Mijarên rojnameyên erebî – 20 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Sûriyê de, bi taybet arîşeya di navbera serokê hikumeta Sûriyê Beşar El-Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de nivîsî, her wiha mijara destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê û arîşeya di navbera DYA û Çînê ya têkildarî vîrusa koronayê ya nû de jî di rojevê de bûn.

OKAZ: ŞERÊ BEŞAR-MEXLÛF… KÎ DÊ BI SER BIKEVE?

Der barê arîşeyan di navbera serokê hikumeta Sûriyê Beşar El-Esed û Ramî Mexlûf de rojnameyê nivîsî: “Arîşeya di navbera karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf û serokê Sûriyê Beşar El-Esed de kûr bû, êdî xetên sor derbas kirin û bûye şerekî eşkere. Desthilata Sûriyê duh (duşem) du biryar dan da ku tevgera kurê xalê serok felc bike, yek biryara destdanîna ser samanên wî, ya duyemîn jî ji bo 5 salan têkilî û peymanên bi hemû saziyên dewletê re lê hatine qedexekirin.

Piştî çend hefteyên şerê daxuyaniyan der barê bacên ku ji Mexlûf têne xwestin de, Wezareta Darayî ya Sûriyê ragihand ku dê dest daniye ser hemû samanên Ramî Mexlûf û hevjîna wî û zarokên wî.

Çavdêr dibêjin ku şerê “hestî şikandinê” yê di navbera Beşar El-Esed û semyanê aboriya welatê wî de ku ev çend hefte ye dewam dike, dê bi kêfxweşî bi dawî nebe.

Mexlûf dîsa rejîm tawanbar kir ku fişarê lê dike, her wiha da zanîn ku ev fişar her li dijî wî û karmendên wî dewam dike, her wiha da zanîn ku desthilat dixwaze wî neçar bike ku beşek ji hatinên şîrketê ji desthilatê re bihêle.”

EL-EREB: CEZAÎR Û MISIR LI HEMBERÎ CÎRANÊ XWE YÊ TIRK Ê NÛ… ÇI SÎNOREKÎ BI ACIZÎ YE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Kêmî şeş mehan derbas bû, dema ku bi hikumeta Faiz El-Serac re hevpeyman girê da û derî ji bo destwerdana leşkerî vekir, di van şeş mehan de Tirkiyê hevsengiya şerê taktîkî li dijî fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefter guherand. Lê ya herî bitirs ew e ku hevsengiya stratejîk li bakurê Afrîkayê guherand. Di vê navberê de Misir û Cezaîr matmayî mane, her du welat dibe ku nerazîbûna xwe li dijî cîranê xwe yê nû yê Tirk nîşan bidin.

Çavdêr dibêjin ku dewletên herêmê pir sar nêzî destwerdana Tirkyê bûn, wan tenê digot serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tenê dixwaze çekan û çeteyan bişîne Lîbyayê da ku desthilata Xelîfe Hefter kêm bike, lê wan nedizanî ku desthilata Tirkiyê dê rewşeke nû li Lîbyayê biafirîne, her wiha dê vê rewşa li ser dewletên herêmê û dewletên Ewropayê ku destê wan di dosyaya Lîbyayê de heye, ferz bike.

Ew çavdêr dibêjin ku planên serokê Tirkiyê yên destdayîna ser petrola Lîbyayê û kontrolkirina beravên Lîbyayê, dê bandorê li berjewendiyên wan dewletan û ewlehiya keştîvaniya navdewletî jî bike. Her wiha dê bingeha ji nû ve vegerandina dewleta Osmanî ava bike. Dîsa gotin ku gengeşiya bi axaftinan û fişarên dîplomatîk li Enqereyê dê rewşê neguherîne, wekî çawa ji ezmûna destwerdana Tirkiyê bo Sûriyê diyar bû ku çawa hişt hemû dewletên mezin rewşa heyî bipejirînin.

