Mijarên rojnameyên erebî – 4 Kanûn

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de der barê Sûriyê de û tevgerên Misrê li dijî peymana dewleta Tirk bi El-Sîrac û lûtkeya NATO’yê kir.

EL-EREB: SEBRA RÛSYAYÊ LI SER EL-ESED TÊK DIÇE, LEWMA LEZA XEBATA KOMÎTEYA DESTÛRÊ DA Û ROLA ÎRANÊ KÊM KIR

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir, ya girîng jî tevgerên Rûsyayê ne. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên Rûsyayê li ser nakokiyên bilind di navbera"hevalbendên pêwîst" Rûsya, Tirkiye û Îranê de di rêveçûna Astanayê de ya li ser pêşketinên nû li Sûriyê, eşkere kirin û piştrast kir ku nakokî bi Enqere û Tehranê re kûrtir dibin."

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kir ku serdana nûnerên serokê Rûsyayê Pûtîn ya Şamê û paytextên van dewletan bi hewldana"kêmkirina van nakokiyan e" û xebitîna komîteya erkdar ku destûra nû li Sûriyê deynin.

Aliyên Rûsyayê îşaret pê kir ku Moskov der barê hewldanên serokê Sûriyê Beşar El-Esed a taktîka bi Îranê re ku fişaran li ser wê kêm bike ku cihê xwe di dosyaya komîteya destûrê de hebe,"asteng bûye."

Li aliyekî din jî çavkaniyan diyar kir ku kêfxweşiyeke mezin a Rûsyayê li ser dewletên Kendavê yên ereb ku çareseriya siyasî li Sûriyê pêk bînin û dosyeya jinûveavakirinê jî pêk bînin, heye.

Moskov hewl dide ku ber bi dewletên Kendavê yên erebî, bi taybet Erebistana Siûdiyê ve biçe da ku beşdariyeke mezin a Riyadê di dosyeya çareserkirin û jinûveavakirinê de hebe. Dê cîgirê wezîrê Karên Derve ya taybetiya serokê Rûsyayê ya Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov li Riyadê di vê hefteyê de dê mijara beşdariya Riyad di çareserkirina Sûriyê û xebata komîteya destûrê de, lêkolîn bike.

Piştî çend rojan ji binketina gera duyemîn a civînên komîteya destûrê ya biçûk bi sedema serhişkiya rejîma Sûriyê pêşniyarkirina bernameya xebata erkdariya komîte û xwezaya xebata wê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê êvara duşemê piştrast kir ku nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê li Sûriyê Aleksander Lavrentiyev û cîgirê wezîrê Karên Rûsyayê Sergey Vershinin, hevpeyvînek bi El-Esed çêkir û bal kişand ser dehfdana xebata siyasî ya bi serkêşiya şêniyên Sûriyê ya bi piştevaniya NY’yê li gorî biryara 2254’an.

Di daxuyaniya Rûsyayê de hat bibîrxistin ku her du aliyan bi berfirheî li ser rewşa Sûriyê, pêwîstiya vegerandina yekitiya xaka Sûriyê tevî heydariya li ser bejewendiyên komên etnîk û oldarî, nîqaş kirin. Her wiha di her du nameyan îşaret bi; ya yekemîn bi dewleta Tirkiyê tê kirin ku bi demeke dirêj li Bakurê Sûriyê nemîn û ya duyemîn jî divê rejîm nermbûneke mezin di danûstandinên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Çavkaniyên şopîner pişrast kir ku Moskov ber bi hêsankirina xebata komîteya destûrê ve di civîna nû ya bi soza nîvê Kanûnê de li dar bikeve de, diçe. Ew jî piştî danûstandinên Astanayê yên bê ya li paytexta Kazaxistanê, Nûr Sultanê.

Helwesta Rûsyayê ya der barê nedestwerdana di xebata komîteyê de zêde bûn, di bingehê de destnîşanî nûnerê navdewletî yê li Sûriyê Pedersen hat kirin ku di civîna Meclisa Ewlehî ya meha borî de îşaret bi"lihevkirina komîteya destûrê" kir.

Çavdêran bal kişand ser ku Moskov ji hewldanên El-Esed ên bênavber der heqê nêzbûna ji Îranê re da ku hevsengiyekê ji destdayîna ji fişarên Rûsyayê re çêbike û seweriya Moskovyê ya zêde li Sûriyê kêm bike, aciz e. Wê jî hişt ku rexneyên veşartî ji El-Esed re bên kirin û ew bi bîr xist ku rola Kramlinê ya sereke di parastina wî de heye.

