Mijarên rojnameyên erebî – 9 Adar

Rojnameyên erebî yên îro der barê nakokiyên Tirkiyê û Rûsyayê yên li Sûriyê de nivîsîn,  her wiha arîşeya di navbera Tirkiye û Ewropayê de ya der barê koçberan de û geşedanên li Iraq û Lîbyayê jî di rojevê de bûn.

EL-EREB: LÎWAA ÎSKENDERON MIJAREKE HESTYAR E Û RÛSYA LÊKOLÎN DIKE

Geşedanên li Sûriyê di rojeva rojnameyên erebî de bû, yek ji wan nakokiyên Rûsya û Tirkiyê. De barê mijarê de rojnameya El-Erab nivîsî: "Di demên dawiyê de medyaya Rûsyayê mijara herêma Hatayê ya Tirkiyê (Lîwaa Iskenderon) kiriye rojeva xwe, ev jî gelek pirsan derdixe pêş, gelo ka Rûsyaa dixwaze piştgiriya Şamê bike ku bixwaze vê herêmê vegerîne, ku daxwazeke dîrokî ya Şamê ye? Lê tenê hewldaneke şantajê ye li dijî Tirkiyê.

Têkiliyên Rûsya û Tirkiyê di hefteyên derbasbûyî de gihiştin asteke aloz, ji ber mijara şerê li Idlibê, beriya ku her du alî li hev bikin û agirbestê ragihînin.

Pir zor e ku mirov bêje dê agirbest dewam bike, pirs jî ew e; gelo Tirkiyê dikare rêxistina herî berz ku piştgiriya wê dike ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ ji destê xwe berde ku bi rêya vê rêxistinê projeyên xwe yên dagirkeriyê li Sûriyê û deverên din ên mîna Lîbyayê birêve dibe, ji xwe yek ji mercên lihehatinê jî ew bû? Yan Tirkiyê dê dîse lîstokan bike.

Berê jî Tirkiyê lihevhatina Sûçi`yê ya sala 2018`an ji xwe bikar anî û desthilatdariya xwe li bakur rojavayê Sûriyê gereh kir, her wiha hêza ‘Tehrîr El-Şam’ û rêxistinên din ên cîhadî jî mezin bû.

Ajana Spûtnîkê vê dawiyê gotarek weşand, der barê parêzgeha ku bi sînorê Idlib`ê ve ye, her wiha got ku ev parêzgeh di dema mêtingeriya Fransa`yê li ser Sûriyê, hatiye standin û di sala 1939`an piştî referandumeke biguman tev li axa Tirkiyê hate kirin.”

ŞERQ EL-EWSAT: ÎRO LI BRUKSELÊ  TIRKIYE Û EWROPA RÛ BI RÛ NE

Der barê arîşeya di navbera Tirkiye û Ewropayê ya li ser mijara koçberan de rojnameyê nivîsî: "Îro li Brukselê Tirkiye û Ewropa der barê mijara koçberan de têne hember hev. Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê biçe navenda Yekitiya Ewropayê (YE) û rayedarên wê re hevdîtinan pêk bîne, di serî de dê bi serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel û serokê Komîseriya Ewropayê Ursula von der Leyen re bicive.

Duh Erdogan ji Yewnanistanê xwest ku deriyên xwe li pêşiya koçberan veke, piştî ku Tirkiyê deriyên xwe vekirin da ku koçber biçin welatên Ewropayê, Ewropa jî got Erdogan mijara koçberan wek alaveke fişarên siyasî û şantajê bi kar tîne.

Erdogan li komcivîneke partiya xwe de li Stenbolê got: "Hêvî dikim ku di civîna roja duşemê de em bigihêjin encameke cuda der barê mijara koçberan de."

EL-EREB: DERFETÊN MISTEFA AL-KAZIMÎ YÊN AVAKIRINA HIKÛMETA IRAQ`Ê ZÊDE NE

Der barê geşedanên Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Hin çavkaniyên siyasî yên agahdar li Bexdayê diyar kir ku dergehên serokê îstixbarata Iraqê Mistefa El-Kazimî ji bo avakirina hikûmeta nû zêde ne, her wiha da zanîn ku rikberê wî yên girîng niha parêzgerê berê yê Necefê û endamê parlemanê Ednan El-Zerfî ye.

Li gorî çavdêran rikberiya ji bo erkê herî girîng li Iraqê ketiya navbera du kesên ku dûrî Îranê ne, eşkere dike ku partiyên siyasî ên şîiyan ên nêzî Îranê di tengaviyê de ne, ji ber xwepêşandanên ku ji meha Cotmehê ya sala borî ve dewam dikin.

EL-BEYAN: LI TERABLUSÊ DI NAVBERA MILÎSAN DE ŞERÊN HEVTUNEKIRINÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Li Terablusê hate ragihandin ku termê fermandarekî milîsên Misratayê yê bi navê Mihemed Erfîda Al-Misratî hatiye dîtin.

Li gorî çavkaniyan termê kuştî li pêşiya avahiyeke li taxa Selahedîn a li paytext Terablusê hatiye dîtin, paşê ew birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Misratayê.

Al-Misratî fermandarê komeke milîsan ên nêzî hikûmeta Fayîz El-Serac e, ji aliyê wezîrê karên hundir Fethî Başaxa ve hatibû erkdarkirin ku kar û barên çekdarên ji Sûriyê ku Tirkiyê ew veguhastine Lîbyayê, bi rêve bibe.

Der barê kuştina El-Misratî de milîsên El-Newasî têne tawanberkirin ku ew jî komeke milîsan a Terablusê ye. Beriya çend rojan Başaxa êrîşî wan kiribû û gotibû ku ew li dijî saziyên dewletê ne.

Kuştina fermandarê milîsan ji bo milîsên Misratayê her wiha jî bi hikûmeta El-Sîrac derbeyeke mezin bû, nîşan dide ku di navbera komên çekdar ên li paytextê gelek nakokî hene û dibe ku di navbera wan de şer derkeve.”


Mijarên Din