Mijarên rojnameyên erebî – 22 Cotmeh

Rojnameyên erebî yê îro der barê hevdîtina ku tê payin îro di navbera serokê Rûsyayê Vlademir Purtin û yê Tirkiyê Racab Tayyip Erdogan pêk bê, her wiha geşdanên li Iraq û Lûbnanê de nivîsîn.

Şeriq El-Ewset: “Hevpeymana Adana” ya nû îro dê li ser maseya Erdogan-Putin be

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê nivîsîn, yek ji mijaran jî hevdîtina ku dê îro di navbera Erdogan û Putin de pêk bê, der barê mijarê rojnameya Şeriq El-Ewset  nivîsî: “Moskova biryar da ku kopiyeke nû ya hevpeymana Adana ya di navbera Enqerê û Şamê de, deyne ser maseya serokê Rûsyayê Vlademir Purtin û yê Tirkiyê Racab Tayyip Erdogan ku dê li Sûçiyê bête lidar xisitn, ku dibe ev hevpeyman têkeve şûna lihevhatinên Amerîka-Tirkiyê yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Xuyaye ku Rûsya dê di lutkeya Rûsya-Tirkiyê ya îro de dê giranî bide sê dosyayên sereke, bihêzkirina rewşa ewlekarî ku nehêlin girtiyên rêxistina DAIŞ`ê ji herêmên bakur birvin, diyaloga siyasî di navbera Enqerê û Şamê û bilezkirina tevgera leşkerî ya Tirkiyê ku bandorê li xebatên komîteya destûr neke.”

El-Ereb: “TIKA”şaxê istixbarata Tirkiyê bi maska mirovî

Rojnameyê nivîsî “Ajansa ku bi navê `TIKA` tê nasîn, bi armanca rêvebirina têkiliyên Tirkiyê bi dewletên ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovietê serbixwe bûne, hatiye damezrandin. Lê di salên dawiyê de fereh bûye û li gorî çavkaniyeke Lîbyayê bûye pira ketina nava civakan, bi navê alîkariyên mirovî.”

Armancên eşkere yên ajansê li Lîbyayê ew e ku 100 kesên ku ji herêmên Lîbyayê yên cuda di mijara sererastkirina alvavên kehrebê û ejenriyê de perwerde bike, lê eger ku em li xebtên ajansê yên piştî hilwşîna rejîma Qazafî binerin, dê bête dîtin ku armancên wê yên kûrtir hene.

Li gorî çavdêran, ev rêxistin li zêdeyî 50 dewletan dixebite û Erdogan wê ji bo projeyên xwe yên dagirkeriyê weke hespê Trojan`ê bikar tîne. Armanca sereke ya rêxistinê ew bû ku destwerdana dewletên ku nîjada wan toranî` ye, ewên ku piştî hilweşîna Sovyektê serxwebûna xwe ragihandin.”

El-Imarat El-Yaum: Iraqê dê roja xwepêşandanan internetê bibire

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Wezîrê Hevgihînê yên Iraqê Naîm Sicîl Al-Rubêî, duh diyar kir ku wezaretê şirketên hevgihînê yên welêt agahdar kirine ku ew ê rojên înê û şemiyê internetê bibire, da ku bircên internetê yên Bexdayê û parêzgehên din sererast bike.”

Wezîr duh bi daxuyaniyeke fermî got ku wezaretê ji şirketên hevgihînê xwestiye ku tora internetê û mobilê, ji saat 06.00`ê roja înê ta saat 23.00 yê şeva şemiyê, bibirin. Ev biryar di demekê de hat ku tê pyain roja înê li Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê xwepêşandan bêne lidar xistin.”

Şeriq El-Ewset: Tevgera Lûbnanê roformên hikûmetê derbas dike

Rojnakmeyê nivîsî: “Tevgera gelêrî ya Lûbnanê duh reformên hikûmetê derbas kirin û pê razî nebû, careke din gel li qadên giştî yên Beyrût û hin herêmên din kom bûn û danezana serokê hikûmetê Seed El-Herîrî ya reforman ne perjirandin, gotin ew tenê soz in û dê nayên pêk anîn.”

(kn)


Mijarên Din