El-Ereb ji hin çavkaniyên Misirê bihîstiye ku vebijêrka destwerdana leşkerî li Lîbyayê ta niha ne di planê de ye, her wiha dê Qahîre nekeve şerekî bi cîrana xwe ya rojava re ku encamên wî şerî ne diyar in, bi taybet ji ber pergala eşîretî ya civaka Lîbyayê.

Çavkaniyên ji El-Ereb re axivîn, diyar kir ku ketine baregeha El-Wetiyê û beriya wê jî hin bajarên beravê yên rojavayê Lîbyayê, dê bandorê li hemûna hêzên artêşa Lîbyayê yên li Terablusê jî bike. Dibe ku ev serkeftin bikin ku Tirkiyê hîna desthilata xwe fireh bike û baregeha El-Cefra ya stratejîk bixe bin destê xwe. Her wiha diyar kir ku Misir ji ketina hêzên Hefter a Terablusê ne kêfxweş bû.

Tê gotin ku Misir dê neçe vebijêrka leşkerî, eger destwerdana Tirkiyê negihe ax û berjewendiyên rasterast ên Misirê, bi taybet mijara keştîvaniya navdewletî û derbasbûna keştiyan ber bi Qenat El-Siwês ve. Ji bilî wê dê Qahîre hewl bide fişarên dîplomatîk bike ku Tirkiye vekişe.

Çavkaniyên Misirî ji El-Ereb re diyar kir ku şerê Tirkiyê ne bi Misirê re ye, lê bi hêzên ku piştgiriya hilweşandina rejîma Muemer El-Qedafî kirine re, wekî Îtalya, Fransa û DYA’yê. Ev dewletî jî dê qebûl nekin ku hebûna stratejîk a Tirkiyê li wir pêk were û Tirkiye Deryaya Spî kontrol bike û hebûna Tirkiyê li Lîbyayê bibe pelika fişar û bazaran.

Hebûna Tirkiyê ya leşkerî piştî destdayîna ser baregeha El-Wetiyê û beravên Lîbyayê, dê bandorê li dewletên Ewropayê yên li ser Deyarya Spî bike, her wiha metirsî heye ku Rûsya û Tirkiye bi hev re li Lîbyayê hevkariyê bikin.

Hevbûna Tirkiyê her wiha bandorê li ewlehiya neteweyî ya dewletên bakurê Afrîkayê dike, bi taybet Cezaîr ku dê der barê hebûna Tirkiyê li herêmê de bê deng nemîne, jixwe têkiliyên Cezaîrê yên baş di hêla aborî û ewlehiyê de bi pergalên eşîran û civaka herêmê ya li ser sînor re hene.

Çavkaniyên Cezaîrê dibêjin ku guherînên makezagonê yên ku dê rê li pêşiya artêşê vekin ku çalakiyan li derveyî axa Cezaîrê bike, dê bibe derfeteke zêrîn ji Cezaîrê re ku ji bo parastina sînorên ewlehiya neteweyî biparêze ku ketina nava axa Lîbyayê jî di nav de ye.

Ta niha nerazîbûna Cezaîrê tenê bi daxuaniyan diyar dibe, lê eger destwerdana Tirkiyê bandorê li ewlehiya wê bike, dê bêalî nemîne, ji ber ku hebûna Tirkiyê li dijî rihê şoreşa Cezaîrê ya li dijî hemû şêweyên kolonyalîzmê ye.

ŞERQ EL-EWSAT: TRUMP DÎSA DER BARÊ KORONAYÊ DE ÇÎN TAWANBAR KIR

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Serokê DYA’yê Donald Trump dîsa der barê belavbûna vîrusa Koronayê de çîn tawanber kir û gef li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) xwar ku ew ê xwe jê vekişîne, eger di nava 30 rojan de guherînên bingehîn çêneke.

Trump Çîn tawanbar kir ku “Ne zelal e, ta niha nehiştiye pispor û zanyar bikevin laboratuarên wê”. Wezareta Karên Derve ya Çînê jî bersiva tawanbariyên Trump da û got rêveberiya Trump “dixwaze tevliheviyan çêke û Çînê reş bike.”


Mijarên Din