Mijarên rojnameyên erebî- 31 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê dosyaya Sûriyê, xwepêşandanên Iraqê û fişarên li ser Tirkiyê di mijara komkujiya Ermeniyan de nivîsîn.

El-Ereb: Sûriyê bi rêya Kurdan Tirkiyê dikşîne şer

Rojnameyê nivisî: “Rejîma Sûriyê bang li yekîneyên kurdî dike ku tevlî hikumetê bibin, ew bi vê yekê dixwazin Tirkiyê bikşînin nava şerke ferehtir, dê veguhere şerê li dijî hêzên hikûmetê, êdî tu alî Rûsya jî di nav de nikare piştgiriya êrîşên Tirkiyê bike.

Rojnameyê wiha dewam kir: “Di vê navberê de di navbera artêşa Sûriyê û hêzên Tirkiyê û alîgirên wê şerên giran rû didin, ku Sûriyê eşkere hebûna Tirkiyê weke dagirkerî dibîne û lihevhatinên bi Tirkiyê û Rûsyayê re wê girê nade.

Çavdêr dibêjin ku Sûriyê dixwaze behaneyên Tirkiyê yên êrîşa li dijî sînor nehêle û hebûna kurdan binixumîne, ji bi vî awayî tu rewabûna mayîna Tirkiyê namîne, her wiha ev nameyeke ku rejîma Sûriyê dê nehêle Tirkiyê li ser axa wê bi hinceta herêma ewle, bimîne.

Çavdêr dibêjin ku rejîm dê di şer de sûdê ji hêza kurdan wergire, ev du armancan pêk tîne, yek şerê li dijî hebûna Tirkiyê, du dê kurdan bigre nava xwe û daxwazên wan ên parçebûnê kêm bike û wan tevlî pêvajoya diyaloga bi rejîmê re bike, çi di rêya civînên komîteya destûra li Cinêvê çi bi rêya sistemeke diyalogê ya bi rêya Rûsyayê.

Li gorî çavdêran dê rejîma Sûriyê sûdê ji destwerdana leşkerî ya Tirkiyê bigre ku şer bi dawî bike û dest deyne ser axa ku Kurd jê vekişyane, her wiha dê serokê Tirkiyê têxe bin fişara navdewletî û wî neçar bike ku ji axa Sûriyê derkeve, ku ew bi hinceta hebûna şervanên Kurd wê deverê dagir dike.”

Şeriq El-Ewset: El-Sedir hişyariya “sînaroya Sûriyê” dide eger Abdulmehdî bimîne

Der barê geşedanên Iraqê rojnameyê nivîsî: “Çarenûsa serokwezîrê Iraqê Adil Abdilmehdî, di nava destên hevparên wî yê perlemanê de ye, ku dê mijara kişandina baweriyê di civîna îro de gotûbêj bikin, di vê navberê de li kolanan protesto ferh dibin û doza hilweşîna rejîmê dikin.”

Daxwazên istifaya Abdulmehdî zêde dibin, Muqtada Al-Sadir lîderê bloka “Sairûn” û Hadî El-Emirî serokê bloka “Alfatih” xwestin ku hikûmet hilweşe da ku “Iraq nebe mîna Iraq û Sûriyê û Yemenê.”

El-Imarat El-Yaum: Ew bang li hikûmetê kir ku karan birêve bibe… Harîrî jî amade ye weke wezîrekî tiknoqrat bixebite

Der barê geşedanên Lûbnanê rojnameyê nivîsî: “Serokê Lûbnanê Mîşel Ewn, duh, ji hikûmetê xwest ku kar û baran birêve bibe ta ku hikûmeteke nû bête avakirin, piştî ku serokwezîr Saad El-Harîrî istifa kir. El-Harîrî jî diyar kir ku ew amade ye serokwezîriya hikûmeta Lûbnanê ya nû bike bi mercê ku hikûmeta Tiknoqratan bê ku karibe reformên têne xwestin bi lez pêk bîne û nehêle aboriya welêt hilweşe.”

 El-Ereb: Mijrara qirkirina Ermeniyan di rûyê Erdogan de diteqe

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Naskirina komkujiya Ermeniyan ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve, ji bo Erdgoan bû derbeyeke bi hêz, ji xwe li ser wî zextên navdewletî hene ji ber siyasetên wî yên herêmê.”

Rojnameyê nivîsî “Enqerê ditirse ku ev biryara Amerîkayê ya der barê kokujiya Ermeniyan, liveke zagonî ya navdewletî çê bike, NY`ê cezayan li ser Tirkiyê bibire, weke çawa li ser Almanyayê hatin birîn ji ber doza Holokostê ya li dijî cihûyan.”

(kn)


Mijarên Din