Mijarên rojnameyên erebî – 21 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşednên li Sûriyê, xwepêşandanên Lûbnan û rewşa Iraqê de nivîsîn

Şeriq El-Ewset : beriya serdana Erdogan Kremlin der barê bandora êrîşa Tirkiyê li ser pêvajoya siyasî hişyarî dide

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê nivîsîn, her wiha hevdîtina ku tê payin di navbera Putin û Erdogan de pêk bê di rojeva rojnameya Şeriq El-Ewset de bû, rojnameyê nivîsî: "Moskovayê dîse dûbare got ku pêwîste tevgera leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li pêvajoya siaysî neke, Kremlin behsa lihevkatina di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de nake, lê diyar kir ku "Têkiliyên di navbera Moskova û Enqerê dewam dikin".

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Beriya serdana serokê Tirkiyê Racap Tayyip Erdogan a Suçî ku tê payin roja sêşemê pêk bê, berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov helwesta Moskovayê ya der barê operasyona leşkerî ya Tirkiyê dubare kir û got: "Ew cihê fikarên mezin e", her wiha diyar kir ku pêwîst tevgera leşkerî bandorê li pêvajoya siyasî ya li welêt neke. Lê Kremlin der barê lihevhatina Amerîka û Tirkiyê de helwesta xwe diyar nekir. Beriya du rojan gotibû ku ew ê agahiyên der barê lihevhatinê de ji Tirkiyê bibhîzin".

Derdor dibêjin ku ev daxuyaniyên Rûsyayê diyar dikin ku ew dixwaze tevgera leşkerî zû biqede û ferhtir nebe,  her wiha bi lez hewl dide ku valehiya piştî derketina Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagire û pêvajoya siysî bilez bike, ji xwe Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov got ku Mosko hewl dide rêyên diyaloga leşkerî û ewlehî di navbera Şam û Enqerê veke, her wiha diyloga heyî di navbera Şamê û Kurdan de bihêz bike".

Çavkaniyên Rûsyayê gotin ku dibe di hevdîtinên bê de lihevhatinek çêbibe ku herêmên sînor li Bakurê Sûriyê têkeve bin destê hêzên hikûmetê û ji bo çavdêriya herêma tampon mîkanîzmayek bête dîtin ku berjewndiyên ewlehiyê ên Tirkiyê pêk bîne û yekîtî û serweriya axa Sûriyê jî biparêze.

Di vê navberê de derdorên leşkerî yên Rûsyayê gotin ku li herêma Idlibê komên çekdar êrîşa pêk tînin. Navenda lihevhatinê ya Rûsyayê li Sûriyê got ku "Çekdaran di nava du rojan de li 15 bajarok û 4 gundên Idlibê êrêş pêk anîne".

El-Ereb: çare tune ye û Lûbnan ber bi rewşeke ne diyar ve diçe

Der barê geşedanên li Libnanê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Lûbnan di hêla siyasî de ber bi rêyeke ne diyar ve diçe, piştî ku li dijî çîna siyasî berteka civakî zêde bû, li pêşiya hikûmeta serokwezîrê Lûbnanê Saad El-Herîrî jî rê tune ne ku ji vê aloziyê derkeve, piştî ku xwepêşandan ketin roja 5`an.

Êvara duşemê dê dema ku hikûmetê ji hevparên xwe re danî bû dê biqede, hikûmetê ji hevparan (şepêla niştimanî bi serokatiya Mîşel Ewn û Hizbullah) xwestibû ku sozên reformê ku hikûmetê sala derbasbûyî li pêşiya civaka navdewletî dabûn pêk bînin, ku dê beramberî wan reforman deynekî bi qasî 11.6 milyon dolar bistîne.

Çavkaniyeke siyasî dipirse gelo dê Herîrî, piştî ku dema ji xwe re destnîşan kiriye biqede, karibe istifa bike.

Çavkaniyekî ji El-Ereb re got ku El-Harîrî dizane Lûbnan ber bi rewşeke nediyar ve diçe, istifaya wî jî dê bibe bersiveke siyasî li dijî desthilatdariya Hizbûllah a li ser hikûmetê. Şêwirmendê serokê hikûmetê Emar Hûrî jî tenê got "Em li bendê ne ku dema serok destnîşan kiriye biqede".

Şeriq El-Ewset: Twitteke El-Sadir rewşa Iraqê tevlî hev kir

Rojnameyê nivîsî: "Duh Twitteke lîderê şepêla Sadrî, Muqteda El-Sadir rewş li Iraqê tevlî hev kir, ku weke piştgiriya xwepêşandan hate dîtin. El-Sadir bang li xwepêşandêran û lîderên wan kir û got ku xwepêşandanên wan hişt ku çîna siyasî têkeve nava tirsê. Lewma tê payin ku alîgirên El-Sadir jî tevlî xwepêşandanên roja îna bê bibin ku amadekeriyên mezin jêre têne kirin".

El-Sadir got xwepêşandêran ku ew ê tişta li pişt perdê dibe ji wan re ragihîne, her wiha got "Hemû siyastmedar û hikûmet ji belavbûna xwepêşandanan di nava tires de ne". Dîse got "Hemû siyasetmedar dixwazin pêşî lê bigrin, lê nikarîn, dem derbas bû".

El-Beyan: Pelosi bi dizî çû Afganistanê

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: " Seroka Meclisa  Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi û hin endamên kongresê yên payebilin roja yekşemê serdana Afganistanê kirin".

Rojnameyê nivîsî: "Di daxuyaniyeke piştî serdanê de hate gotin ku Pelosi bi serokê Aşraf Ganî û Wezîrê Parstinê Mark Esper, ku serdana Afganistanê dike re civiya". 

(kn)


Mijarên Din