Mijarên rojnameyên erebî – 21 Sibat

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gurbûna nakokiya Rûsya û Tirkiyê li Idlibê kir. Li aliyekî din rojnameyan behsa hilbijartinên Îranê tevî cezayên aborî yên Amerîkayê, destwerdana dewleta Tirk li herêmê ku bûye rojeva nîqaşên Parlamentoya Ewropayê, kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê besha gurbûna nakokiya Rûsya-Tirkiyê li Idlibê, hilbijartinên Îranê û destwerdana dewleta Tirk li herêmê kir.

EL-BEYAN: TIRKIYE-RÛSYA... LÎSTOKA LI BER KEVIYÊ

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî gurbûna nakokiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de. Têkildarî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hê jî nakokiya Rûsya û dewleta Tirk li bakurê Sûriyê, nexasim li Idlibê piştî êrişên Rûsyayê li dijî nuqteyên çekdaran, li dar e. Bi wê re jî çalakvanên sûrî hemleya şikandina sînor dest pê kir ku hişt Enqere derbasî rewşeke şermîn bibe.

Tevî nakokiya her du aliyan, rewşa niha bi hewldana lîstoka li ber keviyê heta dawiyê ye. Ji ber ku her du alî naxwazin yekeser li hember hev du bin, çi li rojava çi jî rojhilatê Firatê dibe, her wiha di heman demê de dixwazin destkeftiyan li ser erdê pêk bînin.

Tevî şerê dualî û gefên dewleta Tirk ên êrişkirina li dijî hêzên artêşa Sûriyê, lê hê jî mijara gihîştina agirbestekê heye. Her wiha rayedarekî dewleta Tirk got welatê wî bi Rûsyayê re pêkanîna dewriyeyên hevpar li Idlibê mîna garantiya ewlehiyê li herêmê nîqaş kir.

Senaryoya duyemîn a şerê leşkerî di navbera her du aliyan de ku bakur bibe blokek ji agir, lê ev şerê li hember hev dê zirarê bigihîne her du aliyan û dibe ku ne tenê li Idlib û Helebê bisekine. Ji ber ku herêmên germ ên di navbera her du aliyan de li Sûriyê dirêj in.

Tevî operasyonên leşkerî yên veşartî li ser erdê, lê berfirehkirina şerê di navbera her du aliyan; Rûsya-Tirkiyê de dûr e. Ji ber ku dê civîna pêş a li Tehranê rêveçûna sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê ya ku xwe dispêre lihevkirinên Astanayê diyar bike.

Helwesta Amerîkayê di vê aloziyê de şerê di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ye, nexasim daxuyaniyên Amerîkayê der barê sekna li rex dewleta Tirk di şerê li hember Rûsyayê de diyarker bû. Lê Enqere ji helwestên mîna van metirs e ku li hember Rûsyayê şer neke.

Li gorî çavdêran, tişta ku ji Idlibê derkeve, dê gelek hevalbendiyên herêmê û navdewletî pêk bîne û her wiha dê têkiliya Rûsya û dewleta Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar bike. Ji ber ku Rûsya li Qamişlo, Minbic, Kobanê û Reqayê belav bûye. Dê bi wê re jî şerê Rûsya û Tirkiyê yê li seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyê be.”

ŞERQ EL-EWSET: HIBIJARTINÊN ÎRANÊ LI GEL CEZAYÊN NÛ YÊN AMERÎKAYÊ

Der barê Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Piştî cezayên Amerîkayê yên nû ku Meclisa Sererastkirina Destûrê ya ku nîvê daxwazên bernamzetên hilbijartinên Îranê red kiriye, hedef girt, bi wê re jî Îranê vê sibehê dengdayîna hilbijartina parlamentoya xwe ya 11’emîn pêk anî.

Wezareta Hundirîn a Îranê ragihand ku nêzî 58 milyon mirov ji eslê 83 milyon ji serjimariya Îranê dikare beşdarî dengdayîna îsal bibe. Her wiha Meclisa Sererastina Destûrê 6 hezar û 850 daxwaznameyên hilbijartinan ji kesên ji nav 14 hezar kesên navên xwe pêşkêş kirine, red kir. Ev jî texmîn dibe ku dikeve xizmeta muhafazekaran.

Hilbijartinên parlamentoya Îranê yên îsal di pêvajoyeke gelekî hesas de ye, ji ber ku ya yekemîn ji dema vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerê ye. Her wiha ya yekemîn piştî pêla xwepêşandanên li Îranê di van du salan de der barê rewşa debarê de pêk hatine.

EL-EREB: EWROPAYÊ DAXWAZA SEKNA LI HEMBER SIYASETA DERVE YA TIRKIYÊ KIR

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Êdî YE nikare stratejiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ku xwe dispêre destwerdana yekser li Rojhilata Navîn, ferzkirina firhekirina leşkerî bi hewldana bedbîn a vejandina dema Împaratoriya Osmanî û gefên li Ewropa û hevalbendên wê li başûrê Rojhilata Navîn, tehemûl bike."

Ev jî di demekê de ku dîplomat û pisporên Tirk bang li Ewropayê dikin ku ji bêdengiyê derkevin û cezayan li ser Enqereyê bi hedefa sekna li hember reftarên wê yên dijminatî li Qibris û Lîbyayê û binketina destwerdana li bakurê Afrîkayê bike, pêk hat.

Destwerdana dewleta Tirk li Qibris û Lîbyayê bû rojeva nîqaşa Parlamentoya Ewropayê di hefteya destpêkê de, her wiha dîplomat û siyasetmedaran li hev kir ku bi aloziya di siyaseta derve ya rêveberiya Erdogan de bi nav bikin.

Her wiha siyasetên Enqereyê bûn mijara civîna taybet a mafên mirovan û ragihandina azad a dewleta Tirk.”

(fr)


Mijarên Din