Mijarên rojnameyên erebî- 4 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê têkiliyên dewleta Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ`ê re, her wiha mijara rastiya armancên Tirkiyê ji herêmên ewle û geşedanên li Iraq û Lûbnanê  de nivîsîn.

El-Ereb: Şahidî: Erdogan rûyê din ê DAIŞ`ê ye… gelo civaka navdewletî dê wî darizîne?

Der barê mijarê rojnameyê gotara nivîskarê bi navê Delîl Zîlan weşand "Li gorî hijmarên fermî, Hêzên Sûriya Demokratîk zêdeyî 12 hezar DAIŞ`iyan girtine, min bi 45`an ji wanan re hevdîtin pêk anîn, hemûyan jî piştrast kirin ku têkiliya DAIŞ`ê bi dewleta Tirkiyê re heye, paşê min ew hevdîtin di çapemeniyê de weşandin.

Hevdîtina herî dawiyê li bajarê Şedadê yê parêzgeha Hesekê bi fermandarê DAIŞ`ê Usama Ueyid Aslalih re bû ku li Dêrazorê  hatibû girtin. Alsalih piştrast kir ku wî li kêleka El-Bexdadî li Dêrazorê  kar kiriye û piştrast kir ku têkiliyên rêxistinê bi Tirkiyê re hene, her wiha behsa bazirganiya Petrolê jî kir û bi taybet behsa zêr û entîkeyên dîrokî ku çawa ew ji Mûsilê bi rêya Idlibê dibirin Tirkiyê kir.

Tişta herî balkêş di muqurhatinên Usama Alsalih de ew bû ku El-Bexdadî di bin parastina Tirkiyê de tevdigeriya. Alsalih dibêje "El-Bexdadî beriya nêzî 5 mehan ji Dêrazorê  derketiye, berê xwe daye Tirkiyê, wî işkere got ku ew niha li Tirkiyê ye yan jî li herêma di bin desthilatiya Tirkiyê, Idlibê ye".

Têkiliya Tirkiyê û DAIŞ`ê bi dehan wêne û nûçeyan hatiye belge kirin, hêjî ev belge di çapemeniya Kurdî de tên belavkirin, ev çapemenî êdî ji aliyê cîhanê ve têne naskirin, lê pirs ewe, gelo dê civaka navdewletî, piştî evqas belgeyan, Recep Tayyip Erdogan efû bike, yan dê wî weke rûryê rêxistina terorê li cîhanê darizîne?"

El-Beyan: Tirkiyê herêmeke "ne ewle" li Bakurê Sûriyê ava dike

Rojnameyê nivîsî "Di dema ku hîna xwîn li bakur rojhilatê Sûriyê dirije, herî dawiyê jî bi dehan kes hatin kuştin û birîdar bûn di teqîna erebeyeke bombekirî de li Girêsipî, çalakvanên li bakur û rojhilatê Sûriyê, gotinên berê yên serokê Tirkiyê tînin bîra xwe, bi taybet gotinên wî yên der barê qaşo "herêma ewle` de".

Dî dîmeneke kurt ku dema wê 25 saniye ye de, Erdogan di hevdîtineke ku roja 24 cotmeha derbastbûyî de kiriye, dibêje "Pêwîste em şêweyekî jiyanê yê nû li vê herêma berfereh ava bikin, ev cihekî baş e ku Ereb lê bijîn, ev ji bo jiyana Kurdan bikêr nayê, ev der çol e", wî bi tiliya xwe herîmeke sînorî ya dirêj nîşan dikir, ji 120 km fereh û 30 km kûr e.

Gelek caran Erdogan û berpirsên Tirkan behsa vegera 3.6 milyon koçberên Sûriyê dikin, ku niha li ser axa Tirkiyê ne. lê daxuyaniyên Erdogan û tişta li ser erdê lihev nayên û tu têkiliya wan bi vegerandina koçberan re tune ye. Li bajarê Qamişlo ku nêzî 200 km ji bajarê Tilebyed`ê dûre, bi hezaran Kurd li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketin xwepêşandanan.

Bi kurtayî, pelika `koçberan` ji bo Anqerê pelika bazarê ye, her car wê li hember Europayê bikar tîne ku dê berê koçbera bide aliyê wan, carna jî ji bo dagirkirina herêmên bakur û rewakirina êrîşa bi navê "kaniya aşîrîtiyê" weke behane bikar tîne. Ji ber ku dara zeytûnê sembola aşîtiyê ye, niha komên Sûrî yên ku Anqerê wan bikar tîne, ji bo her darekê du dolar bac li ser xelkê ferz kirine".

El-Imarat El-Yaum: Li Bexdayê û başûrê Iraqê protestoyên ji bo "hilweşandina rejîmê"

Der barê geşedanên li Iraqê rojnameyê nivîsî "Li Bexdayê û hin hajarên din ên başûrê Iraqê saziyên hikûmetê û dibistan duh jî girtî bûn, xwepêşandanên ku ketin meha duyemîn jî dewam dikin û doza "hilweşandina rejîmê" dikin, li hin taxan xwepêşandêran rêyên sereke girtin.

Li Bexdayê xwepêşandêran rêyên sereke li gelek taxan girtin, ji wan jî bajarê Alsadir, rêya tevgera çûn û hatina rawestandin, hêzên ewlehiyê jî tenê temaşe kirin. Hin xwepêşandêrên din ku di nava wan de şagirtên dibistan û zanîngehan jî hene tevlî gireva mamostayan bûn ku hefteya derbasbûyî destpê kir.

Sandîkeya endezyar, parêzer û bijîşkan jî dest bi grieve giştî kirin, li bajarê Kût jî, ku mezintirîn bajarên navend û başûrê Iraqê ye, xwepêşandêran rê girtin".

Şeriq El-Ewset: Lûbnan: li Qesrê cemawerek… û li Qadan pir cemawer

Der barê geşdanên Lûbnanê  rojnameyê nivîsî "Bi sernavê "Yekşema Yekîtiyê" welatiyên Libbanê li herêmê cuda daketin qadan da ku daxwazên şoreşê pêk bînin, ew jî tunekirina gendeliyê û guherîna rejîma mezhebî. "Şepêla Niştimanî ya Azad" jî li ser rêya qesra Biabda`yê ji piştgiriya serokê komarê Mîşek Ewn xwepêşandanek lidar xist.

Serok Ewn di axaftina ku ji alîgiran re axivî de doza tunekirina gendeliyê û geşkirina aboriyê û çesipandina dewleta sivîl kir. Wezîrê karê derve ku serokê Şepêla Niştimanî ye, Cibran Basîl, doza eşkerekirina hesabên diravî yên berpirsyaran kir, got pêwîste şoreş bi mayîna dizan û çûyîna başan bidawî nebe, her wiha got "Ne raste ku em du caran bêne çewisandin, carekê ji serokên gendeliyê û carekê ji mexdûrên wê".

(kn)


Mijarên Din