Mijarên rojnameyên erebî – 28 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara kuştina lîderê rêxistina DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û sedemên mayina wî ya li Idlibê, her wiha rewşa li Yemenê û xwepêşandan û protestoyên li Iraq û Lûbnanê nivîsîn.

El-Ereb : El-Baxdadî hate kuştin, lê li Idlibê çi dikir?

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî:"Kuştina lîderê rêxistina DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî gelek pirsên der barê ka li herêma Idlibê çi dikir derxistin pêş, ji ber li herêmê istixbarata Tirkiyê hene û têkliliyên wan ên xurt bi komên girêdayî wan re hene, di serî de jî komên Artêşa Azad û Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya berê.

Rojnameyê nivîsî: "Idlib bûbû spartgeha lîderê DAIŞ`ê piştî ku rêxistin beriya nêzê du salan li Raqa û Mûsilê têk çû û hêzên Iraqê û Sûriyê û yên Kurdan li herêmên desthilatdariya DAIŞ`ê belav bûn.

Çavdêr dibêjin ku dibe Enqerê berê dizanîbû ku El-Bexdadî li Idlibê ye, ji ber ku li wê deverê istixbarata wê tevdigerin.

Gelek caran Tirkiyê rastî tewana têkiliyên bi DAIŞ`ê re hatiye, çi ji aliyên opozisyon Tirkiyê ve, çi ji aliyên hin dewletên herêmê yên li dijî siyasetên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve"

El-Imarat Al-Yaum: "Hevpeyman" hêzên xwe li Edanê ji nû ve bi cidike..

Derbarê rewşa Yemenê rojnameyê nivîsî: "Fermandariya hêzên hevpeymanê îro ragihand ku wan di çarçoveya planên leşkerî û ewlehiyê li yemenê, her wiha ji bo bihêzkirina hewldanên alîkariya mirovî û parastina rêyên deryayî û têkoşîna li dijî terorê, hêzên xwe ji nû be li Edanê belav kirin, dê li gorî pêdiviyên operasyona heyî di bin fermandariya Siûdiyê de tevbigerin."

El-Beyan: Protestoyên Iraqê berferh dibin 4 perlementeran jî istifa kir

Der barê protestoyên Iraqê rojnameyê nivîsî: "Piştî ku çirûska protestoyan li Iraqê belav bû, duh xwepêşandan  ferehtir bûn, hijmareke pir ya jin û şagirtan tevlî wepêşandan bû, 4 prlementeran jî istifa kir. Çavkaniyan diyar kirin ku hewldana serokwezîr Adil Abudilmehdî ku hêzên taybet têxe qadan ji bo belavkirina xwepêşandan qumarbaziyeke mezin e, piştî ku hin saziyên çapemeniyê ragihandin ku Abdulmehdî biryar daye xwepêşandanan bi dawî bike.

Serokê Saziya Têkoşîna li Dijî Terorê Tailb Şixatî ragihand ku endamên saziyê li paytext Bexdayê ji bo parastina Iraqiyan û saziyên giştî belav bûne. Her wiha diyar kir ku ewlehiya xwepêşandaan erkê wezareta karên hundirîn û hêzên ewlehiya hundirîn e".

Şeriq El-Ewset: Ji bakur ta başûr zincîreke mirovan li Lûbnanê

Der barê xwepêşandan û protestoyên Lûbnanê rojnameyê nivîsî: "Nêzî 200 hezar Lûbnaniyan destên hevû din girtin û li seranserî herêmên beravê yên Lûbnanê ji bakur ta başûr zincîreke mirovan çêkirin û hezkirin û girêdana xwe bi welatê xwe re nîşan dan.

Durişmeya zincîra mirovan "Dest bi dest` bû. Çalakvanan bi rêya alavên hevgihînê banga vê çalakiyê kirin.

Yek ji amadekarên vê çalakiyê Moryal Ebû Elrûs diyar kir ku her kes ji sibê de amade bû ku tevlî vê insyatîvê bibe. Her wiha got: "Me hemû Lûbnaniyên ku baweriya wan bi yekîtiya welat û mirovahiyê heye vexwendin vê çalakiyê. Me kes nehişt, ta biyaniyên li Lûbnanê yên ji hemû nasnameyan vexwendin, da ku piştgiriya xwe ji bo şoreşa Lûbnanê diyar bikin".

(kn)

 


Mijarên Din