Mijarên rojnameyên erebî – 27 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û arîşeya di navbera Rûsya û Tirkiyê de nivîsîn, her wiha geşedanên siyasî yên Iraqê û mijara belavbûna vîrusa koronayê jî di rojevê de bûn.

El-Ereb: Helwesta Rûsyayê Erdogan xistiya qorziya dawiya mehê

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet arîşeya Tirkiyê û Rûsyayê de nivîsîn. Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsyayê hêviyên Erdogan şikandin ku beriya dawiya mehê diyalog bi pêş bikevin û Erdogan welatê xwe ji tengaviya muhleta dawiya meha Sibatê xilas bike.

Li aliyekî Rûsya fişaran li Erdogan dike, li aliyê din Washington dibêje ku ew sîstema moşekan Patriot nade Enqereyê ku di şerên giran ên Idlibê de bi kar bîne, bi taybet ku xuya ye hêzên asmanî yên Sûriyê û Rûsyayê mezintir in, her wiha Erdogan jî li xwe mikur hat ku hin pirsgirêk hene û welatê wî nikare asmanê Sûriyê bi kar bîne.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov Enqere tengav kir û ragihand ku welatê wî dê êrîşên li Idlibê ranewestîne, her wiha got rawestandina êrîşan tê wateya "xwe teslîmkirina ji terorîstan re” ye.

Çavdêr dibêjin ku helwesta Lavrov bûye bersiv ji hewldanên Enqereyê re ku dixwaze operasyoneke leşkerî li dijî hêzên El-Esad pêk bîne. Lewma serokê Tirkiyê ketiye rewşeke pir tengav, ne dikare bi Rûsyayê re bikeve pevçûnê, ne jî dikare rewşa heyî bipejirîne û ji gefên xwe vegere, niha li pêşiya wî tenê bijarteyek heye, ew jî ew e ku qumarbaziyekê bike û şerma rûyê xwe veşêre.

Çavdêr dibêjin ku serkeftina leşkerî ya Rûsya û Sûriyê li dijî Tirkiyê pir nêzîk e, niha jî pêwîst e Rûsya xwe ji pêvajoya piştî wê re amade bike.

El-Beyan: Parlemana Iraqê îro dê ji bo erêkirina hikûmeta nû dengdanê bike

Der barê rewşa Iraqê û erêkirina kabîneya nû ya hikûmetê rojameya El-Beyan nivîsî: "Serowezîrê Iraqê yê erkdar Mihemed Tewfîq Elawî ragihand ku parlemana welêt dê îro pêncşemê ji bo erêkirina hikûmeta dengdanê bike. Elawî diyarkir ku eger hikûmet bê erêkirin, erka pêşî ku dê pêk bîne, dê lêpirsîna mijara kuştina xwepêşandêran bike û kujeran darizîne.

Elawî her wiha got: "Eger hikûmet neyê erêkirin, zanibin ku hin alî hene hewl didin aloziyê dewam bikin. Lê dîsa ez di wê baweriyê de me ku parlamenter dê li aliyê gelê xwe bin, dê ne li aliyê dizan bin."

Şerq El-Ewsat: Vîrusa Korona sînorê parzemînan derbas dike

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê nivîsî: "Vîrusa Korona ya nû (Covid-19) li tevahiya cîhanê bûye cihê metirsiyê, ji ber ku dikare êdî sînorên parzemînan derbas bike û gelek windahiyên can û aborî bi xwe re bîne.

Vîrus duh li Amerîkaya Latîn belav bû û yekemîn pêketin li Brezîlyayê hate tomarkirin, her wiha li Ewropa û Asyayê jî belav dibe.

Li welatên Ereban hewldanên pêşîlêgirtina vîrusê dewam dikin, piştî ku li Lubnan, Iraq, Cezaîr, Kiwêt, Behreyn, Îmarat û Umanê rewşên pêketina vîrusê hatin tomarkirin. Piraniya rewşên pêketinê yên dewletên Kendavê ne û kesên ku ji Îranê hatine, jixwe Îran bûye jêdera vîrusê li Rojhilata Navîn û ta niha 19 kes bi vîrusê mirine.

Iraqê jî duh xwendin li dibistan û zanîngehan ta 7`ê Adarê rawestand, her wiha hemû awayên kombûnên girseyî qedexe kirin.

Li ser asta cîhanê jî, ta niha 80 hezar rewşên pêketina vîrusê hatine tomarkirin, ji wan 2800 li derveyî Çînê ne, her wiha li tevahî cîhanê ta niha 2700 kes bi vîrusê mirine, li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê.

Li Ewropayê jî welatê herî bêhtir rewşên pêketina bi vîrusê lê hatine tomarkirin Îtalya ye ku 400 nexweş hatine tomarkirin û 12 mirin. Lewma li gelek paytextan tedbîrên pêşîlêgirtinê zêde kirin. Li Fransayê jî yekemîn qurbaniyên vîrusê ku kalekî 60 salî mir.”


Mijarên Din