Mijarên rojnameyên erebî – 9 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro bi giştî behsa nakokiya herêmî li Sûriyê, krîza Lubnanê û rewşa hundirîn a dewleta Tirk kir.

EL-EREB: ÎSRAÎLÊ SOZ DA ÎRANÊ KU DÊ SÛRIYÊ VEGERÎNE VÎETNAMÊ

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî nakokiya Îsraîl û Îranê li Sûriyê û di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Îsraîl di van rojên dawîn de asta axaftinên xwe der heqê heyîna Îranê li Sûriyê de piştî sarbûneke dirêj û tehdeya li ser vê eniyê, zêde kir. Bi wê re jî pirsên der barê ajoyên tevgera Îsraîlê ya nû dixin, pêşniyarê ku girêdayî krîza hundirîn a Îsraîlê ne.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Naftali Bennett duh axaftinên tûj li dijî Îranê kirin ku soza Îranê ku dê Sûriyê vegerînê Vîetnama nû li ser hêzên wê yên li tevahî Sûriyê belav bûne, bi taybet li parçeyê rojhilat.

Soza Naftali Bennett ê di Partiya Jewish Home ya ku ji payebilindên hevalbendên Partiya Likud a desthilatdar e, piştî çend saetan ji agahiyên li ser bombebarankirina asîmanî ku li nuqteyên girêdayî hêzên girêdayî Îranê yên alîgirên wê li herêma Bokemal a bi ser sînorê Iraqê ve pêk hatin ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûne, hat.

Analîzvanan got dema gurkirina gefên Îranê ne pêkan e dûrî krîza Îsraîlê û aloziya Netanyahu bê xwendin, heke di mayîna berpirsyariya serokwezîrtiyê de bi bin ket, dê li ser paşxaneya tawanbariyên ku serdozgerê giştî yê Îsraîl  Avichai Mandelblit beriya çend hefteyên bi bertîl, îxaneta ewlehiyê û 3 dozên gendeliyê lê bar kiriye, di cezayan re derbas bibe.

Pisporên dîtin ku metirsiyên Îsraîlê tu rewabûn jê re nîn in, bi taybet ku Tehran li ser Îsraîl di dirêjahiya salên borî de ferzkirina çembera ewlehiyê bi ser ketiye û ev çember jî heta bi Sûriyê çû. Her wiha ev jî gefekê der barê heyîna wê li Sûriyê de li ser Îsraîlê çêdike. Lê belê ew jî ne tê wateya ku binketina texmînên hesabên hundirîn di dema lêkolîna li ser sedemên giştî li ser paşxaneya vegera gurkirina asta bilindkirina Îsralê.

Pisporan got ku hevbendiya rastgir a bi serkêşiya Netanyahu, hewl dide bazarê bike. Ji ber ku aliyê herî bi hêz li hember gefên li ser Îsraîlê ne. Ew jî der heqê têkiliya bi eniyên başur an jî bakur re ye û her wiha jî berdewama projeyên bicihkirina li jîngeha Filîstînê.

Li aliyekî din jî pispor îşaret pê dikin ku asta gurkirina li dijî Îranê bi rasthatina bi vegera bombebarakirina li nuqteyên tevgera Hemasê li Xezayê ye û bi rasthatina hemleya dîplomasî ya teşwîq, pêk hatin da ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump bi pêwîstiya itîrafkirina bi serweriya Îsraîl li ser Xora Urdinê bide bawerkirin, ku rastgirên Îsraîlê weke diyariya biha dibînin ku ji bernamzetê Îsraîl bê dayîn da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve.

ŞERQ EL-EWSET: VEGERA HERÎRÎ ŞÊWIRAN TALOQ DIKE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Serokê Lubnanê Mîşêl Un duh ragihand ku şêwira parlamentoyê ku dihat payîn îro ji bo navlêkirina berpirsê avakirina hikumetê pêk bihata, taloq kir, piştî ku endezyar Semîr El-Xetîb ji bo erkdarkirina serokatiya hikumeta bê, xwe vekişand."

ÎMARAT EL-YEÛM: XWEPÊŞANDANÊN LI BEXDAYÊ Û BAŞURÊ IRAQÊ CAREKE DIN DEST PÊ KIR

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Duh xwepêşandanên li Bexdayê û başûrê Iraqê tevî êrişên li ser xwepêşandêrên li qada El-Xelanî û pira El-Senek dewam kir, di encamê de 24 kes hatin kuştin û 120 kes birîndar bûn. Her wiha fermandarekî nû ji bo çalakiyên li Bexdayê hate erkdarkirin û Meclisa Dozgeriya Bilind a Iraqê ragihand ku 2 hezar û 626 xwepêşandêr hatin berdan."

EL-EREB: BERIYA BAHOZEK LI TIRKIYÊ RABE, ERDOGAN SEMBOLÊN DIJBERÊN NÛ DÛR DIXE

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Xuya dike ku serokê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya bahozê dest bi gefên li ser hevkarên xwe yên berê kir, da ku hewl bide partiya wî AKP`ê têk nebin.

Tawanên Erdogan piştî binketina partiyê di hilbijartinên herêmî de li Stanbolê di Hezîrana borî de û agahiyên der barê hewldanên avakirina partiyeke hevrik de, hatin. Bi wê re jî hesabên wî tevlihev kirin.

Ajansa Bloomborgê roja yekşemê, îşaret pê kir ku ev tawanbarî di demekê de tên ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û wezîrê aboriyê yê berê Elî Babacan xwe ji bo avakirina du partiyên siyasî bi armanca bidawîkirina desthilata Erdogan a ji 17 salan ve dewam dike de, amade dikin.

Bi hewldana tawîzkirina kesên dîtir ji partiya wî ya îslamî, Erdogan li dijî endam û serokên şaredariyan ên dijberî siyaseta wî û piştgiriya Kurdan dikin, operasyonên berfireh dide meşandin. Dibe ku partiya AKP`ê ji ber hêrsbûna li dijî biryarên Erdogan ên ferdî ku di encama wê de 5 endamên parlamantoyê ji partiyê istîfa kirin, tevî Davutoglu ku berê li dijî wî tedbîr hatibûn girtin, darbeyeke hundirîn a mezin bixwe.


Mijarên Din