Mijarên rojnameyên erebî – 28 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedan û aloziya li Idlibê de nivîsî, her wiha rewşa Lîbyayê û têkiliyê Amerîka û Îranê jî di rojevê de bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ LI IDLIBÊ Û DI NAVBERA ENQERE Û MOSKOVÊ DE ARÎŞE

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Duh agahî belav bûn ku artêşa Tirkiyê hêz rêkirine gundewarên Idlibê, di heman demê de hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê jî hêz birin eniyên şer, xuya ye ku rewş li Idlibê dê xerabtir bibe.

Serokê Navenda Rûsyayê ya Lihevhatinê li Sûriyê Oleage Gorafeliof, ragihand ku çekdarên Cebhet El-Nusra bajarokê Meîret Moxis ê Idlbê bombebaran kir, lê diyar kir ku "wan tu bomberanên ji aliyê komên nerewa yên alîgirên Tirkiyê ve nedîtin". Hin nîşan hene ku nakokiyên Moskov û Enqereyê der barê Lîbyayê de dê bandorê li rewşa Idlibê jî bikin.

Dema ku karwanekî leşkerî yê hêzên Tirkiyê û komên opozîsyonê yên girêdayî wê li gundê Xesaniyê yê başûrê rojavayê Idlibê derbas bû, teqînek pêk hat ku herêm nêzî rêya Heleb- Laziqiyê ye, her wiha di wê demê de balafirên Rûsyayê li asmanê herêmê difirîn.

Der barê sedemên teqînê de agahiyên cuda belav bûn, hin çavkaniyan got li dijî karwanê hêzên Tirkiyê teqîn pêk hatiye, hin çavkaniyan jî got teqîn di dema firîna balafirên Rûsyayê û amadekariyên dewriyeya hevbeş a hêzên Tirk û Rûsyayê li ser rêya Heleb-Laziqiyê pêk hatiye.

EL-EREB: FRANSA DIXWAZE DI TÛNISÊ RE BIKEVE LÎBYAYÊ

Der barê destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Fransa hewl dide desthilata xwe ya windakirî li Tûnisê vegerîne, tê gotin ku ew dixwaze xwe nêzî Lîbyayê bike, bi taybet piştî geşedanên dawiyê ku milîsên îslamî yên ber bi Tirkiyê ve piraniya herêmên rojava girtin. Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian roja çarşemê got "Senaryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare dibe û rewş pir aloz e."

Wezîrê parastinê yê Tûnisê Imad El-Hezeqî roja sêşemê bi hempîşeyê xwe yê Fransî Florence Parly re rewşe Lîbyayê nirxand, wezîrê Tûnisê diyar kir ku welatê wî hemû şêweyên destwerdana biyanî ya ji bo Lîbyayê napejirîne, her wiha xwest ji bo arîşeyê çareya navxweyî bê pêşxistin.

Çavdêrên siyasî diyar kir ku têkiliyên Tûnis û Fransayê girîng in ji bo Parîsê, lewma wezîrê parastinê yê Fransayê got pêwîst e hevkariya leşkerî bê bihêzkirin.

Xuya ye ku dê şerekî navdewletî li Lîbyayê çêbe, bi taybet piştî geşedanên dawiyê û bihêzbûna rola Tirkiyê, piştî ku hikumeta Wîfaqê baregeha leşkerî ya El-Wetiyê xist bin destên xwe û artêşa Lîbyayê neçar ma ku ji baregehê vekişe.”

Tê gotin ku Tirkiye ji bo hebûna xwe li Lîbyayê mayînde bike, dest bi hin pêngavên pratîk kiriye, xuya ye ku Amerîka jî van pêngavên Tirkiyê erê dike, ev yek dê bibe gefeke mezin li dijî planên Fransayê yên hilberîna li rojavayê Lîbyayê.

Ji ber van sedeman Parîsê piştgiriya Yewnanistan û Qibrisê kir û dijberiya xwe li hember lihevhatina diyarkirina sînoran di navbera Tirkiye û hikûmeta îslamî ya Terablusê de nîşan da, tevî ku ev lihevhatin rasterast ne li dijî berjwendiyên Fransayê ye.

EL-EYN: WASHINGTONÊ DU VEBIJÊRK DANE PÊŞIYA ÎRANÊ; YAN DIYALOGÊ YAN HILWEŞÎNA ABORIYÊ

Der barê geşedanên DYA-Îranê de rojnameyê nivîsî: "Şandêrê Amerîkayê yê taybet bo Îranê Brett Hook du bijarte dane pêşiya Îranê; yan dê bi Washingtonê re diyalogê bike yan dê aboriya wê hilweşe.

Hook roja çarşemê got "Siyasetên "fişara giran" a ku serokê Amerîkayê Donald Trump pêk tîne, ji bo Îranê du bijarteyan dihêle; yan dê bi Amerîkayê re bikeve nava diyalogê yan dê bi sedema cezayê Amerîkayê aboriya wê hilweşe.”


Mijarên Din