Mijarên rojnameyên erebî - 21 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro behsa armanca topbarana Îsraîlê ya dawî, xwepêşandanên li Lubnanê, Iraq û Îranê, her wiha têkiliya di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de kir.

EL-EREB: ÎSRAÎLÊ BI HEDEFGIRTINA SÛRIYÊ, PÊŞÎ LI LÎSTOKA ÎRANÊ GIRT

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijarên girîng kir, ji wan topbarana Îsraîlê ya dawîn. Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyên dîplomatîk ên rojava got topbarana Îsraîlê li ser navendên Îranê yên derdora Şamê, diyar dike ku dewleta Îranî lîstoka ku Îran dixwaze li ser wê ferz bike, red dike.”

Ev lîstok li ser esasê topbarana di navbera her du aliyan de armanca wê ku çavan ji bûyerên ku li Îranê diqewimin, dûr bixe, her wiha peyameke Îran bide Îsraîlê ku hevsengî di navbera hêzan de, di navbera her du aliyan de heye.

Çavkaniyan diyar kir ku topbarana Îsraîlê li ser navendên li Sûriyê 20 navend kir hedef, ji wan navendên batariyên moşekan ên girêdayî artêşa rejîma Sûriyê û di encama wê de Îranî û Sûrî hatin kuştin.

Her wiha got topbaranê xwest bi Îranê bide fêmkirin ku avêtina moşekan ber bi xaka Îsraîlê ve mîna roja sêşema derbasbûyî dê bi xwe re helwesteke mezintir ji yên ku Îran texmîn dike, bîne.

Çavkaniyeke rojavayî diyar kir ku di encama bombebarana Îsraîlê ya beriya 10 rojan li ser yek ji avahiyên li paytexa Sûriyê Şamê de, berpirsekî ewlehiyê yê Îranê hate kuştin. Çavkanî navê berpirsê ewlehiyê yê Îranê yê hişt ku Tehran roja sêşemê moşekan ji xaka Sûriyê bi Îsraîlê biavêje, eşkere nekir.

Her wiha hat diyarkirin ku miqdara bersivdayîna Îsraîlê li ser du di kêmî 24 saetan de li ser beşan pêk hat. Vê yekê Rûsya ji ber kirinên Îsraîlê matmayî hişt. Çavkaniyeke rojavayî tekez kir ku Îsraîlê nexwest moşekên S-300 yên li dijî balafiran ku ji aliyê pisporên Rûsî ve têne birêvebirin, bişîne. Tenê navendên girêdayî artêşa rejîma Sûriyê kir hedef. Beriya wê jî hişyarî der barê bombebarana balafirên Îsraîlê ji navendên Îranê li ser xaka Sûriyê de dabû. 

ÎMARAT EL-YEÛM: XWEPÊŞANDÊRÊN IRAQÊ CİHÊN PETROLÊ YÊN STRATEJÎK DORPÊÇ KİRİN… HÊZÊN EWLEHİYÊ JÎ PİRA EL-EHRAR VEGERAND

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Xwepêşandêrên Iraqê hemû rêyên li zevî û cihên petrolê li El-Zebîr li rojavayê bajarê El-Besîra girtin, ew yek ji bo şermezarkirina rewşa aborî li welêt tevî dewlemendiya petrolê.

xwepêşandêran nehişt karmend bigihîjin cihên petrolê.

Di heman demê de, çalakî û kontrolkirina pir û qadan di navbera xwepêşandêrên Iraqê û hêzên ewlehiyê li gelek herêmên Iraqê de didome.

EL-BEYAN: ASTA XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ KÊM BÛYE

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Beyan wiha got: "Asta xwepêşandanên gel li Îranê piştî 4 rojan ji xwepêşandanên şermezarkirina rewşa aborî ya hilweşiyayî, kêm bûye."

ŞERQ EL-EWSAT: HER DU HÊZÊN ŞIÎ LI LUBNANÊ HELWESTA ARTÊŞÊ REXNE KIR

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Hizbullah û Tevgera Emel li Lubnanê artêş û hêzên ewlehiyê rexne kirin, ew yek ji ber betalkirina civîna qanûnî ji ber xwepêşandanên gel ku di encama wê de rêyên li parlamentoyê hatin girtin."

EL-EREB: TIRKIYE RASTÎ PIRSGIRÊKÊN KU ÇARESERIYA WAN BI YEKITIYA EWROPAYÊ RE TUNE YE, TÊ

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di kongreya ku li Parlamentoya Ewropayê hate lidarxistin de, pirsgirêk û zehmetiyên ku YE`yê bi Tirkiyê re dibîne, hate diyarkirin. Ev kongreya ku gelek dîplomat, lêkolîner û çalakvanên di aliyê mafên mirovan de amade bûn, di demekê de ku guhertinên awarte li ser têkiliyên Ewropa û Tirkiyê pêk tên, hate lidarxistin."

Beşdarên li kongreyê li hev kir ku siyaseta derve ya Ewropayê bêyî erka tê xwestin ji bo dan û standinên bi kiryarên Tirkiyê re, nayê qebûlkirin.

Can Dundar rojnamevanekî Tirk, qala xewna Ewropayê ji bo Tirkan kir û wiha got: "Ez li aliyê Asyayê yê Stenbolê dimînim, min di rojnameyeke ku li aliyê Ewropayê dikeve, dixebitiyam, her roj diçim kar û pir derbas dikim da ku biçim aliyê Ewropayê yê Stenbolê, ez geşbîn dibûm ji ber em ê rojekê bikevin Yekitiya Ewropayê. Lê ev xeyal îro nabe.”

(bx-jo)


Mijarên Din