Mijarên rojnameyên erebî- 28 Adar

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, şerê Lîbya û berbelavbûna Koronavîrusê kir.

EL-EREB: GUTERRES LI BER XWE DIDE KU AGIRBESTA MIRÎ YA LI SÛRIYÊ VEJÎNE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî helwdana NY’yê ya vejiandina agirbestê ye, di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîs: "Tevî ku NY’yê dizane li ser erdê hewldanên bilindkirina şer ji aliyên artêşa rejîma El-Esed, QSD’ê û milîsên bi piştevaniya dewleta Tirkiyê hene, lê dîsa jî hewl da ku aliyên binakok ên li Sûriyê ber bi serketina agirbestê ve bibe."

Çavkaniyên dîplomasî piştrast kir ku Fransa van hewldanan bi rêya projeya biryarê ku tê texmînkirin Meclisa Ewlehiyê li ser ferzkirina agirbestê nîqaş bike, dike. Da ku derfetê li pêş rêxistnên navneteweyê veke ku alîkariya wan herêman der barê şerê li dijî Koronavîrusê de pêk bînin.

Sekretê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres duh daxwaza rawestandina şer a giştî ya yekser li tevahî Sûriyê li gorî biryara 2245 kir, da ku kedên giştî ya pêşîlêgirtina Koronavîrusê(Covid- 19) pêkan bin.

Dîplomatê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji AFP`ê wiha got: "Her 5 dewletên endam projeya girêdayî bandora Koronavîrusê li ser rewşên aştî û ewlehiyê nîqaş kir û kete rojeve Meclisa Ewlehiya Navdewletî." Her wiha dîplomatekî din piştrast kir ku hin dewletên NY’yê li ser piştevaniya banga Antonio Guterres difirkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku Fransa li pişt vê însiyatîfê ye.

Ne diyar e ku dewleta Tirk a ku hêzên xwe di piştevaniya milîsên li Sûriyê de bi kar tîne van bangan biberisvîne, bi taybet bi hebûna hin nîşaneyan ku li gorî bendên agirbestê bi hêzên rejîma El-Esed re li Idlibê tev negerî.

Li aliyekî din Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) ku bi artêşa Tirk re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dike, banga nûnerê navneteweyî ya taybet li Sûriyê Gier Pederson a agirbestê bersivand.

QSD’ê bi daxuyaniyekê piştevaniya banga sekretê Giştî ya NY’yê ya agirbesta yekser a kiryarên leşkerî bi hedefa hêsankirina sekna li beramber vê Koronavîrusê, eşkere kir.

ŞERQ EL-EWSET: HEFTER GEFÊN BOMBEBARANKIRINA BAREGEHÊN HIKUMETA EL-SÎRAC XWARIN

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Muşîr Xelîfe Hefter fermandarê giştî yê Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê agahdariyeke eşkere ji serokê Hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac û hêzên alîgirên wê yên bi piştevaniya dewleta Tirk bi rê kir ku tê de gefên bombebarankirina baregehên hikumetê yên di navdewletî li Terablusê itîrafkirî ne, xwarin."

ÎMARAT EL-YEÛM: LI TEVAHÎ CÎHANÊ SERJIMARIYA MIRIYÊN BI KORONAVÎRUSÊ 25 HEZAR DERBAS KIR

Têkildarî berbelavbûna Koronavîrusê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Li gorî serjimariya AFP’ê ku xwe dispêre çavkaniyên fermî li tevahî cîhanê zêdetirî 25 hezar mirovan bi encama Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da. Bi gişît 25 hezar û 66 kesên jiyana xwe ji dest daye hatin qeydkirin, piraniya wan li Ewropa(17 hezar û 314) in. Her wiha serokê hikumeta Fransayê Edward Philip duh der heqê xeteriya bilindbûna zêde a Koronavîrusê li Fransayê hişyarî da."

(fr)


Mijarên Din