​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 27 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê destwerdana Rûsya û Tirkiyê bo Lîbyayê, her wiha rewşa li Iraq û Tirkiyê de nivîsîn.

EL-EREB: DYA DITIRSE KU SENARYOYA SÛRIYÊ LI LÎBYAYÊ DUBARE BIBE

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsî: "Daxuyaniyên rayedarên DYA’yê nîşan didin ku welatên Rojava ditirsin senaryoya Ûkrayna û Sûriyê li Lîbyayê dubare bibe, her wiha dê Rûs derfetê ji dest xwe bernedin ku li sînorên xwe yên başûr bi Ewropayê re xwe bi cih bikin.

AFRICOM`ê bi daxuyaniyekê li ser zimanê generalê DYA’yê Steven Tausend got "Diyar e ku Rûsya hewl dide hevsengiya Lîbyayê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne, wekî çawa li Sûriyê kir."

Ji fermandarên hêzên asmanî yên Amerîkayê Gif Harijan, fermandarê hêzên asmanî  yên DYA’yê yên di nava hêzên asmanî yên Ewropayê de got "Eger Rûsyayê dest danî ser baregeheke leşkerî li beravaên Lîbyayê, pêngava duyemîn dê ew be ku hêzên xwe bi awayê mayînde li wir bi cih bike da rêya gihîştina Afrîkayê bigire."

 Her wiha got "Eger ew roj hat, ev tişt dê bibe metirsiyeke rasteqîn li dijî baskê Ewropayê yê başûr, kiryarên Rûsyayê yên têkbirina aramiya Lîbyayê dê bike ku aramiya herêmê têk biçe, ew dê bike aloziya koçberiyê mezin bibe û bandorê li Ewropayê bike."

Hin derdor dibînin ku DYA pir behsa ewlehiya Ewropayê û mijara koçberan dike, xuya ye ev nameyên nerasterast in da ku NATO tev bigere.

Her çi qas xuya dike ku pevçûn li Lîbyayê, wekî pevçûnên komên dijberî hev in, ji bo parvekirina samanên Lîbyayê yên mezin, lê aliyê wê yên navdewletî jî diyar e, bi taybet piştî ku NATO sala 2011`an biryar da ku destwerdana hilweşîna desthilata lîderê Lîbyayê Muemer Qedafî bike.

Geşedanên dawiyê li Lîbyayê, agahiyên der barê lihevhatina Rûsya û Tirkiyê ya der barê parvekirina herêmên desthilatê li Lîbyayê de piştrast dike. Li gorî lihevhatinan dê herêmên rojava û başûr para Tirkiyê bin, herêmên Breqa û herêma nava Lîbyayê (Sert û benderên petrolê) para Rûsyayê bin.

Artêşa Lîbyayê ji hin deverên gitîng ên rojavayê Lîbyayê vekişiya, mîna beregeha El-Wetiye her wiha hin bajarên bervê jî winda kirin, li aliyê din hin raporên ragihanidnê li ser zimanê şaredarê bajarê Benî Welîd Samlim Niwêr ê nêzî islamiyan diyar kirin ku çekdarên bi ser koma Vagne ji hin eniyên şer ên başûrê Trabludê vekişiyan û çûn herêma Cefra.

Lê tişta ku tirsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zêde dike ew ku hin balefirên şer ên Rûsyayê gihiştin Lîbyayê û alîkarî dane artêşê ku asmanê hin herêmên lîbyayê kontrol bike.

Daxuyaniya AFRICOM`ê got "Ne hêzên li rojhilatê Lîbyayê, ne jî komên çete, bêyî piştgiriya Rûsyayê dê nikaribin wan balefirên şer bikar bînin."

Ev geşedan fikarên Washingtonê zêde dikin ku dê bibe destpêka hebûna Rûsyayê ya mayînde li herêmên navenda Lîbyayê, ew herêm jî ji bo Amarîkayê girîng e, ku li wir di sala 2016`an de bi AFRICOM`ê êrîşên asmanî li DAIŞ`ê pêk anîbûn.

Lêkolînerê siyasî yê Lîbî Mihemed El-Carih got ku DYA hewl dide nehêle Rûs û Tirk dest deynin ser dosyaya Lîbyayê, ji ber ku ev yek dê bandorê li ewlehiya wan a neteweyî bike.

Her wiha got "Rojava dizane eger hewldanên DYA’yê yên dîplomatîk têk biçin, ev tê payîn, wê çavê tevgera leşkerî gut bibe, paşê dê serpereştiya Tirkiyê û Rûsyayê lihevhatin çê bibe, Cezaîr dê li aliyê Tirkiyê be, Misir jî li aliyê Rûsan be û dê tevgereke mîna Asîtanaya Sûriyê çê bibe.”

EL-EYN: "ENDEZYARÊ MIRINÊ" YÊ DAIŞ`Ê MUTEZ EL-CIBÛRÎ DI ÊRIŞEKE DYA’YÊ DE HATE KUŞTIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Tevî ku bi hişyarî li Iraq û Sûiryê tev digeriya, lê lîderê payebilind ê DAIŞ`a terorîst Mutez El-Cibûrî ku wek “endezyarê mirinê” dihate naskirin, nikarî xwe ji êrişa asmanî ya hêzên Hevpeymanê li Sûriyê bide alî.

Saziya dijterorê ya Iraqê roja sêşemê ragihand ku terorîstê bi navê Mutez Nûman Ebdilmenaf Necim El-Cibûrî ku wek ‘Hacî Teysîr’ dihate nasîn û cîgirê lîderê DAIŞ`a terorîst yê kar û barên hemû wilayetan bû, her wiha berpirsê planên êrişên hundir û derve bû, hate kuştin.

Saziya dijterorê bi daxuyaniyekê got "Piştî şopandina demeke dirêj, hêzên asmanî yên Hevpaymana Navneteweyî li parêzgehe Dêrazorê ya Sûriyê li dijî vî kesê terorîst êrişek pêk anî, li gorî agahiyan ew hatiye kuştin."

ŞERQ EL-EWSAT: BABACAN; ERDOGAN DEMOKRASIYA TIRKIYÊ TÊK BIR

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Alî Babacan serokê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê ya Tirkiyê ya muxalif û hevalbendê berê yê serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Erdogan tawanber kir ku demokrasiya Tirkiyê têk biriye û bêalîbûna dadê hilweşandiye û navê Tirkiyê li derve reş kiriye.

Babacan ku yek ji damezirînerên AKP’ê bû, her wiha cîgirê serokwezîrê Tirkiyê yê kar û barên aborî bû, got "Lîstik û planên wan çi bin, her çi qas wan zagonên lîstikê guherîbin jî, lê eger hêza gel û piştgirî û viyana wî bi me re ye, em tu astengiyan nas nakin."

kn


Mijarên Din