Mijarên rojnameyên erebî – 28 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeye di navbera Misir û Tirkiyê de li Lîbyayê, her wiha aloziya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de nivîsîn.

EL-EREB: LI SER XAKA LÎBYAYÊ DI NAVBERA MISIR Û TIRKIYÊ DE PÊŞBIRKA ÎSTIXBARATÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku tevgera welatê wî ya îstixtbaratê li ser axa Lîbyayê rê li pêşiya pêşdeçûna Xelîfe Heter serokê artêşa neteweyî ya Lîbyayê girt, di vê navberê de çavkaniyên ewlehiyê yên taybet ji El-Ereb re diyar kir ku îstixbarata Misrê hemû tiştên ku li aliyên rojavayê Lîbyayê yê di bin destê hikûmeta Wîfaqê de çêdibin, dizane. Ev jî nîşan dide ku di mijara leşkerî de di navbera Misir û Tirkiyê de pêşbirka îstixbaratê bi pêş dikeve.

Serokê Tirkiyê diyar kir ku "saziya îstixbaratê ji bo dewletê pir girîng e, ji ber ku ew bingeha dewletê ye.

Xuya bû ku Erdogan pir bi bawerî bêyî ku forsê bide, diaxivî û hin nimûneyên bikêrhatina saziya îstixbaratê di dîroka Tirkiyê de nîşan didan, ji dema Osmaniyan ta rola wê ya li Lîbyayê, her wih çawa "serkeftinên wê" hêza Enqereyê ya li ser maseya hevdîtinan mezin kir."

Lê tişta ku vê baweriya Tirkiyê dihejîne ew e ku li erdê hin hêzên din jî hene di heman qada îstixbaratê de dilîzin; Rûsya, Fransa û Amerîka, her wiha diyar e ku Misir jî pir girîngiyê dide Lîbyayê û wek dozeke neteweyî dibîne di şerê li dijî terorê û parastina sînoran de, her wiha ji bo parastina şîrket û karkerên Misirê. Jixwe Misir di vê derbarê de sûdê ji bertekên herêmî û navdewletî yên li dijî firehbûna desthilata Tirkiyê li Deryaya Spî werdigire.

Pisporekî ewlehiyê yê Misirê diyar kir ku qada xebatên îstixbaratê yên Tirkiyê li herêmê fireh bûye, Enqere dixwaze li qadeke fireh a cîhanê rolên dualî bilîze, her wiha dixwaze ji hêla leşkerî ve li herêmê belav bibe, ji bo pêkanîna van tiştan jî pêdiviya wê bi tevgera veşartî ya saziyên îstixbaratê heye ku agahiyan kom bike û bandorê li dijberan bike.”

EL-BEYAN: TIRKIYE BI RÊYA ÇETEYAN WINDAHIYÊN XWE KÊM DIKE

Rojnameyan El-Beyan nivîsî: "Tirkiye hemû alavên di destê xwe de bi kar tîne da ku piştgiriya milîsên çekdar ên Terabulsê bike, ya ku bi navê hikûmeta Wîfaqê tê naskirin, bi serokatiya Fayîz El-Serac.

Di vê derbarê e, hin raporan eşkere kir ku Enqereyê "du hezar çeteyên Somaliyê" ji bo ku di nava refên milîsan de şer bikin, şandine Lîbyayê.

Beriya wê jî hatibû eşkerekirin ku Tirkiyê çekdaran bi rê dike Lîbyayê, veguhastina çekdarên Somaliyê asta desthilata Tirkiyê li Somaliyê û li parzemîna Afrîkayê dide nîşandan ku bi hinceta pêkanîna desthilata xwe li wan welatan fireh dike.”

ŞERQ EL-EWSAT: LI SÎNORÊN LUBNAN-ÎSRAÎLÊ GENGEŞÎ

Rojnameyê wiha nivîsî: "Duh li ser sînorê Lubnan- Îsraîlê gengeşî çêbû, rewşeke ewlehiyê ya aloz û nediyar derket, ji aliyê Îsraîl û Hizbullahê ve jî daxuyaniyên nakok derketin. Îsraîlê destpêkê got ku bûyereke ewlehiyê li sînor qewimiye, paşê artêşa wê ragihand ku wan li Mezarî Şebaa hewldaneke êrişê ya Hizbullahê têk biriye, partiyê ev tişt derewand û diyar kir ku pevçûn ji aliyekê ve pêk hatine. Her wiha gef xwarin ku ew ê tola kuştina fermandarekî ku hefteya derbsbûyî li Sûriyê hate kuştin, hilîne.”


Mijarên Din