Mijarên rojnameyên erebî – 23 Adar

Rojnameyên erebî yên îro li ser geşedanên li Sûriyê û bi taybet rewşa li Idlibê nivîsî, her wiha mijara belavbûna vîrusa Koronayê jî di rojeva rojnameyan de bû.

EL-EREB: TIRKIYE HEWL DIDE REWŞEKE NÛ LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ BISEPÎNE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Tirkiye hewl dide li bakurê rojavayê Sûriyê rewşeke nû bisepîne, lewma bêyî Rûsyayê hin tiştan dike. Ev kiryar dê bandorê li lihevhatina agirbestê bike, ya ku di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de hatibû îmzekirin.

Roja yekşemê hêzên Tirkiyê cara pêncemîn, bi tena xwe li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya navdewletî ku wek rêya M4 tê naskirin, dewriya meşandin, di heman demê de Enqereyê hêzên leşkerî şandin herêmê û xalên leşkerî yên nû ava kirin. Ya herî dawiyê jî li bajarê Cisir El-Şixûr bû, bi wî awayî hejmara xalên çavdêriyê gihîşte 44`an.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye hewl dide sûdê ji aloziya belavbûna vîrusa Koronayê bigire, ji ber ku her du alî; Rûsya û Sûriye ditirsin ku vîrus li nava Sûriyê bi taybet li herêmên di destê rejîma Beşar El-Esed de belav bibe, ku ev yek dikare çavdêriya her du aliyan a pêkanîna lihevhatinê qels bike.

Rewşeke bêhêvî heye, der barê serkeftina lihevhatina Tirkiye-Rûsya de, ji ber ku Tirkiyê ji neçarî lihevhatin kiriye da ku bi Rûsyayê re neke pevçûnan, bi taybet piştî windahiyên Tirkiyê ku tirseke mezin xiste nava civaka Tirkiyê.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye ji xwe re mijûlbûna Moskov û Şamê bi aloziya Koronayê, wek derfetekê dibîne da ku pelikan tevlihev bike û hebûna xwe bi hêz bike. Jixwe tê dîtin ku Tirkiyê yek ji xalên lihevhatinê paşguh dike, ew xal jî bêbandorkirina Heyet Tehrîr El-Şam e, di rojên destpêkê de Tirkiyê dest bi girtina endamên vê rêxistina cîhadî kiribû.

Li gorî çavdêran, ev hewldanên Tirkiyê û bikaranîna aloziya Koronayê û binpêkirina lihevhatina bi Rûsyayê re, dibe ku bihêle rewş biteqe ku êdî neyê kontrolkirin. Hin alî dibêjin ku Tirkiye tenê dixwaze hinek dem qezenc bike, lê ew nikare tiştekî biguherîne, her wiha diyar kirin ku dê komkirina hêzên Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê metirsiyeke mezin be, eger vîrusa Koronayê li wir belav bibe.

Robert Mali serokê Koma Aloziyê ya navdewletî ku navenda wê Washington e, dibêje ku “birêkirina hêzan bo qada şer, dê wan dewletan û koman ku şer dikin, tûşî pêketina vîrusê bike û dê windahiyên mezin çêbin”.

EL-BEYAN: ERDOGAN BI PEREYÊN LÎBYAYÊ DILÎZE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê wiha nivîsand: “Berpirsekî hikûmeta Lîbyayê hişyarî da ku rejîma Erdogan bi pereyên Lîbyayê yên li Tirkiyê razandî ne, dilîze û ji banka derve ya Lîbyayê xwest ku tedbîran bigire ku nehêle pereyên Lîbyayê têkevin destên Tirkiyê.

Remzî Axa serokê Komîteya Aloziyan a banka Lîbyayê ku di bin desthilata parlemanê de û navenda wê bajarê Beyda ye, duh diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê dê di rojên bê de destê xwe deyne ser pereyên Lîbyayê yên li Tirkiyê razandî ne.

Axa her wiha got: “Parêzgerê banka navendî ya Lîbyayê El-Sedîq El-Kebîr û wezîrê aboriyê Dr. Elî El-Isawî ku biryara razandina 4 milyar dolar pereyan ji bo 4 salan bê faîz li banka navendî ya Tirkiyê razînin.”

Her wiha dan zanîn ku ev pere alîkariya aboriya Tirkiyê dikin, jixwe ew yek ji sedemên wê  ne ku Tirkiye piştgiriya hikûmeta Wîfaqê dike û çeteyên Sûriyê bi rê dike wir.”

ŞERQ EL-EWSAT: LI ASYAYÊ DIBE KU PÊLEKE NÛ BELAV BIBE… PÊŞBIRKA PEYDAKIRINA DERMANAN DIJWAR DIBE

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: “Li dewletên Asyayê pêleke nû ya pêketina vîrusa Koronayê belav dibe, her wiha hewl didin ku nehêle careke din vîrus li welatên wan belav bibe.

Li Çînê hejmara pêketiyên vîrusê kêm bûye, lê li hin welatên din hejmar zêde bû. Li Taylandê hejmara kesên tûşî vîrusê bûne, zêde bû. Li Hindistanê jî bi milyonan kes ketin karantînayê. Awistralyayê jî sînorên xwe girtin û Sîngaporê serdana bo welêt qedexe kir.

Di vê navberê de pêşbirka dîtina dermanê nexweşiyê jî dijwar dibe; Çînê pêvajoya yekemîn a ceribandinê dest pê kir, her wiha Tirkiyê jî ceribandin da destpêkirin.


Mijarên Din