Mijarên rojnameyên erebî – 21 Adarê

Rojnameyên erebî behsa kuştina hejmarek ji "komîteya navendî ya dan û standinan" bi destê hêzên hikumet û binketina hêzên Şîa di lihevkirina der barê rakirina erkdariya El-Zurfî de, her wiha fersendgirtina dewleta Tirk a mejûlbûna cîhanê bi Korona ku çek û çeteyan dişîne Lîbyayê, kir.

ŞERQ EL-EWSET: BI SALVEGERA ŞOREŞÊ RE DESTWERDANA RÛSYA LI BEJAHIYÊN DERA NAKOKIYÎ SÎNORDAR KIR

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Ji dema destpêkirina lihevkirinê li başûrê Sûriyê di Tîrmeha 2018’an de, rewşeke aram rû dida, lê di vê dawiyê de li bejahiyên rojavayê Dera herêmên sivîlan hatin topbarankirin û şerên dijwar li bajarokê Cilîn û Mesakin Cilên ên li herêma Hewd Yermûk pêk hatin, di encama destwerdana Rûsyayê de nakokiyê hat sînordarkirin."

Çavkaniyên herêmî ji Şerq El-Ewset re got:"Hêzên rejîmê yên li benda kontrolê ya li Mesakin Cilîn bi cih bûne roja çarşemê borî hewl dan ji nû ve benda kontrolê fireh bikin. Di dema berfirehkirina bendê ya ber bi Meşeret El-Xetîb ve şandeyek ji komîteya navendî ya dan û standinan a herêmê rojava bi hêzên rejîmê re civiya, lê di encamê de negihîştin tu lihevkirinan.

Di navbera her du aliyan axaftin çêbûn û gule jî hatin avêtin. Di dema paşvekişîna şandeya dan û standinê de hêzên rejîmê yekser gule avêtin şandeyê, di encamê de 2 endamên komîteyê ku rêveber in hatin kuştin, kesên hatin kuştin bi navên Welîd El-Berazî (Ebû Reifet) ji bajarokê El-Ecemî ye û endamê rêveber Hesan El-Subêhî(Ebû El-Iz) ji bajarokê Etman e. Her wiha endamekî din bi navê Basim Cilmawî(Ebû Kenan) jî ji bajarokê Qisêr e birîndar bû. Kesên hatin kuştin û birîndarkirin ji endamên komîteya navendî ya berpirsiyariya rêveçûna peymana lihevanînê ya herêmêa rojavayê ne ku yekser bi aliyê Rûsyayê re têkildar in.

Di encamê de nakokî li herêmê zêde bûn û endamên berê yên opozîsyonê êrişî benda kontrolê ya Mesakin Cilîn kir û serweriya li ser gelek nuqteyên leşkerî yên rejîmê yên li herêma Hewd El-Yermûk kir û hejmarek ji endamên rejîmê kuştin.

EL-EREB: HÊZÊN ŞÎA DI LIHEVKIRINA DER BARÊ RAKIRINA ERKDARIYA EL-ZURFÎ DE BI BIN KETIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serowezîrê Iraqê yê erkdarkirî Ednan El-Zurfî, di demeke de hewldanên yekkirina helwesta van hêzên der heqê daxwaza rakirina erkdariyê bi bin ketin de, hewl dide vîna Îranê li pişt redkirina hêzên siyasî yên Şîa der barê dan û standinên avakirina hikumeta nû de binase."

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN DI GUHARTINA NEXŞEYA ŞERÊ LI LÎBYAYÊ DE BI BIN KETIN

Rojnameya El-Beyan der barê rewşa Lîbya û binketina çeteyên dewleta Tirk di guhartina nexşeya şerê li Lîbyayê de wiha nivîsî: "Hê jî Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê nuqteyên girîng li meydanên şer tevî piştevaniya dewleta Tirk a mezin ji milîsên El-Wîfaq çi bi çete, bi pisporan dibe çi jî bi cebilxaneyan dibe, bi dest dixin."

EL-EREB: TIRKIYE MIJÛLBÛNA CÎHANÊ BI KORONAYÊ ŞANS DIGIRE Û LÎBYAYÊ BI ÇEKAN NÛQ DIKE

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Raporên çapemeniyên eşkere kir ku istîxbaratên dewleta Tirk çek, cebilxane û çeteyan ji bo piştevaniya milîsên alîgirê hikumeta Fayiz El-Sîrac re dişîne derdora paytexta Terablusê, her wiha mijûlbûna cîhanê bi vîrusa Koronayê re şans digire û vê yekê pêk tîne."

(fr)


Mijarên Din