Mijarên rojnameyên erebî – 3 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa hebûna Amerîkayê li Sûriyê, xwepêşandanên Iraqê û Lubnanê û zêdebûna hêrsê li ser peymana El-Sîrac bi Tirkiyê re kir.

EL-EREB: WASHINGTON LI HEMBER PETROLA SÛRIYÊ GILÊZÊ DIHERIKÎNE... KÎ BAWER DIKE?

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir û jê jî hebûna Amerîkayê li Sûriyê û di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Budçeya fermandariya Amerîkayê zêdetirî tevahî ya cîhanê ye û li pişt wê jî sûdewariyeke mezin werdigire. Her wiha serokê Amerîkayê Donald Trump ê bazirgan ê ku sembola "destpêkê Amerîka" rakiriye, hewl dide bazarê bi petrolê bike. Trump dît ku ya herî baş pere li hundirê DYA’yê bê budçekirin ne ku derveyî wê da ku hilbijêran razî bike."

Rojnameyê ev tişt lê zêde kir: "Bi salan e budçeya parastinê ya Amerîkayê 700 milyar dolar e. Ev bihayeke mezin e, bi taybet heke li lêçûna Washingtonê ya li ser ewlehiya nîştimanî, alîkariyên derve, dîplomasî û parastina bernameya nukleerê ya bi nirxa 800 milyar dolar hat zêdekirin."

Diyar e ev bihane li gorî bernamzetê Amerîkayê bi bawer in, çima em ê leşkerên xwe bixin xetereyê û pereyan budçe bikin ku pêwîstiya me ya herî zêde di budçekirina li ser xizmetguzariyên tenduristî, perwerde û piştevaniya civakî de heye ku ji peravên me bi mîlan dûr e? Lê li gorî rayedar û pisporên ewlehiya nîştimanî, ev bihaneyên ku serokê Amerîkayê derxistine, derew in.

Rojnameyê wiha diyar kir: "Ka bersiva vê pirsê bidin, gelo petrola li Sûriyê hewceyî gilêzdayîna Washingtonê ye?

Tu lêkolînên zanistî yên zelal û serbixwe der barê serweriya Sûriyê ji dahatûyên enerjiyê tune ne. Lê belê malpera" Oil Price" ya taybetiya nûçeyên petrol û enerjiyê ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye, bi bîr xist ku bi giştî yedeka petrolê li Sûriyê nêzî 2,5 milyar dolar bermîl e û ev jî nirxekî pir kêm e bi hevrûkirina bi yedeka Erebistana Siûdiyê re ya bi nêzî 268 milyar bermîl e û ev jî bi 100 carî zêdetirî yedeka Sûriyê ye.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniyên xwe de pir caran eşkere anî ziman ku dixwaze petrolê wergire û bang li parastina wê kir. Lê  belê daxwaza wî ya zêde bi petrola Sûriyê, hişt ku sedemên rastîn ên israra DYA’yê ya hebûna leşkerî ya daîm li Sûriyê, bê veşartin ku xizmeta hedefan, ji nav jî qedexekirina Îranê li ser avakirina xeta bejahî bi rêya Iraqê heta peravên Deryaya Spî li Sûriye û Lubnanê dike. Da ku nehêle Îran xeta alîkariyê ji komên çekdar ên girêdayî wê re ava bike ku xetereyê li ser hevalbendên Washingtonê li herêmê çêdike.

Hebûna leşkerî altarnetîfa yedek a baregeha Încîrlîkê ya dewleta Tirk a girîng, pêk tîne ku nakokî di navbera Washington û dewleta Tirk de zêde bûn. Her wiha windakirina DYA’yê ya destkeftiyên xwe li Iraqê sivik dike.

Lê hedefa girîng jî, sekna li hember serweriya Rûsyayê ye ku bi awayekî daîm li peravên Deryaya Spî li baregeha deryayî ya parêzgeha Tartosê ye. Bi wê re jî hevsengiyeke leşkerî li atmosfera Sûriyê piştî avakirina Rûsyayê ya baregeha asîmanî li parêzgeha Laziqiyê ya peravên Sûriyê, ava dike.

ÎMARAT EL-YEÛM: DAN Û STANDINÊN AVAKIRINA HIKUMETA IRAQÊ YA BÊ PIŞTEVANIYA PÊŞKÊŞKIRINA NAMZETÊN SERBIXWE DIKE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnemeya Îmarat El-Yeûm ji çavkaniyên siyasî yên Iraqê ragihand ku serok Berhem Salih rastî pirsgirêkan di diyarkirina namzetên nû ji bo erka avakirina hikumeta nû li şûna Adil Abdilmehdî ku istîfaya xwe ji parlamentoyê re da, tê. Ev dan û standin jî rê didin piştevaniya pêşkêşkirina namzetên serbixwe. Her wiha xwepêşandanên li welêt didomin.

Çavkaniyan diyar kir ku girseya herî mezin di parlamentoya Iraqê de vekişandina xwe ya avakirina hikumeta nû ragihandin.

EL-EREB: HIKUMETA FRANSAYÊ PIŞTÎ LIHEVKIRINA BI TIRKIYÊ RE JI HIKUMETA SÎRAC BI HÊRS E

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Li gorî çavdêran ji çapemeniya Frasayê re roja duşemê diyar kir ku Fransayê der barê radestkirina 6 keştiyan ji hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re da ku çavdêriya beravên xwe zêde bike.”

Rejîma serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser kêmkirina xebatên ji bo aramiya li welat bi israr e. Destekdayîna wê ji aliyê siyasî ve ku ew jî hikumeta Wîfaq e. Dewleta Tirk û hikumeta Wîfaq di aliyê îdeolojîk û destekdayîna şepêla îslamî ya siyasî de, li hev dikin. Ev yek li ser hesabê aliyên din û berjewendiyên gelê Lîbyayê ye. Rejîma Tirkiyê çek û cebilxaniyê dide hikumeta Wîfaq da ku xebatên artêşa Wetenî ji bo rizgarkirina Terablusê ji komên çekdar û terorîstan, asteng bike.

Diyar e ku biryara Fransayê hêrsa Parîsê ji hikumeta Wîfaq piştî lihevkirina bi Tirkiyê re, diyar dike. Fransa bi vê helwesta xwe ya şermezarkirina lihevkirinê tev li helwestên Misrê û Yewnanistanê dibe.

Lihevkirin asta nakokiyên di navbera Enqere û Parîsê de zêde dike. Piştî ku serokkomarê Fransyê Emmanuel Macron û serokkomarê Tirkiyê di rojên dawî de derbasî şerekî bi gotinan bûn. Ev yek beriya lûtkeya NATO`yê ku tê payîn dê îro (roja sêşemê) were lidarxistin, çêbû.

(ekîb)


Mijarên Din