê Terablusê çend çete û milîsên Wîfaqê hatine kuştin û piraniya wan ji çeteyên Erdogan û terorîstên rêxistina DAIŞ`ê yên ku ji Binxazî reviyan û berê xwe dane Terablusê ne.

Her wiha çavkaniyên meydanî ragihand ku hikumeta Wîfaqê yên ku desteka xwe ji çeteyên Erdogan werdigirin êrişî artêşa Wetenî ya Lîbyayê kir, lê têk çûn û hêzên taybet ji aliyê xwe ve êriş kirin û li nuqteyên hîn zêdetir stratejîk bi cih bûn.

Endamê nivîsgeha çapemeniyê ya odeya oparasyonên Ejdabiyayê Eqîlê Sabir bi lêv kir ku 11 çete û milîs hatine girtin û zêdetirî 25 ji  wan birîndar in û 6 jî rewşên wan giran in. El-Beyan nivîsand ku terorîstê ji Binxazî reviyaye Ziyad Belam li eniyên Eyn Zarê bi giranî birîndar bûye û paşê ew bi balafireke taybet rakirin Stanbolê.

Di heman demê SOHR`ê parve kir ku Tirkiyê meaşên çekdarên xwe yên sûrî kêm kirin û hîn jî wan dişîne Lîbyayê.

(fr-eh)


Mijarên Din