Li aliyekî dîtir jî Rûsya bi QSD’ê re diyalogan pêk tîne û çavdêriya li ser gelek bajarên mezin li gor peymanên bi hev re îmzekirî, dike. Wê jî hişt ku dewleta Tirk bi hêrs bibe ku texmîn nedikir ku Rûsya bi vê xurtbûnê leşkerî belav bibe û serweriya li ser baregehên ku DYA’yê vala kirine, bike û bi kurdan ku dijminê sereke yê Enqerê ye, hevkariyê bike.

Eşkere ye ku Rûsya û Tirkiyê li ser Rêya Diwelî M4 û bajarên stratejîk ên nêzî wê hevrik in. Moskov tevî ku bi Enqereyê re der barê pişniyarên vegera koçberan û jinûveavakirinê li hev dikin de, avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê red dike.

ŞERQ EL-EWSET: MISR BI RÊYA NAVNETEWEYÎ TEV DIGERE DA KU PÊŞIYA HEVPEYMANÊN EL-SÎRAC Û ERDOGAN BIGIRE

Der barê hevpeymana Tirkiyê bi hikumeta El-Sîrac re, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Misrê dest bi tevgereke navneteweyî kiriye, da ku li pêşiya muzekereya lihevkirinê ya di navbera serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayîz El-Sîrac û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bisekine.

Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şûkrî duh careke din rexneyên welatê wî ji her du muzekereyan re nû kir û destnîşan kir ku, tevî tu erkên pêwîst ên El-Sîrac tine ye ku îmze bike, dê herdu muzekere nakokiya di navbera lîbiyan de kûrtir bike, her wiha xebatên siyasî betal bike, di demeke ku dest bi lihevkirineke navneteweyî der barê alîkariya lîbiyan, bûye."

ÎMARAT EL-YEÛM: DAN Û STANDINÊN SIYASÎ JI BO AVAKIRINA HIKUMETA IRAQÊ DIDOMIN… LI NECEF Û KERBELAYÊ ŞER

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha got: "Siyasetmedarên Iraqê di dan û standinên ji bo avakirina hikumeta nû li Bexdayê didome. Li bajarên Necef û Kerbela li başûrê welêt şer didome, tevî navbeynkarên dawîkirina şer jî, lê xwepêşandanên li Bexdayê û gelek bajarên başûr li dijî hikumetê didome.

Xwepêşandêrên li El-Necif xwepêşandan û hewldanên xwe derbasbûna li cihê Mihemed Baqir El-Hekîm didome, her wiha hate dîtin ku çekdarên ku çekên sivîl li xwe kirbûn, guleyan li xwepêşandêrên ku aliyekî avahiyê dişewitandin, direşandin.

EL-BEYAN: ŞEREKÎ SÊALÎ DI NAVBERA TRUMP, MACRON Û ERDOGAN DE

Der barê lûtkeya NATO`yê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh bi dijwarî êrişî serokkomarê Fransyê Emmanuel Macron kir ji ber stratejya NATO`yê rexne kir û got ew di aliyê mêjî de "mirî” ye.

Şerê sêalî girt ser lûtkeya ku li Londonê bi boneya salvegera 70`yemîn a avakirina NATO`yê, hat lidarxsitin.

Macron hewl da bi rêya ku xwest stratîjîka NATO`Yê vegerîne ejindeyên civînê biguhêre lê Trump ku bi neçarkirina dewletên endam xwe serbilind kir. Di civîneke çapemeniyê de ku 52 deqe dirêj kir, behsa gelek mijaran kir. Tê de ji nû ve "Kesên ku baş parastina NATO`yê nakin" rexne kir û bi tayet Almanyayê.

Trump di civîna çapemeniyê de Trump şêwazê zimanê xwe bi Macron re sivik kir, lê belê Macron li ser gotinên xwe ma. Macron wiha got: "Daxuyaniya min helwestên gelek kesan diyar kir. Lê ez bi daxuyaniyên xwe ve girêdayî me. Îro dijminê hevbeş komên terorîstin wek ku me beriya niha jî gotibû. Lê mixabin em der barê pênasekirina terorê lihev nakin." Bi vê yekê Macron îşaret bi Tirkiyê ku êrişî şervanên Kurd ku hevalbendên li dijî rêxistina DAIŞ`ê bûn, dike. Macron di axaftina xwe de wiha got: "Dema ez li Tirkiyê dinihêrim ez dibînim ku ew tenê li dijî kesên bi me re şer kir, şer dike û car caran jî bi şervanên girêdayî DAIŞ`ê re, dixebite."

Macron tekez kir ku doza rêxistina DAIŞ`ê divê zelal be û got şêwaza Tirkiyê li dijî şervanên Kurd ku di şerê li dijî rêxistina terorîst de hevalbendên wan bû, diyar dibe ku divê koordîne were başkirin.

(ekîb


Mijarên Din