Mijarên rojnameyên erebî – 20 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro behsa fişarên navdewletî yên bênavber li dijî dewleta Tirk bi sedema têkiliya xwe ya bi çeteyên DAIŞ’ê re û ji wê zêdetir jî xwepêşandanên li Îran, Lubnan û Iraqê kir.

 

El-Ereb: Tirkiye cihê herî ewle yê rêxistina DAIŞ’ê ye

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijaran kir ku dewleta Tirk piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dike. Di vî warî de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsand: “Lîsteya reş a Amerîkayê ya nû eşkere kir ku hê jî dewleta Tirk cihê herî guncaw ji rêxistina DAIŞ’ê re ye. Her wiha dewleta Tirk vegerand cihê herî ewle yê torên piştevaniyê ku ji bo çalakiyan xwe dispêrinê. Ev jî bi temamî bi armanca hikumeta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ku hewl dide ew şerê terorê dike, bi nakok e. Her wiha jî rola wê di tevgera serçeteyê DAIŞ‛ê yê berê Ebû Bekir El-Bexdadî de beriya ku DYA‛yê di meha borî de bikuje, eşkere bû.”

Duşemê DYA’yê ceza li ser 5 rayedar û 4 kesan birî ku piraniya wan li Tirkiyê ne ku bi sedema piştevanî û peredayîna rêxistina DAIŞ‛ê ye.

Xezîneya Amerîkayê daxuyand ku buroya çavdêriyê ya wezaretê ceza li wan rayedarên ku piştevaniya madî û lojîstîk ji rêxistina DAIŞ‛ê re dikin ku li ser asta navdewletî wek terorîst hatiye binavkirin, biriye.

Ev lîste 3 blok û 2 kesên li Tirkiyê bi cih bûne, vedihewîne. Her wiha rayedar û kesayetek jî li Afganistanê, yek li Kuwêt û yek jî li Sûriyê ye.

Sinifandina nû ya Amerîkayê rûyê reşbelekî di têkiliya di navbera Tirk û DAIŞ‛ê de eşkere dike. Di heman demêde ku torên çapemeniyê yên Tirkiyê diyar dik ku Enqere lîstikvanê sereke yê şerê li dijî DAIŞ‛ê ye. Her wiha jî di raporan de eşkere dibe ku Tirk DAIŞ‛ê di xizmeta ajandeyên xwe yên li herêmê de, çi li Sûriyê yan jî li Lîbyayê dibe, bi kar tîne. Piştevaniya rêxistina DAIŞ‛ê dikin ku bi rêya wê diyalogê bi DYA’yê û Rûsyayê re pêk bînin û şantajê li dewletên Ewropayê dikin.

Beriya çend hefteyan lêpirsîneke Amerîkayê ku malpera Investigative Journal der barê piştevaniya dewleta Tirk a avakirin û peredayîna şaneyên rêxistinên El-Qaîde û DAIŞ‛ê de, eşkere kir.

Lêpirsîn der barê şahidbûna Ahmed Yayla ku fermandarê berê yê polîsên Tirkiyê bû û yê ku der barê piştevaniya rêveberiya Erdogan a bi heh hezaran ji çeteyên DAIŞ‛ê, derbaskirina wan ji Sûriyê re û her wiha kirîna petrolê bi rêya rêxistinên terorîst bi nirxa bi sedan milyon dolar îstîfa kiriye, pêk hat.

Yayla yê ku 20 salan di Buroya Dijterorê li hundirê Tirkiyê de xebitî ye, wiha got: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di 2010‛an de hewl dida ‘dewleta îslamê ya mezin’ ava bike. Her wiha jî armanca xwe ku diviyabû bi aloziya li Sûriyê re pêk bihata, dît.”

Yayla wiha lê zêde kir: “Erdogan pêşbîn dikir ku piştevaniya wî ya ji komên tundraw re dê dawiya wê bibe serweriya li ser Sûriyê.”

Li aliyekî din jî Ahmet Yayla anî ziman ku wî dît ku çawa îstîxbaratên dewleta Tirk parastina çeteyên DAIŞ‛ê dikin ku bi serbestî li Tirkiyê digerin û her wiha jî xizmetguzariyên tedawiyê li nexweşxaneyan jî dihat pêşkêşkirin. Yayla piştrast kir ku hikumetê alîkariyên leşkerî ji rêxistinê re bi rêya wekaleta alîkariyên mirovî yên girêdayî wê, vediguhastin.

Şerq El-Ewset: Li Îranê hejmara kuştiyan ji 100’î derbas kiriye… fikarên navneteweyî zêde dibin

Der barê rewşa Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Tevî nezelaliya der barê geşedanên xwepêşandanên li dijî hikumeta li Îranê û di demekê de ku înternet qut e, raporên mafnas hejmara xwepêşandêrên ku jiyana xwe ji dest daye, piştrast kir ku zêdetirî 100 kesî ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyekê de diyar kir ku nêzî 106 xwepêşandêr di xwepêşandanên ku ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê pêk hatin de, jiyana xwe ji dest da. Rêxistinê, dîmenên ku wê yekê îsbat dikin û şahidên li ser erdê belge kirin."

Îmarat El-Yewm: Tevî sozên sererastkirinê yên siyasetmedaran, xwepêşandanên li Iraqê dewam in

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Yewm wiha nivîsand: "Xwepêşandêrên Iraqê duh xwepêşandanên xwe dewam kirin, navendên hikumetê û dibistanên li herêmên cuda, bêyî ku guh bidin li sozên nû yên kutleyên siyasî yên mezin, xwepêşandêr li qada Tehrîr li navenda Bexdayê ku nuqteya sereke ya xwepêşandanan ku meheke didome, kom bûn."

Rojnameyê wiha domand: "Bi hezaran xwendekar û sivîlên Iraqê li qadên xwepêşandanê li Bexdayê û li gelek parêzgehên başur kom bûn, da ku beşdarî xwepêşandanên ku ev 26 roj in didomin, bibin. Her wiha xwepêşandêran daxwaza dûrxistina hikumetê, betalkirina parlamentoyê û guhertina destûrê kir. Li qadên xwepêşandanan di seatên sibehê de li Mîsan, Nasiriyê, Musene, Dîwaniyê, Kerbela, Wasit û Helê bêdengiyek hebû, ku tu êriş li dijî xwepêşandêran tune bûn.

Şerq El-Ewset: Şertên Un avakirina hikumetê tevlihev dikin

Der barê rewşa Lubnanê de rojnemeya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Serokê Lubnanê Mîşêl Un duh pîvanên hikumeta nû diyar kirin. Çavkaniyên muxalîf dît ku şertên Un tevlihev in û destûrê binpê dikin. Her wiha xwepêşandana gel di ferzkirina betalkirina civîna parlamentoyê de ku duh dihat payîn li dar biketa, piştî ku xwepêşandêran rêyên li civînê girtin, bi ser ket.”

Serok Un careke din li ser hikumeta teknosiyasî piştrast kir û pîvanên wê diyar kirin ku kar li gorî wê bikin. Ew yek jî çavkaniyan piştrast kir ku kîjan kesayet hikumetê bi rê ve bibe, divê wê yekê erê bike.


Mijarên Din